Amedspor û Adana Demirsporê di hefteya 23yemîn a Lîga 1emîn de hatin hemberî hev û Amedspor bi 7-0 bi ser ket û di lîgê de cihê xwe di rêza yekemîn de parast.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Adana Demîrspor di hefteya 23yemîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.
Alîgiran berxwedana Rojava silav kir
Bi hezaran alîgir jî di trîbunan de cihê xwe girt û bênavber dirûşmên wek, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kîn em? Kurd in em” û “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” berz kirin.
Futbolîst bi pankarta “Em aşiqî futbolê ne, li dijî çêra ne” derketin sehê û hatina futbolîstên Amedsporê ji aliyê alîgiran ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Di beşa ewil a maçê de Amedsporê 3 gol avêtin Adana Demîrsporê. Di beşa duyemîn de jî Amedsporê 4 gol avêtin û maç bi 7-0 bi dawî bû.
Gola ewil Mbaye Diagne di deqîqeya 22yemîn de avêt û piştre jî Sînan Kurt (dk 44), Florent Hasanî (dk 45+1), Andre Poko (dk 52), Florent Hasanî (dk 60), Çekdar Orhan (dk 77) û Tarkan Serbest (dk 77) gol avêtin Adana Demîrsporê.
Her gol avêtinek Amedsporê ji aliyê alîgiran ve coşek mezin hate pîrozkirin û lîlandin û fîkandin û dengê kêfxweşiyê li stadê olan da.
Amedspor 3 puan wergirt û di rêza lîgê de bi 46 puanan di rêza yekemîn de cihê xwe parast.













