Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRKê di derbarê êrişên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dan.
YRKê têkildarî êrişa li ser hêzê wan daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya YRKê wiha ye:
“Ji bo raya giştî;
Weke gelê me û raya giştî dizane di van demên dawiyê de êrişên hêzên Supayê Pasdarên rejîma Îranê li ser hêzên me, ji gelek aliyan ve pêk hatine. Encama van êrişan weke YRK me bi raya giştî û gelê xwe re her tim parve kirine.
Bi taybet em vê yekê diyar dikin ku weke YRK bi êriş û şerê li Îranê çêbûn her tim di çarçoveya siyaseta xwe û xeta xwe ya sêyemîn de me nêzîkatî raber kiriye. Em nebûn alîgirên tu hêzekê û me tu êrîş li ser rejîma Îranê pêk neanîn. Di rewşa herî lewaz a Îranê de em alîgirê hêz û xeta xwe man. Bi van li hevkirinên dawî yên bi Amerîka re hêzên Supayê Pasdaran, hêzên ewlekariyê û îtelat êrîşên xwe li ser gel û hêzên me pir zêde kirine. Ji rewşa heyî ya ku tê meşandin sûd werdigirin û hêzên me dikin hedefa êrîşên xwe yên namerd.
Gelê me û raya giştî jî dizane. Ji şeva 27ê meha Hezîranê heta niha li herêma Mahabad, Gundê Gageş û dewrûberê wê operasyoneke leşkerî hatiye despêkirin. Di derbarê vê operasyonê de di rojên despêkê de me gelê xwe agahdar kiribû û me diyar kiribû ku tu zanyariyek di destê me de nîne.
Di vê operasyonê de li gorî agahiyên di destê me de û yên ku me ji herêmê girtine, hêzeke mezin tevî çekên giran êriş birine ser hêzên me. Di van êrişan de kuştî û birîndarên hêzên Supay ên pasdaran û windahiyên wan çêbûne. Di heman demê de 4 hevrêyên me ku 2 ji wan hevalên Jin û 2 jî hevalên xort, heta dilopa xwîna we ya dawî li ber xwe dane û bi qehremanî gihiştine şehadetê. Di derbarê nasnameya hevreyên xwe de, emê piştre raya giştî û gelê xwe agahdar bikin.
Weke Yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê YRKê ev êrişên dawî yên li ser hêzên me çêbûne em ê di cihên pêwîst de binirxînin û berê jî me dabû diyarkirin ku ger ev êriş berdewam bikin wê helwesta me ya li hemberî van êrîşan cuda be û em niha jî careke din diyar dikin ku emê bêbersiv nemînin.”













