Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku 25 sal berê li sirgûniyê koça dawî kir, bi huner û stranên xwe di dilê hezkiriyên xwe de dijî.
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku 25 sal berê li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da, 25 sal in bi stran û awazên xwe di dilê hezkiriyên xwe û gelê Kurd de dijî. Ahmet Kaya bi hunera xwe ji bo gelê xwe xizmet dikir. Çiqas tenê straneke wî bi zimanê dayikê be jî, stranên wî her tim daxwaza wî ya kûr a azadiya gelê xwe û jiyana hevbeş anîye ziman.
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya di sala 1957an de li bajarê Meletiyê ji dayîk bû. Bavê wî ji netewa Kurd û dayîka wî jî Tirk e. Bavê wî bi eslê xwe ji Semsûrê ye û ji bo kar peyda bike koçî Meletiyê kiriye. Dema Ahmet Kaya ji dayîk bû, bavê wî di kargeheke dewletê de dixebitî. Dayîk, bav û her 5 zarokên malê di xaniyekî piçûk yê kargehê de dijiyan.
Dema bavê wî sazekî ji Ahmet Kaya re dikire, Ahmet Kaya di temenê 6 salî de xwe fêrî lêdana sazê dike û gava xwe ya destpêkê ji bo qada mûzîkê davêje. Di temenê 9 salî de dest bi stranbêjiyê dike û di şeva Cejna Karkeran de stranan ji bo karkeran dibêje.
Di salên 70yî de ji ber rewşa xirab a debara jiyanê û zextên li ser Kurdan, malbata Ahmet Kaya neçar dibe ji bakurê Kurdistanê koçî Stenbolê bikin. Ji beriya ku bibe stranbêj, ji bo debara malbata xwe dabîn bike demekê wek şofêrê taksiyê kar dike, her wiha li gel dostekî xwe yê bi navê Beşar Abî karê şofêriya otobusê dike.
Ahmet Kaya ji zarokatiya xwe ve xwedî ruhekî serhildêr bû. Di 16 saliya xwe de ji ber çapkirina afîş û pankartan tê girtin. Li gel hevalên xwe li Klûba Zanistê ya Gel stran digotin û vê yekê ruhê wî yê serhildêr hîn zêdetir pêş dixist. Ev yeka jî di piraniya albûm û stranên ku li pey xwe hêlayî de derket holê.
Ahmet Kaya di hewldana xwe ya yekem a ji bo derketina ser dikê de, piştî konserekê diçe cem stranbêjê navûdeng Ruhî Su, diçe zanîngeha Boğaz Îçî û ji Ruhî Su dixweze ku guhdariya lêxistina sazê ya wî bike. Piştî stranbêj Ruhî Su vê daxwaza wî qebûl dike, di nîva lêxistina wî de saza wî ji destê wî digre û jê re dibêje: “Nabe ku wek li hespê siwarbûyî li sazê bixî, divê nerm lêbidî.” Lê Ahmed Kaya di şêwazê xwe de israr dike.
Di sala 1985an de albûma xwe ya yekem ya bi navê ‘Negrî Pitikamin’ derxist. Lê albuma Ahmet Kaya di demeke kurt de rastî nefreta rayedarên Tirk hat û hat qedexekirin.
Di 10ê Sibata sala 1999an de dema Xelata Baştirîn Stranbêjê Salê wergirt ji Cemiyeta Rojnamegerên Çapi Tabloyê xelat girt, di axaftina xwe de wiha tîne ziman: “Min stranek Kurdî di nava albûma xwe ya nû de daniye, ji ber ku ez bi eslê xwe Kurdim. Gumanê min nîne ku wê dezgehên bi wêrek hebin ku albûma min biweşînin.” Piştî gotinên xwe xilas kir gelek stranbêjên Kurd êrişî Ahmed Kaya kirin û heqaret lê kirin.
Di 30ê Sibata 1999an de, Dadgeha Asayîşa Nîştîmanî ya Tirkiyeyê tometa xiyanetê xist ser Ahmet Kaya û li hemû derê Tirkiyeyê, Tirkên nijadperest êrişî Ahmed Kaya kirin. Di vê demê de berê xwe dide Ewrupayê û Dadgeha Asayîşa Nîştîmaniya Tirkiyeyê bê amadebûna Ahmet Kaya 12 sal cezayê girtîgehê dide wî.
Di sala 2000an de li Fransayê niştecih dibe. Lê sirgûnê nekarî birînên wî derman bike û di hevpeyvîneke xwe de bi çavên tijî rondik wiha qala xerîbiyê dike: “Havîn be zivistan be, bi şev gelek dicemidim, ne ji ber ku hewa germe yan jî sar e, yek sedem heye ew jî ji ber dûrbûna ji welat e.”
Di sala 2000an de li Fransayê konsereke mezin da ku nêzikî milyonek kes beşdar bû û di vê konserê de cara yekem strana bi navê ‘Em Kurd in heta mirinê’ got.
Ahmet Kaya li surgunê, di 16ê Mijdara sala 2000an de li Fransayê koça dawî kir û li rex Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney spartin axê. Ahmed Kaya û hunera wî ewqas bibandor e ku hîna jî nîjadperestên Tirk ji navê wî ditirsin, ji ber wê jî di 20. salvegera wefata wî de gora wî ya li Parîsê ji aliyê hin kesan ve hat xerakirin. Di jiyana xwe de bi giştî 17 albûm derxist.








