Çeteyên hikûmeta Şamê êrîşî bajarokê Dêr Hafir li gundewarê rojhilatê Helebê kirin. Di encama van êrîşan de 3 jê zarok 4 welatî jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê bi dronên xwekuj êrîşî avahiya Berîdê ya Dêr Hafir kirin û li wir tenê zirarên madî çêbûn.
Her wiha bi dîmenan hate belgekirin ku çeteyên hikûmeta Şamê malên sivîlan li bajarokê Dêr Hafir topbaran kirin û ev yek bû sedema zirara mezin li mal û milkên sivîlan.
Navên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ev in:
Fatîma el-Ehmed (11 salî)
Hemîda Hîlal (13 salî)
Geram Tariq el-Hemed (13 salî)
Ebdul Latîf el-Şêx Husên (65 salî)













