awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Cizîrê kargeh bi gefan belgeyan bi karkeran didin îmzekirin

Nedim Oruç / AW

9 TEBAX 2025 - 08:09
Kategorî: CIVAK
A A
Şirnex– Li navçeya Cizîrê gelek kargehên wekî xwaringeh û kafe bi gefê belgeya ‘Em tazmînat naxwazin’ bi karkerên xwe didin îmzekirin.

Li Şirnexê bi hezaran welatî li kargehan bi heqdestê gelek hindik dixebitin û ji aliyê kargehan ve bêyî ku sîgorteya wan a tenduristiyê were çêkirin tên xebitandin. Her wiha ji ber vê rewşê bi hezaran welatî demsalên bihar û havînê berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û di karên gelekî zehmet de dixebitin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê derket holê ku gelek kargeh ji bo sîgorteya karkeran a tenduristiyê têxin merîtiyê belgeyekî bi karkeran didin îmzekirin. Di vê belgeyê de tê gotin ku, “Ez bi vîna xwe ji kar îstîfa dikim, ji dema min dest bi kar kirî heya îro hemû heqê xwe yê tezmînatê, rojên betlane û saetên ez zêde xebitîme wergirtine. Ji aliyê fermî ve çi heqê min hebe hemû ji aliyê kargehê ve radestî min hatiye kirin. Ez taahut dikim ku serî li tu mafên xwe yên dozvekirinê nedim.”

Karkerê ku ev belge pê hatiye îmzekirin ji ber ku ji kar neyê derxistin nexwest navê kafeya ku lê dixebite em parve bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev kafeya ku vê belgeyê bi karkerên xwe dide îmzekirin li Tirkiye û Kurdistanê 300 şaxên wê hene. Her wiha li gelek dewletên cîhanê jî 75 şaxên wê hene.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

25 GULAN 2026
Amedspor derket Super Lîgê

Kampa Dareşekran a li Hewlêrê hat bombebarankirin

25 GULAN 2026
Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

25 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

25 GULAN 2026
Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne