• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

    Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

    Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

Mahmût Altintaş / AW

11 COTMEH 2025 - 08:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman ku di hevdîtinê de Abdullah Ocalan diyar kiriye ku pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye û divê gav bi beramberî hev yanî bi hev re bên avetin.

Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê herî dawî di 3yê Cotmehê de li Girtîgeha Grava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina li gel Ocalan piştî vebûna Meclîsê di seredemeke gelek girîng de pêk hat. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan ev peyam dabû; “Pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.” Piştî hevdîtinê nirxandinên Abdullah Ocalan li ser pêvajoyê û geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin.

Parlamentera Wanê Pervîn Buldan ku endama Heyeta Îmraliyê ye têkildarî hevdîtina 3yê Cotmehê ku 3 seat û nîv berdewam kiribû, ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

* Weke Heyeta DEM Partiyê we di 3yê Cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Grava Îmraliyê hevdîtinek girîng pêk anî, gelo rewşa tenduristî û seheta birêz Ocalan çawa bû?

Birêz Ocalan tevî temenê xwe yê mezin jî bi coş bû û rewşa wî ya tendûristiyê jî baş bû. Ji bo çareseriyê hêviya wî mezin e, ev jî dibe sedema xwe bawerbûneke mezin. Ev yek di rû ye wî de jî xuya dikir. Dîsa li miqabilî me Ocalan ê ku her tim bi coş û bi hêvî bû, hebû.

* Birêz Ocalan aktorê herî sereke yê pêvajoyê ye. Lê tevî vê yekê jî heyeta we mehê carek dikare biçe hevdîtinê. Gelo ev yek bandoreke çawa li ser pêvajoyê dike û birêz Ocalan li ser vê yekê tiştek got?

Em di demeke wisa de ne divê herî zêde bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji ber ku em li ser çareseriya pirsgirêkek sedsalî nîqaş dikin û naxşereya çareseriyê diyar dikin. Ev yek jî ji aliyê birêz Ocalan ve ku aktorekî sereke ye ve tê diyarkirin. Ev berê jî hat rojevê û birêz Ocalan bang li gelek beşên civakê jî kir. Birêz Ocalan got divê ez bi gelek beşên cuda re nîqaş bikim. Hevdîtinên rasterast bi gelek beşên civakê re hewce ne: siyaset, çand, jin, huner, nivîskar, hunermend û ciwan. Daxwazên hemû kesan jî hene ku bi birêz Ocalan re hevdîtine bikin. Hevdîtinên heyetê tenê têr nakin. Ji ber vê yekê, divê her kes bikaribe biçe Îmraliyê û li ser mijaran nîqaş bike. Lê bê guman rêbaza herî guncaw ew e ku birêz Ocalan bi civakê re di nav danûstandinan de be û di nava civakê de be. Di gelek hevdîtinan de, birêz Ocalan jî bal dikişîne ser hevdîtinên sînorkirî û dibêje; xebata di vê rewşê de bi zahmetî dibe. Em jî her tim bal dikişîninli ser vê rewşê.

* Di hevdîtina we ya dawî de çi hate nîqaşkirin, birêz Ocalan li ser vebûna Meclîsê û xebatên wê tiştek anî ziman?

Me hevdîtineke pir baş pêk anî. Bi vebûna Meclîsê re serdema nû, xebatên komîsyonê, geşedanên li Rojhilata Navîn û li ser gelek xalan nirxandinên berfireh kir. Birêz Ocalan diyar kir ku pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye û divê gav bi beramberî hev yanî bi hev re bên avêtin. Her wiha birêz Ocalan hişyarî da û got ku heke gav neyên avetin, di avêtina gavan de derengmayîn çêbibê, hêzên ku li dijî pêvajoyê ne wê bêtir bi hêz bibin.

Li ser vebûna Meclîsê nirxandineke taybet nekir. Lê bi giştî balê kişand ser siyaset, civak û hemû beşên jiyanê û girîngiya muzakereya demokratîk û diyalogê.

* Gelo di hevdîtinê de birêz Ocalan li ser xebatên komîsyonê nirxandinek kir, neçûna komîsyonê ya Îmraliyê birêz Abdullah Ocalan ve çawa dinirxîne?

Birêz Ocalan komîsyona li Meclîsê ava bûye pirr girîng e û bi wate dibîne. Xebatên komîsyonê ji nêz ve dişopîne û di hemû hevdîtinên me de jî derbarê xebatên komîsyonê de agahiyan dixwaze û em jî radigihînin. Birêz Ocalan di wê ferqê de ye ku dem zû derbas dibe û dixwazê hemû dema ku derbas dibe bi gavên erênî bê bikaranîn. Ji ber wê jî divê komîsyon demildest biçe Girava Îmraliyê û pê re hevdîtinê bike. Birêz Ocalan bi israr destnîşan kir ku pêvajo di merhaleyek wisa de ye ku hêzên hegemon û herêmî di amadekariyê de ne. Birêz Ocalan ku vê rastiyê dibîne dixwaze rîtma pêvajoya aştî û çareseriyê bilind bibe. Birêz Ocalan diyar kir ku nirxandinên wî yên girîng hene ku bi komîsyonê re parve bike û her wiha perspektîfeke wî ya xurt heye ku pêşkeşî komîsyonê bike.

* Gelo birêz Ocalan li ser geşdanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gefên rayedarên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava nirxandenek kir?

Birêz Abdullah Ocalan ji berê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinan dike. Çarçoveya nirxandinên wî yên berê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neguheriye. Ew çarçove çi ye; hevpeymana siyasî û civakî ku di çerçoveya Netewa Demokratîk de li ser bingeha hiqûqê parastina mafên jiyanî û helbet pêkanîna rêya 3yemîn e. Birêz Ocalan li ser Rojhilata Navîn nirxandinên rasyonel dike. Rojhilata Navîn navenda pirsgirêk û çareseriya ne. Birêz Ocalan jî di wê ferqê de ye. Heqîqet çi be birêz Ocalan jî wê dibêje û niha jî dibêje. Birêz Ocalan destnîşan kir ku divê rayedarên dewletê dev ji zimanê gefxwarinê berdin. Birêz Ocalan anî ziman ku gavên dîrokî hatine avêtin û got ku divê bi nirxandineke zelal van gavan bê nihêrîn. Her wiha girîngiya zimanê erênî hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Sûriyeyê careke din bi bîr xist.

* Abdullah Ocalan gotibû ‘pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye’, gelo ev pêwîstiyên siyasî û hiqûqî çi ne?

Bi rastî mijara pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ne tenê niha hatin rojevê. Birêz Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk de ew yek destnîşan kiribû. Ji bo pêvajo bi pêşve biçe hewcehiyên gavên siyasî û hiqûqî hebûn. Birêz Ocalan jî ew yek di banga xwe de weke nîşe bi rêya şandeyê ji civakê re parve kir. Niha di merhaleya ku em gehiştinê de birêz Ocalan û tevgera wî ji bo pêvajoyê gavên dîrokî avêtin. Di warê siyasî de biryarên girîng ji aliyê birêz Ocalan û PKKê ve hatin dayîn. Lê ji aliyê dewletê ve ji bilî daxuyaniyên hatine dayîn, di warê siyasî ve biryarên girîng de tu tiştek nehatiye gotin. Erê li Meclîsê komîsyonek ava bû. Hem birêz Ocalan û hem jî em girîngiyeke mezin didin komîsyonê. Lê êdî vê merhaleye ku em gihîştinê, gavavêtina siyasî û hiqûqî mecbûriyeteke. Xebatên komîsyonê divê ji bo gav avêtina hiqûqî û siyasî bibe bingehek. Ev gav hem ji bo pêvajoyê û hem jî ji bo kesên dixwazin aştî û demokrasî pêk were dê baweriyê mezin bike. Em nikarin vê yekê hinek din dereng bixînin. Hewcehiyên siyasî û hiqûqî tê wateya mîsogerkirina gavên şenber ên siyasî û hiqûqî ji bo pêvajoyê.

* Gelo birêz Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê xebatên çapemenî, partiyên siyasî û saziyên civakî çawa dibîne û dikare bişopîne?

Birêz Abdullah Ocalan û hevalên li Grava Îmraliyê ragirtîne bi kedeke mezin hewl didin pêvajoyê û geşedanan bişopînin. Ji bo wê jî bi rastî jî pêwîstî bi başkirina şert û mercên xebatê ya birêz Ocalan heye. Heke ev pêwîstî bicih bên wê birêz Ocalan dikaribe rasterast tev li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk bibe û rêya aştiyê heta dawiyê vebike. Ji ber vê yekê jî şert û mercên azad ên xebata Abdullah Ocalan wê bandorê ne tenê li kesekî bike wê bandorê li ser 86 milyon kesan û siberoja welat bike.

Birêz Abdullah Ocalan li dijî zimanê çapemeniyê rexneyên giran kirin. Birêz Abdullah Ocalan bi lêv kir ku hê kanal û şîrovekar zimanê dijminatî bikar tînin û li ber vê yekê ne razî ye. Birêz Ocalan destnîşan kir ku ev kesên zimanê kirêt û dijminatiyê didin şixûlandin aştî, çareserî û wekheviyê naxwazin û dijminatiyê dixwazin.

* Heyeta we mehê carekê dikare hevdîtinê pêk bîne, gelo hûn vê yekê bi çi ve girê didin?

Em dikarin ji bo hincetên dereng xistina hevdîtinan gelek tiştan bêjin. Lê ji hincetan zêdetir divê em qala tiştên divê bên kirin, bikin. Em qala pirsgirêkeke sed salan dikin. Li çareseriya vê pirsgirêke digerin. Di mijareke wisa dîrokî de muxatabê sereke yê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e û divê zêdetir hevdîtin li gel wî bên kirin. Bêyî ku hewce bi şandeya me hebe divê şert û mercên ku birêz Abdullah Ocalan rasterast nêrînên xwe ji civak û saziyên siyasetê û sivîl re ragihîne. Divê neyê jibîrkirin ku birêz Abdullah Ocalan hewl dide di odeyeke 12 metrkareyî de pirsgirêka ku digihîje 783 hezar 562 kîlometrekare çareser bike. Lêgerîna çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan ne tenê sînorên Tirkiyeyê eleqdar dike, cihê ku Kurd lê dijîn û hemû Rojhilata Navîn eleqadar dike. Ji bo wê jî divê hevdîtin bi rek û pêk bêyî derengxistinê bên kirin. Divê êdî birêz Abdullah Ocalan dikaribe bi şert û mercên azad rabe û azad bibe. Ev ji bo çareseriyeke mayînde, bingeha muzakereyan û pêkhatina aştiyê hewcedariyeke girîng e.

* Heta niha ji bo “mafê hêviyê” tu sererastkirinek nehatiye kirin, hûn vê yekê bi çi ve girê didin?

Ji mafê hêviyê wêdetir, divê pêdiviyên bingehîn ên şert û mercên jiyan û xebata azad a birêz Abdullah Ocalan werin bicîhanîn. Belê, ‘Mafê Hêviyê’ dikare di çarçoveyek yasayî û dadwerî de were bicîhanîn, lê çareserkirina pirsgirêk an pêvajoyê tenê di vê çarçoveyê de jî nêzîkatiyek teng e. Em ji mijara ‘Bila were û li parlamentoyê biaxivê’ derbasî nîqaşa “Gelo komîsyona Meclîsê dê biçe an neçe’ bûn e. Ji bo me kesekî ku aktorê serekê yê vê pêvajoyeyê be, tenê bi nirxandinên qanûnên heyî ji bo wî bên kirin, ev pirsgirêk e.

Em hin tiştan fam dikin, lê heke çareseriyek rasteqîn ji bo pirsgirêka Kurd tê xwestin, heke armanc demokratîkkirina Tirkiyeyê be, heke pêvajoya şer û pevçûnê ya 50 salî bi dawî bibe, divê ji bo birêz Ocalan, çi bi ‘Mafê Hêviyê’ be çi jî di çarçoveyek din de be, sererastkirinek pêk were. Heke ev pêk neyê ji bo baweriya pêvajoyê guman derdikevin. Her çiqas em ji bo birêz Ocalan şert û mercên xebata azad wekî pêwîstiyekê ji bo pêvajoyê dixwazin jî, tevî mafê heviyê mafekî gerdûniyê jî bicihneanîna vî mafî ji bo pêşvaçûna pêvajoyê pirsgirêkek derdixe holê.

 

Etîket: Abdullah OcalanaştîHeyeta DEM Partiyê ya ÎmraliyêPervîn Buldanpêvajo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

11 COTMEH 2025
Banga ji bo mitînga Êlihê: Werin em azadiya birêz Ocalan qîr bikin

Banga ji bo mitînga Êlihê: Werin em azadiya birêz Ocalan qîr bikin

11 COTMEH 2025
MEBYA-DER: Me xwest ku ji bo gorên bênav komîsyonek bê avakirin

MEBYA-DER: Me xwest ku ji bo gorên bênav komîsyonek bê avakirin

11 COTMEH 2025
‘Êdî em dixwazin Rêberê me azad bibe’

‘Êdî em dixwazin Rêberê me azad bibe’

10 COTMEH 2025
Peyama Abdullah Ocalan: Bîranîna Gûrbetellî ji bo me hemûyan rênîşander e

Peyama Abdullah Ocalan: Bîranîna Gûrbetellî ji bo me hemûyan rênîşander e

8 COTMEH 2025
Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e

Bernameya protestokirina Komploya 9ê Cotmehê hat aşkerekirin

8 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (176)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne