Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê tekildarî salvegera erdheja 6ê Sibatê panela, “Piştgirî, têkoşîn û heviyê” li dar xist. Di panelê de qala piştevaniya gelan a ji bo maxdûrên erdhejê û tenê hiştina dewletê hat kirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê tekildarî salvegera 6ê Sibatê li eywana çandê ya Abdulhamît a navenda Semsûrê panela “Piştgirî, têkoşîn û heviyê” li dar xist. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên giredayî platformê û gelek kes tevlî panelê bûn. Li cihê panel hat lidarxistin pankarta li ser, “Em canên xwe bi bîr tînin” hat daliqandin. Panel ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest danê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê belgefîlma qala erdehêje û maxdûrên erdhejê yên Semsûrê dike hat pêşandan.
Piştî panelê plaket dan sazî û rêxistinên ku di erdhejê de piştevaniya gelê Semsûrê kirine. Ewilî Hevşeredarên navçeya Xana Axpar a Amedê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzû plaket wergirtin. Semra Akyuz piştî plaket girt axivî û anî ziman ku dema erdhejê wan xwe gihandiye Semsûrê û piştevaniya wan dê hertim berdewam bike. Hevşeredara Hewagê ya Rihayê Aygul Kapikayali ku plaket girt diyar kir ku piştevaniya wan a bi maxdûrên erdhejê yên Semsûrê re dê bidome.
Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz ku plaket girt jî destnişan kir ku di erdhejê de dewletê alîkariya gel nekiriye û got ku lê gel piştevanî kir. Her wiha gelek sazî, rêxistin, komele û kesayetên di erdhejê de piştevaniyê maxdûrên erdhejê yên Semsûrê kirine jî plaket girtin û hestên xwe yên piştevaniyê anîn ziman.
Piştî danîna plaketan bi dorê endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên Semsûrê axivîn û anîn ziman ku tevî 3 sal derbasbûnê jî li Semsûrê birin nehatinê peçan û pirsgirêkên maxdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Saziyên tenduristiyê ku di panelê de axivîn bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê li Semsûrê tên jiyîn û slayta ku qala 3 salên erdhejê dike jî hat pêşandan.
Panel piştî axaftinan bi dawî bû.














