Desteya Jîngehê û Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Cizîrê, civîneke pêk anî. Desteya Jingehê piştî civînê Meclisa Jîngehê ava kir.
Li Navenda Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya nûnerên saziyan û çalakvanane civînek pêk anî. Desteya Jingehê piştî civînê, Meclisa Jîngeh (Ekolojî) a Kantona Cizîrê ava kir. Di civînê de piştî deqeya rêzgirtinê rewşa siyasî û jîngehê hate nîqaşkirin, erka Meclisa Jîngehê hat şîrovekirin.
Meclisa Jîngehê ya Kantona Cizîrê ji nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê, Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê, Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, qada ol û baweriyan, Zanîngeha Rojava, Heyva Sor a Kurdî, Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava, ciwan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Hêzên Parastina Jîngehê, Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê, Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê, rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî jîngehê, hejmarek ji çalakvanên parastina jîngehê pêk tê.
Di dawiyê de ji bo hevserokatiya Meclisa Jîngehê ya Kantona Cizîrê Rovend Ebdo û Mihemed El-Elî hatin hilbijartin.