Amed – Girtiyên nexweş li benda tehliyeyê û dermankirinê ne. Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik anî ziman ku heta ku girtiyên nexweş neyên berdan wê tu daxuyanî û hewldanên ji bo çareseriyê ne jidil bin û peymanên navneteweyî yên ji bo girtiyên nexweş tên binpêkirin.
Heps, zindan, girtîgeh… Hûn çi navî lê bikin jî kurd girtîgehan wek “bîr-çala mirinê” bi nav dikin. Girtî li hepsan dihelin, roj bi roj girtiyên nexweş ber bi mirinê ve tên şandin. Li girtîgehên Tirkiyeyê û bajarên bakurê Kurdistanê bi sedan girtiyên nexweş hene û li benda dermankirinê û tehliyeyê ne. Li aliyekî li girtîgehan tecrîd heye û zext li girtiyan tê kirin û li aliyekî jî gelek mafên girtiyan tên binpêkirin û nikarin ji mafên xwe sûdê werbigirin.
Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Amedê (MED TUHAD-FED) Orhan Işik binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş ji ajansa me re nirxand.
‘Dixwazin girtiyan tasfiye bikin’
Orhan Işik diyar kir ku nêzîkî çar pênc sal in, li hemû girtîgehan şerekî psîkolojîk û taybet li dijî girtiyan tê meşandin û wiha got: “Dixwazin jiyana kolektif û girtiyên şoreşger bitepisînin. Dixwazin wan di girtîgehên ewlehiya bilind de bi tenê bihêlin. Têkoşîna girtiyan bi tecrîd û îzolasyonê tê tasfiyekirin. Zextên li ser girtiyan bingeha xwe ji tecrîdkirina li Girava Îmraliyê digire. Ev tecrîd gav bi gav li hemû girtîgehan hat belavkirin û dijwarkirin. Sîstema ku li Girava Îmraliyê tê meşandin, dixwazin vê sîstemê li hemû girtîgehan bidin rûniştandin. Dixwazin jiyana komunal a têkoşerên di girtîgehan de dîl hatine girtin, ji holê rakin. Li hemû zindanan rojane, hem di warê fizîkî de hem jî di warê psîkolojîk êriş li ser girtiyan tên kirin. Li ser girtiyan polîtîkayek qirêj tê meşandin.”
‘Mînakavê yekê li dinyayê tune ye’
Orhan Işik anî ziman ku tenê zext ne li girtiyan tê kirin, di heman demê de zext li malbatên girtiyan jî tê kirin û got: “Malbatên ku pere ji zarokên xwe yên girtî re dişînin, sûcdar dikin. Pere şandinê jî dikin sûc. Ev yek bi qanûnan hatiye qebûlkirin lê qanûnên xwe jî ji holê rakirine û şandina pereyan dikin sûc. Şandina pereyan dikin hinceta daw û dozan. Dayikên heftê heyştê salî ji ber ji zarokên xwe re pere şandine, wan sûcdar kirine û wan digirin. Ê baş e, gelo wê kî ji van girtiyan re pere bişîne? Dema ku malbat neşîne wê kî bişîne. Mînaka vê yekê li dinyayê tune ye.”
Rerwa girtiyên nexweş
Orhan Işik bal kişnd ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Yek ji pirsgirêka bingehîn a li girtîgehan jî rewşa girtiyên nexweş e. Bi sedan girtî ji ber pêkanîn û polîtîkaya lêgerîn û zextkirinê nikarin biçin nexweşxaneyan. Girtî nayên dermankirin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Di nava çend salên dawî de gelek girtiyên nexweş li zindanan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan ji hepsan derket. Girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran e, adeta rojên wan dijmêrin beriya jiyana xwe ji dest bidin bi du sê berê tên berdan. Mehek li malê namînin jiyana xwe ji dest didin. Ev encama polîtîkaya kuştinê ye. Îro jî bi sedan girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku ji sedî 90 raporên wan astengdariyê hene, nayên berdan. Ji bilî çend girtiyan, girtiyên din ên nexweş nayên berdan. Li ber mirinê ne. Îro li zindanên Tirkiyeyê peymanên navneteweyî yên ji bo girtiyan hatine binpêkirin. Tirkiye ji bo girtiyan li gorî tu maf û peymanên navneteweyî tevnagere. Li gorî xwe sîstemek ava kirin e.”
Girtiyan bernadin
Orhan Işik bal kişand ser girtiyên ku cezayên xwe qedandine û nayên berdan jî û wiha pê de çû: “Her wiha gelek girtî tevî ku cezayên xwe qedandin e jî nayên berdan û tehliyeya wan tên taloqkirin. Ev yek li neyarên mirov jî nayê kirin. Polîtîkayek bêehlaqî li hemberî girtiyan tê meşandin. Li girtiyên sî salî ‘poşmaniyê’ ferz dikin. Bi awayekî kêfî nêzî girtiyan û mafên girtiyan dibin.”
Hejmara girtiyan
Orhan Işik bi bîr xist ku di sala 2004an de li tevahiya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi giştî 50 hezar girtî hebûn û got ku niha 380 hezar girtî hene. Orhan Işik destnîşan kir ku her sal zindanên nû tên çêkirin û wiha got: “Ev jî polîtîkaya nebaş a girtîgehan nîşan dide. Adeta Tirkiyeyê kirine kampa komkirina vekirî. Ji sedî 50’î û belkî zêdetir jî ev girtî kurd in.”
‘Heke ji dil bin, bila pêşî girtiyên nexweş berdin’
Orhan Işik destnîşan kir ku heke behsa pêvajoyekê bê kirin divê pêşî girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Heke hûn dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, beriya her tişî girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e hene. Keremke hema deh girtiyên nexweş berde. Wê çaxê wê jidilbûna wan a nêzî pirsgirêka kurd diyar bibe. Hê hûn tehamûlî girtî û zimanê kurdî nakin, ka hûnê çawa vê meseleyê çareser bikin. Em di polîtîkayên girtîgehan de dibinin ku samîmiyeta desthilatdariya AKP-
MHP’ê ya ji bo pirsgirêka kurd nîne.
Li ser hemû zindanan û Girtîgeha Îmraliyê tecrîd berdewam dike. Tecrîd tenê ne li Girava Îmraliyê ye. Li ser civakê jî tecrîd heye. Sîstemek ku îradeya kurd nas neke, ka gelo wê pirsgirêkê çawa çareser bike?”