Rêxistina CHPê ya Stenbolê li dijî êrîşên li ser navenda partiya xwe û biryara “Betalkirina Teqez” bi beşdariyan hezaran kesan li Şîşliyê meşiya.
Di 4-5ê kanûna 2023yan de 38emîn kongreya asayî ya CHPê pêk hatibû û Ozgur Ozel bibû serokê giştî ya CHPê. Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ku ya ku Ozgur Ozel pê bibû serokê giştî biryara “Betalkirina Teqez” da. Bi vê biryarê re Ozgur Ozel ji peywirê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke serokê giştî hat peywîrdarkirin. Duh hezaran polîs bi TOMAyê ket navenda CHPê. Piştî êrîşa li ser navêndê gelek bajaran çalakî tên li dar xistin.
Li hemberî êriş û zextên li ser CHP’ê çalakiyên li Stenbolê bênavber didomin. Bi hezaran kes li Qada Mecîdiyekoyê kom bûn û heta Mizgefta Şîşliyê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Kemalê xatin û AKP dê hesab bidin gel” hatin berzkirin.

















