MED TUHAD-FED, TUAY-DER û Şaxa OHDê ya Amedê têkildarî gefa ku li girtiya bi navê Semra Akgul a ku li girtîgeha Jinan a Amedê girtiye hatiye xwarin, li ber girtîgehê daxuyanî da.
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Hevgirtinê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî gefên ku li girtî Semra Akgul, hatiye xwarin li pêşiya Girtîgehê Tîpa D a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de MEBYA-DER, Hevserokên Şaredariya Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navend û navçeyan, endamên Komeleya Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya 78an û gelek saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliye Hevseroka TUAY-DERê Yeter Erel ve hat xwendin.
‘Tevî pêkanînên berbiçav jî ti lêpirsîn nehat destpêkirin’
Yeter Erelê da zanîn ku mînaka herî berbiçav a polîtîkaya gefxwarin û îşkenceyê pêkanîna li Girtîgeha Jinan a Amedê ye. Yeter Erelê diyar kir ku girtiya jin a ku piştî emeliyatê li nexweşxaneyê bû rastî êrişa cendirmeyên nobedar hatiye û got: “Vê rewşê hem bandor li girtiyan kir, hem jî li ser rêveberiya girtîgehê kir. Lê tevî vî sûcê nefretê yê aşkere û gotinên tehdîdkar jî lêpirsîn nehat kirin. Ev pratîka bêcezatiyê careke din eşkere dike ku hêzên ewlehiyê yên li girtîgehan bi desthilatdariyeke bêdawî tevdigerin û nayên çavdêrîkirin. Bi heman awayî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 12 girtiyên siyasî yên jin ji bo mehekê cezayê ragihandinê û ziyaretê hatiye birîn.”
‘Li girtîgehan qadeke neqanûnî tê avakirin’
Yeter Erelê anî ziman ku zextên li ser girtiyên jin ne tenê li ser nasnameya wan a siyasî, bandorê li laş û vîna wan jî dike û wiha berdewam kir: “Ev rewşa xerab di 7ê tîrmeha 2025an de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2yan a Elezîzê dest pê kiriye. Ev rewş bi rêya girtiyekê derket holê. Di lêgerînê de girtî rastî heqaret, gef û tundiya fizîkî ya gardiyanan hat. Paşê birin hucreya yek kesî û lê xistin. Tevî lêxistinê jî ew nebirin nexweşxaneyê. Derbarê îşkenceyê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Efseran ji girtiyan re gotiye, “Li derve pêvajo heye, li vir pêvajo nîn e” û xuya ye ku li girtîgehan qadeke neqanûnî tê çêkirin.”
Yeter Erelê diyar kir ku ev mafên bingehîn ên qanûnî û însanî yên li jêr werin pêkanîn:
* Îşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehan divê demildest bên rawestandin.
* Divê mafên bingehîn, tenduristî û ewlehiyê yên hemû girtiyan bên temînkirin.
* Divê şewitandina înfazê û kiryarên neqanûnî yên rêveberî û lijneya çavdêriyê bên bidawîkirin.
‘Em li dijî polîtîkayên li girtîgehan bêdeng namînin’
Yeter Erelê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em daxwazin ku taloqkirina biryarên berdanê yên bêbingeh bên rakirin. Em li hemberî polîtîkayên îmhayê yên li girtîgehan tên meşandin bêdeng namînin û em ji raya giştî re radigihînin ku em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”