Serokkomarê AKPî Tayyip Erdogan sala 2025an wekî “Sala malbatê” îlan kir. Erdogan diyar kir ku piştî 1ê çileya 2025an dê ji bo zarokên ewil ê malbatê 5 hezar lîra alîkarî bidin malbatê. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de li ser malbatê dibêje: “Malbat wekî dewleta biçûk a mêr hatiye avakirin. Ked û karê jinê bêsînor û bêheq dixe ewlehiya dewletê.”
Serokkomarê AKPî Erdogan sala 2025an wekî “Sala Malbatê” îlan kir. Piştî vê yekê rojnameyên di xizmeta desthilatê de manşetên “Mizgînî; piştgiriya mezin a ji bo mêr”, “Alîkariya welidînê”, “Teşwîka zewaca aziban” derxistin pêş û propaganda zewacê kirin.
‘Bi rêya malbatê koletiyê li ser hemû civakê ferz dike’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dîsa di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de, balê dikişên ser malbatê û wiha dibêjie: “Malbat wekî dewleta biçûk a mêr hatiye avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya malbatê ji ber piştgiriya dewlet û îktîdarê bi vî halê heyî bi hêz dibe. A yekemîn malbata ku li dora mêr dibe desthilat, dikin şaneya biçûk a dewletê. A duyemîn jî, ked û xebata jinê bêsînor û bêheq, dixe ewlehiya dewletê. Ya sêyemîn dixwaze jin zarokan xwedî bike û pêdiviyên dewletê yên nifûs û şer pêşwazî bike. Ya çaremîn, dixwaze malbatê wekî rol nîşan bide û koletiyê li ser hemû civakê ferz bike. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî malbatê nêzîkatiyek bîrdozî ye. Bîrdoziya xanedaniyê bi rêxistin û sazî dike.
Bi rêya malbatê civakê kontrol dike
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di analîz û nirxandinên xwe yên berê de; her tim bal kişandiye ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî malbatê ku dewlet çawa wekî amûr nêzî malbatê dibe. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di pirtûka “Li ser aboriyê” de bandora kapîtalîzmê ya li ser Îndustriyalîzm, Malbat û Jinê dinirxîne û wiha dibêje: “Di serdema îndustriya kapîtalîzmê de piştî civaka gund-cotkariyê duyemîn saziya girîng a civakî ya belav bû malbat û jin e.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di pirtûka “Li ser aboriyê” de balê dikişîne ser nêzîkatiya pergala kapîtalîst a li dijî jin û malbatê û vê nirxandinê dike: “Di serdema îndustriya kapîtalîzmê de piştî civaka gund-cotkariyê duyemîn saziya girîng a civakî ya belav bû malbat û jin e. Mijareke girîng a sosyolojiya Rojava ser wê girtiye jî malbat û jin e. Ev sosyolojî naxwaze xwe nêzî ravekirina pirsên çima û çawa malbat hilweçiyaye bike. Di serdema
destpêkê de mafê koleyan ê malbatê tinebû û mirov jî dikare vê rastiyê bi vê ve girêdayî rave bike. Ji ber bêkarî û xizaniya zêde dibe, di civaka şaristaniyê de şert û mercên maddî yê malbata ji rêûresmê bi pirranî ji holê radibe.
Maneya civakî ya malbatê namîne. Wexta ku ferd ji civakê tê qutkirin di vê mijarê de ya para jinê dikeve ew e, zilamê serwer şertên li gorî xwezaya jinê nînin li ser wê bi awayekî zalimane ferz dike û di encamê de jin radestî wî dibe û jinê diavêje kolanê. Koletiya jinê weke ku reklama wê tê kirin di vê serdemê de azadî bi dest nexistiye. Koletiya jinê ya kapîtalîzmê koletiyeke piyaseyê ye, ew çend hûrûkûr e ku şaneyeke wê bi tenê ya nekiribin meta
nehiştine. Di serdema îndustriyalîzmê de ji krîzên pêk tên li ser hêmanê herî girîng li ser jin û malbatê diqewimin. Bi tenê zêde hevdu berdan û zarokên kolanan ne, mêtinkarî û desthilatdariya sînornenas a cinsiyetparêziya civakî, kûrahiya vê krîz û hilweçînê nîçan dide. Pirsgirêka jin û malbatê ya civakê û çareseriya wan weke hêmanên bingehîn ên jiyana azad, di asta teorîk û pratîk de hewceyî bi hewldanên mezin heye.”