Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê bi beşdariya Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partî Mahfuz Guleryuz û parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan panela, “Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk” li dar xist.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê, li navenda giştî ya DEM Partî panela “Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk” li dar xist. Di panelê de Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partî Mahfuz Guleryuz û parlamentera Rihayê ya DEM Partî Dîlan Kunt Ayan axivîn.
Di serî de Dîlan Kunt Ayan axivî û li ser di şerê navxweyî de avakirina jiyaneke nû û pergala Neteweya Demokratîk rawestiya. Dîlan Kunt Ayan anî ziman ku piştî berxwedaneke mezin li Kobanê şoreşek pêk hat û wiha got: “Piştî şoreşê pergala Neteweya Demokratîk hat demezrandin. Birêz Ocalan dema li Rojava bû jî pergala komînan ava kir. Niha jî ew pergal li wir bû ye goşt û hestî. Şoreşa Rojava di heman demê de bû şoreşa jinan. Jinan li wir xwe bi rêxistin kiri û saziyên xwe ava kir. Pergala Neteweya Demokratîk ekolojik û azadiya jinê esas digrê. Her wiha li gor pergala Neteweya Demokratîk perwerdehî tê dayin. Pergala perwerdehiyê jî li ser esasê pergala Neteweya Demokratîk tê saz kirin. Pergala perwerdehiyê modelekê di cihanê de jî mînakeke nû ye. Dema em pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve didin berhev di nav berê de ferqeke mezin heye. Li Tirkiyeyê perwerdehiyeke yek zimanî û yek olî tê dayin. Pergaleke netewperest e. Lê li Rojava pergaleke ku hemû netew û baweriyan jî esas digrê tê dayin. Hemû gel wekhev in. Li Rojava pergala hevserokatiyê di hemû qadên jiyanê tê rêvebirin lê li vir em nikarinê baş rêvebibin ji ber ku em di heman demê de di nava pergalê de dijîn û heşmendiya me jî li gor wê teşe digire. Pergala komînan li hemû qadên jiyanê tê meşandin.”
‘Pergala Rojava ji bo hemû cihanê mînak e’
Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser xebatên Jin Warê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin War tê wateya welatê jinan. Jin li wir ji akademiyê bigire heta aborî û hemû beşên civakê xwe ji nû ve saz dikin. Hem cihe aboriye û hem jî cihe akademiyê. Li Tirkiyeyê dema em dinirin cihên Malên Jinan biparêzin hene. Di wir de ji bo jin xwe pêşbixînin û di nava civakê de bibin xwedî rol tiştek tuneye. Tenê nav li serê dibêjin em jinan diparêzin. Li Rojava ji bo hemû cihanê modeleke mînak e. Ji bo wê jî em dibêjin Şoreşa Jinan e. Li wir pergaleke navendî ya rêveberin e tune ye. Gel bi xwe xwe rêve dibe. Li gundan komîn, li bajaran meclis û ji ser bajaran re jî kanton hene. Civak pêdiviyên xwe di wir de nîqaş dike û biryarên xwe di wir de bixwe dide. Niha jî nîqaşên li ser YPGê wê çek berde an na. Hene birêz Abdullah Ocalan jî perspektîfeke şenber dide. Li Şamê rêveberiyeke yekperest heye û ji bo hemû gelên Sûriyeyê xetereyê. Birêz Abdullah Ocalan jî dibêje Sûriyeyeke demokratik û wekhev. Her wiha dibêje dibe nasname û xwe rêveberî be naskirin. Dibêje di artêşê de jî divê wekhevî hebe. Dibêje heke ew hebe entegrasyona demokratik dikarê pêk were. Dibêje heke hikumeta Şamê li gor wê tevnegerê rewşa Rojava jî weke berê wê berdewam bike.”
‘Li Rojava destaneke dîrokî hat nivîsandin’
Piştre Mahfuz Guleryuz axivî. Mahfuz Guleryuz jî anî ziman ku Rojava xwedî 2 nasnameyê û ew nasname jî ya lehengî û avakirina jina wekhev e. Mahfuz Guleryuz destnîşan kir ku li wir destaneke mezin hatiye nivîsandin û ev tişt gotin: “Artêşa 2 dewletan nekarî pêşya DAIŞê bigire. Tu kesî nedikarî li dijî hovaniya DAIŞê bisekine. Jinên Kurd li bazaran dihatin firotin. Mal û milkê kurdan bibû xanîmeta xelkê. Lê bi berxwedana 37 kesan weke birêz Mazlûm Ebdî jî dibêje û mezin bû pêşya DAIŞê hat girtin û destaneke dîrokî hat nivîsandin. Gotin ew der wê bibe Stanlîngard. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê jî digot ‘Kobanê ha ket wê ha bikeve’. Lê wisa nebû û destaneke dîrokî hat nivîsandin. Heta wê rojê koalîsyonek tune bû. Berxwedana kurdan û di serî de şoreşgerên Tirkiyeyê û cihanê hebû. Tu hezeke navneteweyî tune bû. Kurdan mezin li ber xwe dan. Li Kobanê û her derê li kolanan li ber xwe dan. Li Bakur û çar aliyên Kurdistanê gel rabû ser piyan. Piştî vê berxwedanê serkeftin û şoreşê hezên navneteweyî bi kurdan re ketin tekiliyê. Divê em hemû vê yekê ji bîr nekin. Hinek weke ku Kurdan li berxwe nedayê û hezên navneteweyî alîkarî dike pênase dikin. Ji ber wê jî divê em vê rastiyê li rû ye wan bixin.”
‘Rojava modeleke ku gel dikare bêdewlet xwe bi rê ve bibe ye’
Mahfuz Guleryuz diyar kir ku li Rojava li ser paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergalek hat damezrandin û wiha pêde çû: “Birêz Abdullah Ocalan hertim têkoşîn û muzakerê bi hev re meşand. Hertim digot çawa ez li dijî wan têdikoşim dikarim muzakere jî bikim. Felsefeya Rojava jî li ser vî esasî ye. Tirkiye li ser Rêveberiya Xweser ferz kir ku li dijî Esad şer bikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ew qebûl nekir ji aliyê Tirkiyeyê ve weke dijmin hat îlankirin. Heman tişt Rusya jî li ser ferz kir got werin tevlî me bibin em bi hev re li dijî hezên cîhadîst şer bikin lê Rojava ew jî qebûl nekir. Tevî ku Tirkiyeyê gelek caran êrişî Rojava kir jî Rêveberiya Xweser kevirek jî neavet Tirkiyeyê. Ji ber ku çawa li dijî Tirkiyeyê têkoşîn dabûn pêşya xwe di heman demê de muzakere jî dabûn pêşya xwe. Rojava modeleke ku gel dikare bêdewlet xwe bi rê ve bibe ye. Di vî warî de mînak e. Ew jî li ser fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan pêkhat. Birêz Abdullah Ocalan got bi dehan dewletên Ereban hene lê di nav xîzaniye de ne. Ji bo gelan pergala netew dewlet ne çareserî ye. Ji bo gelan çareserî pergala modela Neteweya Demokratîk e. Rojava ji bo wê laburatuareke. Li hemû dinyayê xelk diçe di wê laburatuarê de lêkolîn dike lê mixabin em hê jî fehm nakin û li dûr ve temaşe dikin. Li Rojava bi baweriya heza xwe ya cewherî dikarê li dijî hemû kesan têbikoşê û dikare bi hemû kesan re jî gotûbêj bike.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.