• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

Amed / AW

25 GULAN 2026 - 16:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pêşengtiya MEBYA-DERê de serdana goristanên Sîsê, Pîrejman û Çemê Elîka hate kirin. Di serdanan de cangorî hatin bibîranîn û hate destnîşankirin ku dê her tim li ser şopa cangoriyan bin û têkoşîna wan bidomînin.

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtiya Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Girseyê serdana goristanên cangoriyan ên li Çemê Elîka, Sîsê yên navçeya Licê û Goristana Pîrejmanê ya navçeya Pîranê kir. Di serdanan de cangorî hatin bibîranîn û hate destnîşankirin ku dê her tim li ser şopa cangoriyan bin û têkoşîna wan bidomînin.

Çemê Êlîka

Di serdana goristana Çemê Elîka de Hevberdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û gelek kes amade bûn. Ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û piştî rêzgirtinê dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin.

‘Em ê heta dawî li dû xeyalên wan bin’

Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz diyar kir tevî pêvajo heye jî hêj serdanên goristanan tên astengkirin û wiha got: “Tiştek heye, hatine vir dorpêçkirine, ev ne tacîz e çi ye? Em vê rewşa leşkeran a ku tê de ne û ew qedexekirina qeymeqamtiyê ya li vir şermezar dikin. Ev kiryar ne însanî ye tişteke din e. Malbatên me dema ku dixwazin li vê derê mezelên xwe ziyaret bikin, hûn jî tên tacîz dikin. Bi taybetî ji bo vê pêvajoyê şermeke mezin e. Em bang li wan dikin. Em dibêjin, rojek berî rojekê, ev goristan gerek bi awayekî fermî, taybetî, statuya mezelan bê naskirin. Hîn jî dewletê, ev rêveberiya Tirkiyeyê, hîn jî statuya vê derê weke goristanan nedîtiye. Lê bi taybet em dîsa dibêjin, em ê dîsa dubare bikin, rojek berî rojekê, ev der bibin goristanên fermî ku em bikaribin rehet xizmeta xwe li vir bikin. Îro tevahiya mezelên me hatine texrîbkirin. Yanî rûreşiyek mezin e, nayê qebûlkirin. Lê belê gerek em vê jî bibêjin, îro bedelek mezin hatiye dayîn, canê xwe dane. Û em jî, heta ji destê me bê, em ê li dû xewn û xeyalên wan herin.”

‘Em şopdarên wan in’

Ramazan Dengîz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya heyî û ev tişt vegot: “Dayikên me, ciwanên me kêfxweş in ji vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Em tu caran naxwazin mirov jiyana xwe ji dest bidin. Û em hêvîdar in, ji ber ku ev sal û nîvek e cenaze nayên, ev jî kêfxweşiyeke mezin e. Em jî weke malbatan, weke malbatên me yên li vir, bi qasî ji destê me bê, ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, ji bo careke din mirov jiyana xwe ji dest nedin, çi ji destê me bê em ê bikin. Û bi van hest û ramanan, dîsa jî em di hizûra wan de ne, em şopdarên wan in.”

Goristana Sîsê

Malbat, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kesan serdana Goristana Sîsê kirin. Rêveberê MEBYA-DERa Amedê Hayrettîn Guner  diyar kir ku meha Gulanê ‘meha şehîdan e’ û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê ji bo em şehîdên xwe bi bîr bînin li vir in. Em weke malbatên şehîdan piştevanên pêvajoya ku Serok Apo daye destpêkirin in. Em li ser navê hemû malbatên xwe dibêjin; em ê şopdarên cangoriyan bin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça jî wiha got: “Heke ev têkoşîn evqas mezin bibe saya van şehîdan e. Em ê her tim li ser şopa wan bin.”

Dû re Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a 52 salan û wiha axivî: “Ev têkoşîna 52 salan ji cîhanê re hate ragihandin. Hûn dizanin pêvajoyeke bi banga Rêber Apo hatiye destpêkirin heye. Em ê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînin. Ya herî girîng jî em ê di nava civakê de bikin ku bi hev re bijîn. Em ê heta dawiyê girêdayî bîranînên şehîdên xwe bin.”

Serdana Goristanên Pîrejman û Şêx Seîd

Li navçeya Pîranê jî serdana Goristanên Pîrejman û Şêx Seîd hate kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevserokên DBPê yên Amedê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî serdanê bûn. Di serdanê de dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.

Rêveberê  MEBYA-DERa Amedê Mehmet Emîn Kiliç ê di bîranînê de axivî, wiha got: “Ji roja ku tevgera azadiyê hatiye avakirin heta îro, em hemû kesên ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Şehîdên me ji bo em jiyaneke bi rûmet bijîn canê xwe feda kirin. Em jî li vir soz didin wan, ji bo em xeyalên wan ên nîvco mayî temam bikin, em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê bibin şopdarên wan. Em ji vir bang li wan dikin; dilê we rehet be, berhema wê armanca ku we jê re têkoşîn kir gihîştiye. Her wiha em ji vir ji hemû malbatên şehîdan re jî vê dibêjin; li cem kesên ku dixwazin aştiyê xera bikin û naxwazin gel bi hev re bijîn, nesekinin.”

Piştî serdana Goristana Pîrejmanê serdana gorên li Goristana Şêx Seîd jî hate kirin. Li vir jî dua hatin kirin û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

Serdanên goristanan bi kirina dûayan bidawî bû.

 

Etîket: cangorîCejna Qurbanêgoristangoristanên şehîdanşehîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

25 GULAN 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina hevgirtina civakî

25 GULAN 2026
Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

24 GULAN 2026
Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

23 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê dest bi xebatên amadekariya cejnê kir

Şaredariya Peyasê dest bi xebatên amadekariya cejnê kir

22 GULAN 2026
MEBYA-DERê li Erganiyê cangorî bi bîr anîn

MEBYA-DERê li Erganiyê cangorî bi bîr anîn

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (656)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne