Amed – Li navçeya Pasûrê ya Amedê, welatiyên gundên Cixsê, Xuruç, Tiyaks û Buduka li dijî projeya santrala enerjiya tavê ya ku tê plankirin, nerazîbûna xwe nîşan didin.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, welatiyên gundên Cixsê, Xuruç, Tiyaks û Buduka li dijî projeya santrala enerjiya tavê ya ku tê plankirin, nerazîbûna xwe nîşan didin. Ev proje, ku dê li ser qadeke 25 hektarî bi 30,909 panelên tavê were çêkirin, ji aliyê şirketa VBZ ve tê pêşxistin û ji Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê rapora Nirxandina Bandora Jîngehê ya erênî wergirtiye. Lê belê, gundî dibêjin ku ev santral dê çêregehên wan ên hevpar talan bike, çandiniya ajalan tune bike û bandorek neyînî li ser çavkaniyên avê bike.
‘Em ê biçin ku derê?’
Gundiyên ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin, diyar dikin ku ev proje dê jiyana wan a gund têk bibe. Hecî Nûriye ku niştecihê gundê Buduka ye wiha dipirse: “Ger çandiniya ajalan bi dawî bibe, em ê biçin ku derê? Berê me didin bajar, lê li wir em ê çawa bijîn?”
Ji bo parastina gundê xwe platform ava kirin
Welatî fikarên xwe li ser radyasyona ku belkî ji panelan belav bibe jî anîn ziman û gotin ku ev yek dê tenduristiya wan û heywanan bixe xeteriyê. Proje tenê 48 metre dûrî gund tê plankirin û ev yek jî metirsiyê zêde dike. Gundiyan Platforma Parastina Gundê Buduka ava kirine û bi saziyên ekolojiyê re di nava danûstandinê de ne.

Saziyên Amedê piştgirî didin gundiyan
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û TMMOB jî piştgiriyê didin wan. Her wiha, Baroya Amedê li dijî projeyê doz vekiriye û dixwaze rapora Nirxandina Bandora Jîngehê were betalkirin. Serokê Komîsyona Hawirdorê ya Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan biryara wezaretê wiha rexne dike: “Ev Rapor bi sextekarî têne amadekirin; wêne û agahiyên çewt têne bikaranîn, lê saziyên fermî erê dikin.”

Şêniyên gund bi biryar in
Di lêkolîna komeleya Ekolojiê yê Amedê de hate diyarkirin ku proje dê li ser yekane çêregeha fonksiyonel a gundê Buduka were çêkirin û ew ê dest deyne ser hewz û çemên herêmê. Gundî dibêjin ku proje bêyî şêwirîna wan hatiye pejirandin û ev yek mafê jiyanê yê wan tehdît dike. Şêniyên gund ji bo parastina jiyana xwe di nava têkoşînê de ne û hewldanên hiqûqî didomin.




















