• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurtulmuş: Em neçar in ku pêvajoyê li gorî daxwaza gel bi rê ve bibin

Enqere / AW

8 TEBAX 2025 - 16:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di civîna duyemîn a komîsyonê de axivî û got: “Em mecbûr in pêvajoyê li gorî qenaetên gel, bendewariyên wan û bi baldariyeke mezin birêve bibin.”

Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hate avakirin, ji bo lidarxistina civîna xwe ya duyemîn li Eywana Merasîmê ya Meclîsê civiya.

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş, di destpêka civînê de axivî û destnîşan kir ku komîsyon gaveke dîrokî ye û wiha got: “Firsendeke mezin tê nirxandin. Ji bo êdî careke din li ser çek, şer û pevçûnan neyê axaftin, ji bo cîbicîkirina aştî û xwişk-biratiyê, peywireke dîrokî dikeve ser milê komîsyonê. Bi dengên hevpar ên wekîlan û me bi hev re weke tifaqekê ev xal qebûl kir û ev serkeftineke. Bişkoka ewil rast hatiye girêdan. Ji bo cîbicîkrina biryarên li vir piştî mizakereyê hatine dayîn, ruhê tifaqiyê yê li vir hatiye avakirin girîng e.”

‘Komîsyonm firsendekî dîrokî ye’

Kurtulmuş anî ziman ku komîsyon, firsendeke dîrokî ye û wiha pê de çû: “Ji bo em baş vê firsenda dîrokî bi kar bînin, em mecbûr in gavên xwe pir bi baldarî biavêjin. Divê em nêrînên xwe pir bi zelalî vebêjin. Di dawiya dawî de ev komîsyona li vê eywanê ku nûnertiya miletê me dike, komeke nûnertiya ji sedî 98ê civakê dike ye. Em mecbûr in pêvajoyê li gorî qenaetên gel, bendewariyên wan û bi baldariyeke mezin birêve bibin. Roj dê were dê civînên nîqaşên hişk tê de tên kirin bên lidarxistin. Ev tevek jî dê ji bo yekitî û hevgirtina Tirkiyeyê bin.”

Kurtulmuş axaftina xwe wiha domand: “Hema hema li Tirkiyeyê çav û guhê her kesî li vê komîsyonê ye. Hevgirtin û feraseteke hevpar a li vir ava dibe dê tevahiya Tirkiyeyê keyfxweş bike. Sedema sereke ya avabûna vê komîsyonê ew e ku rêxistinê piştî daxuyaniya ji Îmraliyê qebûl kir ku çekan berde, xwe fesix bike. Bi vê pêvajoyê re, ji bo sererastkirinên yasayî hate avakirin. Ev yasa dê ji Lijneya Giştî ya Meclîsê re bên şandin.

Kurtulmuş piştre jî ji bo civîn girtî were lidarxistin dengdayîn li dar xist. Ev daxwaz bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Kurtulmuş têkildarî mijarê got: “Axaftinên li vir dê bên qeydkirin. Lê bi tu awayî dê neyên weşandin. Endamên komîsyonê jî di nav de dê 10 salan neyên dayîn. Tu mijareke di vê civînê de tê axaftin divê bi tu awayî li derve neyê parvekirin.”

Civîna Komîsyonê piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Komîsyona DemokrasiyêKomîsyona MeclîsêNuman KurtulmuşXwişk-Biratî û Hevgirtina Milî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

16 HEZÎRAN 2026
Heyeta Îmraliyê li gel Numan Kurtulmuş civiya

Heyeta Îmraliyê bi Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

16 HEZÎRAN 2026
Numan Kurtulmuş: Divê amadekirina Destûra Bingehîn bigirin rojevê

Numan Kurtulmuş: Divê amadekirina Destûra Bingehîn bigirin rojevê

27 GULAN 2026
Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

6 GULAN 2026
Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

15 NÎSAN 2026
Kurtulmuş: Ma vîyarenê serdemêko newe ke do tena fikirî qisey bikerê

Kurtulmuş ji bo pêvajoyê îşaret bi TBMMê kir

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (529)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne