• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêveberiya Xweser: Dem hatiye HSD cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire

    Rêveberiya Xweser: Dem hatiye HSD cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire

    Qûrbaniyên komkujiya Gara Enqere li Cizîrê hatin bibîranîn

    Qûrbaniyên komkujiya Gara Enqere li Cizîrê hatin bibîranîn

    Piştî 32 salan hate berdan

    Piştî 32 salan hate berdan

    Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Maria Corinayê

    Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Maria Corinayê

    Banga konserê: Koma Amed bîra hunera Kurdî ye

    Banga konserê: Koma Amed bîra hunera Kurdî ye

    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêveberiya Xweser: Dem hatiye HSD cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire

    Rêveberiya Xweser: Dem hatiye HSD cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire

    Qûrbaniyên komkujiya Gara Enqere li Cizîrê hatin bibîranîn

    Qûrbaniyên komkujiya Gara Enqere li Cizîrê hatin bibîranîn

    Piştî 32 salan hate berdan

    Piştî 32 salan hate berdan

    Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Maria Corinayê

    Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Maria Corinayê

    Banga konserê: Koma Amed bîra hunera Kurdî ye

    Banga konserê: Koma Amed bîra hunera Kurdî ye

    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Prof. Cavallî: Em modela Rojava biparêzin

Navenda Nûçeyan /AW

15 ÇILE 2025 - 09:20
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Prof. Dr. Franco Cavallî bal kişand ser girîngiya modela Rojava û got: “Ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk û aştiyane modela Rojava hêviya yekane ye. Divê em vê modelê biparêzin.”
Piştî ku rejîma Baas 8ê Kanûnê hate hilweşandin, li dora rêveberiya HTŞê nîqaş li ser Sûriyeya nû tê kirin. Dewleta Tirk hem bandora xwe ya li ser Şamê li dijî Kurdan bi kar tîne, hem jî çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ku di bin sîwanê artêşa wê de ye berê wan dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşan bi wan dide kirin. Şervanên HSDê jî zêdeyî meheke bi parastina Tişrîn û Qereqozaxê bendê datînin pêşiya plana dewleta Tirk. Zanyarê Swîsreyî, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Prof. Dr. Franco Cavalli li ser girîngî û wateya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûçegîhanê ANFê Serkan Demîrel re nirxandin kir. Franco Cavallî anî ziman ku modela li Rojava ji bo her kesî mînakeke awarte ye û got: “Kurdan di rewşeke gelekî zehmet de karîbûn pergaleke demokratîk ava bikin. Ev ji tevahiya cîhanê re dibe mînak.” Prof. Franco Cavalli diyar kir ku ew ji ber nêta qirkirinê ya Erdogan bi fikar e û got, “Cîhana demokratîk û pêşverû ji bo parastina Roajva divê ji niha bêhtir têbikoşe.”

‘Zimanê nerm hêzên nêzî DAIŞê zêde kiriye’

Prof. Franco Cavalli bi bîr xist ku niha li Şamê rejîmeke nû ya nêzî Tirkiyeyê rûdinê, ku beriya mehekê weke DAÎŞ’ê terorîst dihate dîtin û got, “Ev kes îro zimanekî nerm bi kar tînin, lê belê ez ji wan bawer nakim. Tişta herî xetere jî ew e ku vê rewşê bandora Îslamiyên nêzî DAIŞê zêde kiriye. Bûyerên dawî yên li Sûriyeyê hêza Erdogan zêde kiriye ku timî dibêje, her tiştên li Rojava divê bêne tinekirin.”

‘Dibe Erdogan daxwaza qirkirina kurdan bike’

Prof. Franco Cavalli bal kişand ser metirsiya li ser alîgirên demokrasiyê yên li Sûriyeyê û Kurdan û dubare kir ku ew qet bawer nake ku rejîma nû demokratîk bibe, mafên jinan an jî hindikahiyan biparêze. Prof. Cavalli bi dewamî got, “Ji ber vê yekê jî gelekî bi fikar im. Di nava 10 salên dawî de qet ewqasî bi fikar nebû bûm. Ev rewş bi taybetî xetere ye, ji ber ku Erdogan nêta xwe ya metirsîdar beriya niha bi rengekî şênberî eşkere kiribû. Dibe ku bixwaze, çawa ku beriya sed salî anîbû serê Ermenan vê carê jî Kurdan qir bike. Ji ber vê yekê jî fikarên min zêde ne.”
Prof. Cavalli anî ziman ku cîhana Rojava ji bo parastina hêza xwe ya li Rojhilata Navîn serî li her rê û rêbazê dide, pêwîstî pê bike wê qirker û mêtingeran jî biparêze û got, “Cîhana Rojava weke ku ji bîr kiriye bê rejîma li Sûriyeyê kî ye. Dibêje her tişt bi erênî dimeşe. Tişta sereke ji bo cîhana Rojava berjewendiyê wan e.”

Demokrasiya rasteqîn Rojava ye

Prof. Franco Cavalli destnîşan kir ku Rojava ku di bin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne li Rojhilata Navîn demokrasiya yekane û rasteqîn e û bang li demokratên li cîhanê hemûyan kir ku Rojava biparêzin. Prof. Dr. Cavalli got, “Yekane demokrasiya rasteqîn a li Rojhilata Navîn li Rojava ye. Li wê derê her kes, hemû hindikahî, jin, mêr xwedî mafên wekhev in. Bi dîtina min modela li Rojava dikare bibe mînak ji her kesî re. Kurdan di nava şert û mercên gelekî zehmet de pergaleke demokratîk ava kirin ku ji cîhanê re bûye mînak. Hemû hêzên demokratîk ên li cîhanê ji bo rizgarkirina ezmûna demokratîk a li Rojava divê hîn bêhtir hewl bidin. Rojava yekane ezmûna demokratîk a li Rojhilata Navîn e. Di dema dirêj de ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk û aştiyane, modela Rojava yekane hêvî ye. Mînakeke din nîne. Diyar e ku terorîstên rastgir ji bo tinekirina vê ezmûnê wê hîn bêhtir hewl bidin, lewma cîhana demokratîk û pêşverû ji bo parastina Rojava divê ji niha û pê ve hîn bêhtir têbikoşin.”

Etîket: Prof. Franco CavallîRojavaSûriye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Nûnera MSDê Sînem Mihemed: Em nûnertiya Sûriyeya demokratîk dikin

Nûnera MSDê Sînem Mihemed: Em nûnertiya Sûriyeya demokratîk dikin

10 COTMEH 2025
Zuhêr Efrîn: Hikûmeta demkî agirbestê binpê dike

Zuhêr Efrîn: Hikûmeta demkî agirbestê binpê dike

8 COTMEH 2025
Tom Barrack li gel Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed civiya

Tom Barrack li gel Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed civiya

6 COTMEH 2025
HTŞê li Sûriyeyê roja Newrozê xist roja dayikan

HTŞê li Sûriyeyê roja Newrozê xist roja dayikan

5 COTMEH 2025
‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

4 COTMEH 2025
PDKê li ser sînorê Rojava dest bi lêkirina dîwar kir

PDKê li ser sînorê Rojava dest bi lêkirina dîwar kir

28 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (157)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne