Amed – Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, diyar kir ku ji bo Mafê Hêviyê têkeve meriyetê û girtî karibin ji mafê xwe yê hêviyê sûdê bigirin, divê di serî de li Tirkiyeyê zagona înfazê bê guhertin û gelek zagon ji nûve saz bibin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bişert ê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir. DMME’yê jî Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. DMME’yê piştre jî ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan heman biryar da.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ku biryarên DMME’yê kontrol dike ka hatine bicihanîn an na cara ewil di sala 2015’an de biryara “binpêkirinê” xist rojeva xwe û têkildarî Tirkiyeyê ji bo ku qanûnên “mafê hêviyê” pêk bîne çêbike pêvajoya kontrolkirinê da destpêkirin. Lê tevî ku pêvajoya kontrolkirinê hate destpêkirin jî biryar nehatin rojeva Komîteya Wezîran. Di pêvajoya berdewama wê de parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din û saziyên sivîl ên civakî di dîrokên cuda de bi daxwaza ku Komîte bi rojeva “lezgîn” bigire rojeva xwe serlêdan kirin. Di encama van serlêdanan de hin serdeman biryara binpêkirinê ketibe rojeva komîteyê jî ji ber xemsariya Tirkiyeyê li di van pêvajoyan de tu pêşketin çênebû.
Tevî ku 10 sal di ser re derbas bûne jî Tirkiyeyê di mijara biryara “binpêkirinê” de tu gav neavêtiye, lê belê piştî teblîxata rêxistinên civakî yên sivîl a di 31’ê tîrmeha 2024’an de ji Komîteyê re hat dayîn, biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de careke din ket rojeva komîteyê. Komîteya ku di vê çarçoveyê de di navbera 17-19’ê îlonê de di civîna lidarxistî de biryara “binpêkirinê” da biryara xwe aşkere kir. Di biryara ku bi navê “Koma Gurban/Tirkiyeyê” de hate xwestin ku bêyî dereng bikeve Tirkiye bergiriyên pêwîst bigire. Komîteyê hişyarî da ku heke gav neyê avêtin dê di civîna îlona 2025’an de biryareke navberê bê amadekirin.
Di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de nîqaşên nû tên kirin lê destûr nayê dayin Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Herî dawî di serê cotmehê de serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî got ‘Bila Ocalan were meclisê biaxive. Şert danîn pêşiya Rêber Abdullah Ocalan û got “Bila bê bibêje ‘Rêxistin belav bûye. Em we tasfiye dikin’ wê demê em bila qala mafê hêviye jî bike’ Piştî wê di 23’yê cotmehê de biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, di hevdîtinê de got ku tecrîd didome. Lê piştî wê dîsa hevdîtin hat qutkirin.
Mafê Hêviyê bi Abdullah Ocalan re hat Tirkiyeyê
Tekildarî Mafê Hevîyê endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, anî ziman ku têgeha Mafê Hêviyê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya naveroka “Cezayê heta mirinê” derket holê û wiha got: “Ev têgeha Mafê Hêviyê bi biryara DMME’ê ya der barê Birêz Abdullah Ocalan ket rojeva Tirkiyeyê. Piştî darizandina Birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, di sala 2001’an de zagon hatin guhertin û cezayê darvekirinê rakirin. Li şûna cezayê darvekirinê cezayê muebeta giran (heta mirinê) anîn. Ji 2004’an û şûnde ji bo cezayê muebeta giran gotin ‘Cezayê girtîgehê yê muebeta giran.’ Mafê Hêviya berdanê ji jdestê girtî girtin. Ev cezayê heta mirinê bû. Dîsa li gorî xweseriya xwe cezayekî ku înfaza wî giran bû. Di sala 2000’an de parêzeran li ser navê Birêz Abdullah Ocalan serî li DMME’yê dan û diyar kirin ku ev ceza binpêkirina mafên mirovan e. Li ser serlêdana parêzeran DMME’ê di sala 2014’an de biryar da ku ev ceza mafê girtî yê Hêviyê ji holê radike. DMME’yê biryar da ku Mafê Hêviyê heye û divê girtî ji Mafê Hêviyê sûdê bigirin. Piştî biryara DMME’yê Mafê Hêviyê ket rojeva Tirkiyeyê.
Prz. Faîk Ozgur Erol, da zanîn ku ji bo Mafê Hêviyê têkeve meriyetê û girtî karibin ji mafê xwe yê hêviyê sûdê bigirin, li Tirkiyeyê di serî de divê zagona înfazê bê guhertin û gelek zagon ji nûve saz bibin. Ozgur Erol, destnîşan kir ku ji bo girtî ji Mafê Hêviyê sûdê bigirin divê şertê Muebeta Cezayê Giran bê rakirin û li gorî wê zagon bên guhertin û wiha axivî: “DMME, di sala 2014’an de biryara Mafê Hêviyê da. Lê ligel ku 10 sal derbas bûn jî, heta niha Tirkiyeyê di zagnan de tu guhertin çênekirine. Pişti biryara ji bo Birêz Abdullah Ocalan Kaytan û 2 kesên din jî serlêdan kirin. DMME’ê ji bo wan jî heman biryar da. Lê Tirkiye wekî ku tiştek tune be tev digere. Nêzî 10 salan li Tirkiyeyê li dijî Mafê Hêviyê bêdengiyek mezin hebû. Ev bêdengî, nêzîkatiya dewletê ya ker û koriya dewletê ya li dijî biryara DMME’ê ya Tirkiye-Ocalan a şênber bû. Ev helwesta xwe bi hin biryarên din zêde kir.”
Zagonan di filtra ku Abdullah Ocalan jê sûdê negire re diborin
Prz. Faîk Ozgur Erol, destnîşan kir ku bêguman yek ji helwesta dewletê ya ku vê biryarê naxe meriyetê raste rast ji bo Birêz Abdullah Ocalan jê sûdê negire bû. Li Tirkiyeyê di 25 salên dawî de hemû zagonên ku diguherînin bi şiklê ku Abdullah Ocalan jê sûdê negirin di parzûn (filtre) re derbas dikin. Ev jî tê wateya ‘Destûr nadin tu guhertinên ku Birêz Abdullah Ocalan jê sûdê bigire.’ Pergala tecrîdê jî li ser vê hiqûqê pêş xistin. Ji ber vê yekê paraleli siyaseta tecrîdê siyaseta dewlet û îktidarê meseleya Mafê Hêviyê her tim red kir, heta îro.
Divê mirov rola Konseya Ewropayê bibîne
Di mijara ker û korbûna dewletê ya li hemberî biryara DMME’ê de, divê mirov para Komîtiya Wezîran a Konseya Ewropayê bibîne. Nêzî 8 salan dewletê biryara DMME’ê red kir. Konseya Ewropayê 8 salan ev nedît. Çavê xwe ji Tirkiyeyê re girt û destûr da ku Tirkiye biryarê nexe meriyetê. Lê ev biryar gelek girtiyan eleqeder dike. Piştî 2 sal berê saziyên civaıkî ev biryar bibîr xistin, Konseya Ewropa ev biryar xist rojeva xwe û ji Tirkiyeyê pirsîn. Ji ber vê yekê di nêzîkatiya biryarê ya Tirkiyeyê de mirov nikare rol û tecrîda Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê paşguh bike.
Çavê xwe ji îşkenceyê re digirin
Prz. Faîk Ozgur Erol, anî ziman ku di rewşa niha de muebeta giran nêzîkatiyek li diijî mirovahiyê ye û ev yek di jiyana hiqûq, siyasî û civakî de hayê qebûlkirin. Di rastiyê de rejîm qebûl dike ku qedexeya îşkenceyê binpê dike. Di rewşek wisa de çavkirina li hemberî vê îşkenceyê, çavkirina li hemberî îşkenceyê ye. Rêya çareseriyê guhertina vê rejîmê ye. Disa guhertina zagonên ku rê li pêşiya Mafê Hêveiyê veke ye.”