Rapora Komîsyona Meclisê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û mafên gelê Kurd ên ziman û perwerdehiyê di rojeva cîhanê de cihek girîng girtin. Rojnameya The Washington Postê bi gotina, “Rapor ne tenê li ser ewlehiyê ye, lê her wiha aliyê temsîla siyasî û demokratîkî jî digire nav xwe” bal kişand ser girîngiya rapora Komîsyona Meclisê û The Washington Postê jî pêvajo wekî, ‘firsendek dîrokî’ bi nav kir. Der Spîgel û Le Mondeyê jî girîngiya avêtina gavên şênber destnîşankirin.
Rapora Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin, di rojeva çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt. Weşanên cuda balkişandin ser zêdebûna nîqaşên çareseriyê yên piştî raporê. Di çapemeniya Amerîka, Ewropa û Ereban de mijarên çekdanê, entegrasyona siyasî, rewşa leşkerî li Sûriyeyê û mafên zimanê dayikê hatin nirxandin.
The Washington Post: Rapor temîliyeta siyasî û demokratîk jî digire nav xwe
Rojnameya The Washington Postê îro rapora Komîsyona Meclisê girte rojeva xwe. Rojnameyê di analîza weşandî de bal kişand rapora komîsyonê û wiha nivîsî: “Rapor ne tenê li ser ewlehiyê ye, lê her wiha aliyê temsîla siyasî û demokratîkî jî digire nav xwe. Rapora komîsyonê, ji bilî çekdanê, çarçoveyeke çareseriya siyasî ya firehtir pêşkêş dike ku armanc dike tevgera siyasî ya Kurdî di nav pergala heyî de were entegre kirin.”
The New York Tîmes: Pêvajo fersendeke dîrokî ye
The New York Timesê jî di nûçeya weşandî de pêvajo wekî, “fersendeke dîrokî” bi nav kir û daxuyand ku heman fersenda dîrokî hestiyarîyên navxweyî jî nîşan da. Rojnameyê wiha nivîsand: “Îhtîmala çekdanê dikare ji bo Tirkiyeyê bibe fersendeke dîrokî ku şerê dirêj bidawî bike lê hestiyarîyên siyaseta navxweyî hîn jî hîstiyariya pêvajoyê û aliyên wê yên qels radixe ber çavan.”
‘Divê reform û çekdanî hevdem bimeşin’
Reutersê jî di nûçeya xwe ya 21 Sibatê de mijara reformên somut derxist pêş. Ajansê bal kişand ser van xalan: “Tê hêvîkirin ku reformên di raporê de hatine pêşniyarkirin, bi pêvajoya çekdanînê re hevdemî pêşve biçin û entegrasyona siyasî hêsan bikin.”
BBC: Siyaseta ewlehiyê ber bi reformên siyasî ve diçe
Weşana fermî ya Ingilîstanê, BBCyê jî destnîşan kir ku nîqaşên heyî ji siyasetên ewlehiyê ber bi reformên siyasî û çareseriyên li ser mafê mirovan ve diçin. Di analîza BBCyê de wiha hate nivîsandin: “Pêla nû ya nîqaşan ne li ser ewlehiyê ye lê li ser reformên siyasî û çareseriyên li ser bingehê mafan tê avakirin.”
Le Monde: Derxistina zagonan qonaxa krîtîk e
Rojnameya Fransî Le Monde û kovara almanî Der Spiegel jî di nirxandinên xwe de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) û nîqaşên reformên qanûnî wek qonaxa krîtîk nirxandin. Le Monde bal kişand ser dosyeyên têkildarî azadiya ragihandinê, siyasetmedarên girtî û rêveberiyên herêmî û got ku her guhertineke qanûnî ne tenê ji bo aştiya navxweyî girîng e, lê her wiha dikare bandorê li ser têkiliyên Tirkiye–Yekîtiya Ewropayê jî bike.
Der Spîegelê bal kişand ser biryarên AÎHMê
Der Spiegel jî sepandina biryarên AÎHMê û rewşa dozên siyasî û demên dirêj ên girtinê wek pîvana baweriyê ya reforman nîşan da. Kovara Almanî diyar kir ku her gavê qanûnî di heman demê de têkildar e bi nîqaşên serxwebûna darazê û prensîba veqetandina ji desthilatdariyê tê dîtin.
‘Entegrasyona leşkerî xala krîtîk e’
Di çapemeniya Erebî de, Al Jazeerayê rewşa YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDF) nirxand û nivîsand ve îdîa anîn ziman: “Statûya leşkerî û îdarî ya hêzên bi pêşengiya Kurdan, ji nûve avakirina Sûriyeyê de yek ji mijarên herî krîtîk e.” Al Arabiyayê jî bal kişand ser fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û Asharq Al-Awsat îhtîmala entegrekirina hêzên Kurdî di nav artêşa navendî de anî rojevê.
Girîngiya ziman û çandê bi bîr xistin
Weşanên NHK û Asahi Shimbun ên li Japonyayê weşanê dikin jî bal kişand ser 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî û daxwazên Kurdan ên têkildarî perwerdehiya bi zimanê zikmakî şîrovekirin. Malpera teleSURê jî di nûçeya xwe de têkoşîna gelê Kurd a ji bo çand û ziman nirxand û wiha nivîsand: “Nasîn û pejirandina zimanê Kurdî di perwerdehî û jiyana giştî de, navenda têkoşîna mafên çandî ye.”













