Di êrişa komên çekdar ên giredayî hikûmeta demkî ya Şamê li dijî bajarê Dêr Hafirê de yek jê zarokek 10 salî, 2 kes hatin qetilkirin. Zarokek 16 salî jî birîndar bû.
Komên çekdar ên giredayî hikumeta Şamê û Tirkiyeyê di seatên êvarê de bajarê Dêr Hafirê topbaran kirin. Di encama topbaranê de yek jê zaroka bi navê Fatme El Ehmed a 10 salî û welatiyê bi navê Ebduletîf El Şêx El Hisên ê 65 salî jiyana xwe ji dest dan û zarokê bi navê Xelef Hilal ê 16 salî birîndar bû.












