Amed – Rêveberên saziyên pîşeyî yên Egîtîm Sen û TMMOBê ku bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku divê sazî li dijî êrişan rol û misyona xwe bi cih bînin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bertekên li dijî van êrişan jî berdewam dikin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Hejmara 2yan a Amedê Serhat Kiliç û Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê yê TMMOBê Mahsûm Çiya Korkmaz jî bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.
Serhat Kiliç bal kişand ku li Rojhilata Navîn rojekê jî şer nesekinî ye û wiha got: “Bi taybetî jî piştî 7ê Cotmehê Hamasê êrişî Îsraîlê kir. Li Rojhilata Navîn jinûve şer kûrtir bû. Pergala heyî daxwazên civakên li Rojhilata Navîn bi cih naîne û li gorî rastiya vê erdnîgariyê nîne. Mînak li Sûriyeyê gelek nasnameyên neteweyî û baweriyê hene. Lê tê xwestin ku ev welat bi yek rengî were birêvebirin. Rejîma Esad wisa bû û ji xwe ji ber vê yeke şer û pevçûnan her tim berdewam kir. Ew hilweşiya. Lê bele hêzên desthilatdar dixwazin heman rêbazê li gelan ferz bikin. Divê rêveberiyek li Sûriyeyê çêbibe ku her gel, bawerî û nasname bikaribe xwe bi rê ve bibe û xwe di nava vê rêveberiyê de bibîne. Mixabin êrişên li ser Rojava jî dijberî vê fikrê tên kirin. Dixwazin Sûriye bi yek reng û yek hêzê were birêvebirin. Loma êriş tên kirin û naxwazin bawerî û neteweyên hejmara wan kêm bên xuyakirin.”
‘Hewce ye li Sûriyeyê gel xwe bi rê ve bibe’
Serhat Kiliç anî ziman ku piştî êrişên HTŞê yên li ser Helebê û vir ve dewleta tirk jî dest bi êrişa li ser herêmên ku kurd lê dijîn kir û wiha domand: “Çiqas ji deste wan tê dixwazin ev rêveberiya li Rojava hatiye avakirin were fetisandin. Vê rêveberiyê çi nîşanî me da. Ev 12 sal in gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hev de wekehev bi awayekî aştiyane dijîn. Ev ji bo Sûriyeyê jî mînak e. Ez weke kesekî û rêveberê sendîkayê vê pergalê ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşniyar dikim. Ji ber ku heta niha rêbazekî din hate ceribandin lê tu car encamek derneket holê û çareseriyek çênebû. Hewce ye li Sûriyeyê gel xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Û her cudahiyên li Sûriyeyê dijîn xwe di rêveberiyê de bibînin û bi wî awayî xwe bi rê ve bibin.”
‘Em ê li dijî şer rol û misyona xwe bi cih bînin’
Serhat Kiliç, destnîşan kir ku şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike û ev tişt gotin: “Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kuştin çêbûn. Ji Eyn Îsa bigirin heta gundên Kobanê. Û herî dawî du rojnamevan çend roj bere bi êrişa SÎHAyê hatin qetilkirin. Rojnamevan li wir rastiyê digihînin gelan. Bi van êrişan nikarin rastiyê veşêrin. Lê divê bertekeke mezin jî bê nişandan ku careke din meseleyeke wiha neqewime.”
Serhat Kiliç, anî ziman ku heke li Tirkiyeyê, Kurdistanê bi awayekî xurt bertek nîşanî vî şerî heyî hatibûya dayîn wê bandorek li ser vê pêvajoyê çêbibûya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke sendikaya kedkaran li hember şer in. Em ê li hember êrişan rol û misyona xwe bi cih bînin. Heta ku ji destê me bê em ê van êrişan teşhir bikin û bidin sekinandin.”
Bandora şer li ser perwerdehî û hemû xizmetên din hene
Serhat Kiliç axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke li cihekê şer hebe mirov nikare behsa jiyaneke asayî bike. Li derekê şer hebe perwerdehî çênabe, gel nikare xizmetên giştî bigire. Ji ber vê yekê bandora şer li ser perwerdehiyê jî û li ser hemû xizmetên din hene. Berpirsyariyeke mirovî ye ku em li hember vî şerî bisekinin. Da ku zarok bikaribin li wir bi aramî razin, mirov nemirin û her xizmetên giştî yên weke perwerdehî û tenduristiyê bi awayekî azad bên dayîn.”
‘Ji bilî aştiyê rêyeke din nîne’
Mahsûm Çiya Korkmaz jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerekî giran berdewam dike û wiha got: “Di nava vî şerî de yek daxwaza me kurdan heye. Em jî weke miletên din dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin û biparêzin. Lê tiştên ku gelên din re dibe heq ji xeynî kurdan kes ji wan re nake heq. Ev pirsgirêkeke mezin e. Niha li Rojava gelê kurd daxwaza statuyekê dikin, ji bo vê yekê bingehek ava kirine, pir bedel û têkoşîneke mezin dane. Di serî de Tirkiye, pişt re ew çeteyên li aliyê Sûriyeyê ne vê yekê ji kurdan heq nabînin û êrişan dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Tevî ku Tirkiye evqas êriş dike jî carekê ji devê kurdan şer derneketiye. Daxwaza wan aştî ye. Ji bo aştiyê jî bang li hemû cîhanê dikin. Dibêjin ‘em naxwazin bikevin nava şerê evqas qirêj, em dixwazin bi axaftinê û diyalogê meseleya xwe çareser bikin.’ Ji ber vê yekê divê Tirkiye jî ji bo diyalogê gavekê biavêje. Heke şer mezintir bibe dê bi her aliyê ve bandorê bike. Ji ber vê yekê ji bilî aştiyê rêyeke din namîne. Hewce ye Tirkiye jî bi kurdan re hev bike. Van êrişên qirêj ên li Rojava didomîne bi dawî bike.”
Mahsûm Çiya Korkmaz, bi lêv kir ku weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo ku ev şer bê rawestandin xebatên xwe didomînin û amadene ku tişta bikeve li ser milê wan bikin.
‘Divê kurd yekitiya xwe ava bikin’
Mahsûm Çiya Korkmaz, diyar kir ku ji bo şer were bidawîkirin divê diyalogek çêbibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bê diyalog mirov nagihe armancekê. Ji bilî vê yekê hewce ye kurd yekitiya xwe ava bikin. Heta ku kurd di nava xwe de yekitiyeke mayînde ava nekin. Ev perçebûyîn dê her tim berdewam bike. Êrişên li dijî kurdan jî dê dîsa berdewam bikin. Tişta ji bo me girîng yekitiya kurdan e. Ya duyan jî divê ji her aliyan re diyalogek çêbibe. Heke ev her du pêk bên em bawer in ku dê di pêşerojê de tiştên xweş çêbibin.”
‘Çima raya giştî ya Tirkiyeyê li dijî êrişan bêdeng e’
Mahsûm Çiya Korkmaz pirsa “Çima raya giştî ya Tirkiyeyê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava evqas bêdeng e kir?” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewce ye raya giştî ya Tirkiyeyê li dijî êrişan dengê xwe derxîne. Divê hemû partiyên çepgir, sosyalîst û yên din ên mûxalîf bibin yek deng û li hemberî vê neheqiya li kurdan tê kirin dengê xwe bilindtir bikin.”