Amed – Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen ku têkildarî tundiya li dijî jinan ji ajansa me re axivî, destnîşan kir ku yekane hêza ku jinan ji tundiya mêran biparêze xwe birêxistinkirin e.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî çalakiyên cur bi cur li dar dixin û bal dikişînin ser tundiya li dijî jinan tê pêkanîn. Jin destnîşan dikin ku her roj bi tundiyê re rû bi rû dimînin û dixwazin ku desthilat li dijî vê yekê qanûnan çêbike. Yek ji komeleya jinan a li dijî her cure tundiya li ser jinan têdikoşe jî Komeleya Jinan a Rosayê ye. Di salekê de 25 jinan têkildarî tundiya aborî, 34 jinan têkildarî tundiya fizîkî, 47 jinan têkildarî tundiya psikolojik, 18 jinan têkildarî tundiya civakî, 13 jinan jî têkildarî tundiya dîjîtal serî li Komeleya Jinan a Rosayê dane. Komeleya Jinan a Rosayê jî alîkariya hiqûqî û psîkolojîk daye jinan. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen têkildarî polîtîkayên tundiyê yên li ser jinan ji ajansa me re axivî.

Sûzan Îşbîlen da zanîn ku Komeleya Jinan a Rosayê komeleyeke ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe ye û wiha got: “Em weke Komeleya Rosayê bi hemû cureyên tundiyê re têdikoşin. Tundiya di nava malê de, ya civakî, ya dewlet hwd. Çi dibe bila bibe di kîjan qada jiyanê de tundî li jinan were kirin, jin dikarin serî li me bidin. Em di encama serlêdanan de di çarçoveya daxwaza jinan de piştgiriyê didin wan. Mînak jin ji kîjan aliyî ve piştgiriyê ji me dixwazin? Bi taybetî jinên ku di nava malê de tundî li wan tê kirin û bixwaze dev ji hevjînê xwe berde, em piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk didinê. Lê ji ber di nava civakê de krîzeke aboriyê heye. Carna ji bo piştgiriya aboriyê jî serî li me didin lê piştgiriyeke me ya di vî warî de tune ye. Em nikarin piştgiriya aborî bikin.”
‘Jin tundiyê ji rêzê dibînin’
Sûzan Îşbîlen diyar kir ku bi jinan re li qadên ku lê dijîn jî hevdîtinan dikin û wiha berdewam kir: “Em ji jinan re vedibêjin ku sedemên tundiyê çi ne. Hûn dizanin di nava civaka me de jin di çarçoveya rola wan a zayendî ya civakî de tundiyê gelek ji rêzê dibînin. Mînak dibêjin ‘Hevjînê min e dê li min jî bixe ji min jî hez bike.’ Em ji jinan re dibêjin ku tundî û hezkirin bi hev re nabin ji ber vê yekê li ser neyîniya tundiyê bi jinan re xebatên hişyarkirinê dimeşînin. Em cureyên tundiyê ji wan re vedibêjin. Dema me ji jinan pirsa ‘tundî li we tê kirin?’ pirsî dema tundiya fizîkî li wan were kirin dibêjin ‘tundî li min hatiye kirin’ lê ne di ferqa tundiya psîkolojîk de ne. Dema bê pere were hiştin vê weke tundiya aboriyê nahesibînin. Ji bilî vê tecawizên di nava malbatê de jî gelek pêk tên vê weke tundiyê nahesibînin. Feraseteke jinan a tundiya di nava malbatê de asayî dibîne heye. Em têkildarî vê yekê xebatên hişyariyê dimeşînin.”
‘Em bi jinan re xebatên hişyariyê dikin’
Sûzan Îşbîlen da zanîn ku li taxan bi jinan re tên bahev û wiha pê de çû: “Dema em vedibêjin ku psîkolojî jî cureyeke tundiyê ye û kîjan liv û tevger tundiya psîkolojîk in dibînin ku ji sedî nod û neh hemû jin rastî tundiya psîkolojîk tên. Bi taybetî biçûkxistina jinan a ji aliyê mêran ve, dû re mêr jinan weke ferdekê nabînin û tenê di rola ‘dayik û hevjîn’ de dibînin. Jin ewqas hatine qanehkirin ku kirina siyasetê, dîtina perwerdehiyê karê mêran e û daxwaza van jî nakin. Dema te pirsî jî dibêjin ‘siyaset kare mêran e, çi eleqeya min bi siyasetê û xebatê heye.’ Ji xwe polîtîkayên desthilatê yên di vî warî de gelek meyldar in. Her tim fermanan dide. Mînak bi rêya Serokê Diyanetê li mizgeftan ferman dide û dibêje ‘jin naxebite, naxwîne, tenê du peywîrên jinan hene; zarokan bînin ser dinyayê, karê malê bikin û mêrê li malê keyfxweş bikin.’ Ev rol ji jinan re hatiye veqetandin. Bi rastî jî rolên derveyî mafên mirovan e, divê jin jî xwe weke ferdekê bibînin, ji bo ku ji vê tundiya mêr xelas bibin divê bi vê yekê re têbikoşin, em li ser van bi jinan re xebatên hişyariyê dikin.”
‘Em bêtir li taxên xizan xebatan dimeşînin’
Sûzan Îşbîlen bi lêv kir ku her mehê bi jinan re tên bahev û ev agahî dan: “Me li gundan ev xebat dan meşandin. Ji aliyê aboriyê ve xizanî çiqas zêde bibe bindestiya jinan jî ewqas zêde dibe. Ji ber vê yekê em bêtir li taxên xizan bi jinan re van xebatan dimeşînin. Piştî ku jin haydar dibin ku komeleyeke weke Rosayê heye tên vir jî û em heman atolyeyan li vir jî li dar dixin. Mînak di warê tenduristiyê de jî jin bi tundiyeke mezin re rû bi rû ne. Jin pirsgirêkên têkildarî mahremiyeta wan hevjînê wê jî di nav de bi kesê re parve nakin. Ji ber ku parve nake nikare tedawî bibe. Ji ber vê yekê jî di dermankirina nexweşiyên weke penceşêrê de pir dereng dimînin. Cureyên tundiyê yên li ser jinan gelek cuda û zêde ne. Armanca me ew e ku em jinan di vî warî de hişyar bikin. Em jinan re vê jî dibêjin ‘hûn ê van ferq bikin û têbikoşin.’”
Sûzan Îşbîlen anî ziman ku bêtir jinên di asta hevberdanê de serî li wan didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke mêr nexwazin dev ji hev berdin daxwaza jinan qet qebûl nakin. Ji sedî 60î jinên ku tên kuştin jî jinên ku di asta hevberdanê de ne. Jinên ku di nava malê de tundî li wan tê kirin jî gelek serlêdanan dikin. Demekê jin tehamulî vê tundiyê dike. Dema êdî jin ji vê yekê gelek aciz dibin serî li me didin.”
‘Ji bo pêşî li tundiyê were girtin divê desthilat qanûnan çêbike’
Sûzan Îşbîlen, diyar kir ku ji bo pêşî li tundiyê were girtin divê dewlet-desthilat qanûnên “Tundiya li dijî jinê sûc e” çêbike û wiha domand: “Ji ber ku xaleke wiha nîne mêr ji necezakirinê cesaretê digirin li dijî jinan dikevin nava hewldanên wiha. Mînak niha qanûna 6284 heye. Qanûneke ku jinan û zarokên keç diparêze ye. Lê qanûn bi awayekî bibandor nayê bikaranîn. Dema mêran tundî li jinan kir û nehatin darizandin an jî dema kêm ceza digirin. Ev yek cesaretê dide wan. Em zêdetir ji bo zorê bidin desthilatê ku qanûnan çêbike têdikoşin. Mînak Peymana Stenbolê hebû ji bo jinan peymaneke gelekî girîng e, ji ber hûrgiliyên peymanê ewqas zêde bûn kî mînak, tecawiza di nava malbatê de weke sûc nayê dîtin di Peymana Stenbolê de ev yek sûc bû û divê hatibûya cezakirin. Ji bo tundiya psîkolojîk jî ceza hebû. Ji ber vê yekê divê desthilat Peymana Stenbolê bi paş ve bîne û vê peymanê pêk bîne.”
‘Rojên taybet ji bo hişyarkirinê girîng in’
Sûzan Îşbîlen ku bal kişand ser xebatên komeleya xwe yên têkildarî 25ê Mijdarê Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, destnîşan kir ku ev rojên taybet ji bo hişyarkirinê girîng in û got: “Lê divê tundî her saniye, her kêlî û her roj bê axaftin û her tim bikin rojev. Em di vî warî de gelek caran daxuyaniyê didin çapemeniyê, meşan li dar dixin û hewl didin her tim di rojevê de bihêlin. Em daneyên xwe jî digirin û em ê di 25ê Mijdarê van daneyan bi rayagiştî re parve bikin. Ji tundiya zayendî bigire heta ya fizîkî heta şopandina dadgehan serlêdan tên kirin û em van daneyan parve dikin.”
‘Divê jin di bingeha xweparastinê de xwe birêsxistin bikin’
Sûzan Îşbîlen axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê vê ji jinan re bêjin; divê jin li dijî tundiyê xwe biparêzin. Em ji vê yekê re dibêjin xweparastin lê divê jin di bingeha xwe parastinê de xwe bi rêxistin bikin. Yekane hêza ku jinan ji hêza mêran biparêze xwe bi rêxistinkirin û hêzdayîna piştevaniya bi jinan re ye. Divê jin ji feraseta ‘Ez vê carê bêdeng bimînim, mêrî bi hêrs nekim, liv û tevgereke ku li min bixe nekim’ dûr bikevin. Ji ber ku hincetên mêran ên ku tundiyê bikin gelek in. Ji ber vê yekê yekane hêza ku wan ji tundiyê biparêze ew e ku xwe bi taybetî di saziyekê jinan de birêxistin bike.”











