Şirnex – Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade anî ziman ku ew li ser esasê pergala Neteweya Demokratîk perwerdehiya pir zimanî esas digirin û hemû netew bi zimanê xwe perwerde dibinin.
Li rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê di sala 2011an de gavên şoreşa gelan dest pê kir. Piştî şerê şoreşa gelan gelek hêzên paramîlîter li herêmê derketin holê û dest bi qirkirina gelan kirin. Hêzên hegemon ku berjewendiyên wan li Herêmê hebûn piştgirî dan wan hezan. DAIŞê bi piştgiriya wan hêzan li Suriye û Iraqê gelek cih dagir kirin. Arteşa 2 dewletan ku rê li pêş DAIŞê vekir, li Kobanê Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekineyên Parastiya Gel (YPG) pêşî girt û ji bo hemû gelên cihanê bûn rûmeta mirovahiyê. Berxwedana dîrokî ya YPGê û YPJê bi taybetî ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên herêmê rûpeleke nû vekir.
Piştî têkbirina DAIŞê li bajarên Rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîrmeha 2012an de di serî de gelê Kurd û gelên li herême dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Piştî Şoreşa Rojava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat demezirandin û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst li ser fikra Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku, demokrasî, ekolojiyê û azadiya jinê esas digire hatin reşandin. Di pergala Modernîteya Demokratîk de ku Neteweya Demokratîk esas digire hemû gel û pêkhate tevî cûdahiyan jî bi awayekî wekhev bi hev re dijîn. Pergala Modernîteya Demokratîk ku li dijî rêveberiya desthilatdariya yek kesî ya Netew Dewletê; rêveberina gel a Netewa Demokratîk esas digire, bi Meclisên Gel û komînan tê rêveberin.
Bi şoreşa Rojava re gelek guhertin jî li herême pêşketin. Binesaziyên herêmê û bajarên ku di êrişan de hilweşiyabûn ji nû ve hatin avakirin. Ji bo avakirina jiyaneke nû û civakeke bi hev re giredayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nexweşxane, dibistan, zanîngeh, Meclisên Gel, komînên aboriyê avakirin û li herêmê gelek guherîn pêşket. Yek jî ji wan pergala perwerdehiya li ser esasên Netewa Demokratîk bû. Di destpêkê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di Dibistana Şehîd Osman (Osmanê Dadelî) de ji bo amadekirina mamosteyan perwerde da destpêkirin û li wir mamostê hatin amadekirin. Piştî Avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di sala 2014’an de Desteya Perwerde bi awayekî fermî avabû.
Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade pergala perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji ajansa me re nirxand.
Milyonek şagirt hene
Bekîr Cerade bi lêv kir ku piştî şoreşa Rojava ji bo di nava civakê de hişmendiyeke ava bikin wan girîngî da ye perwerdehiyê û li ser esasê Netewa Demokratîk pergala perwerdehiyê saz kirine. Bekîr Cerada tekildarî pergala perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ew dane parvekirin: “Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nêzî milyoneke xwendekar û 3 Zanîngeh hene. Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Şarqê ya Reqayê û li Qamişlo jî Zanîngeha Rojava heye. Her wiha gelek peymangeh jî hene. Peymangehên ji bo mamostêtî, aborî û hemşiretiyê jî hene. Di zanîngehan de nezî 10 hezar şagirt hene. Tenê li kangotna Herêma Firatê nezî 4 hezar û 200 mamosteyê. Li Raqayê nezî 6 hezar, li kantona Cizîrê jî nezî 6 hezar û Şehba jî hezar û 600 mamostê hene.”
‘Her netew bi zimanê xwe perwerde dibin’
Bekîr Cerada bi bîr xist ku beriya şoreşa Rojava Kurd di nava dewleta Suriyeyê de bê nasname dijiyan û wiha got: “Bi şoreşa Rojava re şoreşa ziman jî destpêkir. Beriya şoreşê Kurd bêmaf bûn û perwerdehiya bi zimanê dayikê qedexê bû. Yek tîpa Kurdî jî qedexê bû. Lê bi şoreşa Rojava re gelek guhertin pêk hatin. Bi şoreşê re qedexeyên ku dagirkerên Kurdistanê anî bûn ji holê rabûn. Bi Saziya Zimanê Kurdî (SZK) gelek mamostê hatin perwerdekirin û piştrê jî dibîstan hatin vêkirin. Di pergala Netewa Demokratîk de hemû netew bi zimanê xwe erwerdehiyê dibinin. Bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdehî tê dayin. Bi zimanê biyanî İngilizî, Fransî û Elmanî jî ders têne dayin. Vê yekê bi xwe re rastiya dîrokî zindî kir. Bi perwerdehiya pir zimanî ku hemû netew bi zimanê xwe perwerde dibinin wekhevî, edalet û aramî di nava civakê de ava kir.”
Ferqa perwerdehiya Neteweya Demokratîk
Bekir Cerada diyar kir ku di navbera pergala perwerdehiya Netewa Demokratîk û ya Netew Dewlet de ferq û cûdahiyên mezin hene û cûdahiya perwerdehiya Netewa Demokratîk wiha vegot: “Di navbera pergala perwerdehiya Netewa Demokratîk û a netew dewletê de ferq û cûdahiyên mezin hene. Di perwerdehiya Netewa Demokratîk de ji bo mirovên ku hevdû qebûl dikin, rast û dirûst perwerde tê dayin. Lê di pergala netew dewletê de perwerdehiya yek zimanî, yek çandî û yekperest dihat dayin û gelên din jî tunê dihatin hesibandin. Perwerdehiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku li ser esasê Modernîteya Demokratîk tê dayin pir rengî, pir zimanî û li hevdû qebûlkirin tê esas girtin. Meteryalên perwerdehiya Netewa Demokratîk dîroka rastiya civakî ferî şagirtan dike. Ne dîroka ku hatiyê parçe kirin û rastiya civakî înkar dike.”
‘Armanc civaka ehlaqî û polîtîk e’
Di berdewama axaftina xwe de Bekir Cerada anî ziman ku ew bi rêya perwerdehiyê dixwazin civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin û wiha pê dê çû: “Armanca perwerdehiyê jî ew ê ku heşmendiyeke rast û dirûst bê avakirin. Bi rê ya perwerdehiyê em dixwazin Mirovake/î ku bi pîvanên mirovî dijî, ji xweza, mirov û sewalan hez dike ava bikin. Dema meriv şagirtên ku tên asta zanîngehê dinêre meriv dibîne ku miroveke/î xwedî pîvan û ehlaq e. Mixabin me di pergala perwerdehiya rejîma Baas de xwend. Dema em didin ber hev ferq û cûdahî pir mezin in. Min di pergala perwerdehiyê ya rejîma Baas de jî mamostetî kir. Armanca wê perwerdehiya rejîma Baas niha baştir fehm dikim.”
‘Perwerde kanî ye’
Bekîr Cerada destnîşan kir ku ew ji bo perwerdehiyeke bi rêk û pêk xebatên xwe bênavber didomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Plansaziyên me yên pêşxistina perwerdehiyê hene. Alavên ku pê perwerdehî tê dayin wê bên nûkirin û gelek projeyên me hene. Îsal meteryalên refa 1 û refa 4 hatin nûkirin. Sala bê jî refa 2, 5, 8 û 11 wê bên nûkirin. Em hewl didin ku kêmasiyên hene derbas bikin û meteryalên perwerdê ji aliyê teknîkî ve jî nû bikin. Ji aliyê zanîngehan ve jî kêmbûna mamosteyan heye. Ji bo kêmasiya mamosteyan jî planên me hene. Ji aliyê avakirina dibîstanan ve jî amadekariyên me yên ku li gundan dibîstanan çêbikin hene. Di hundir zanîngehan de jî xebatên me hene ku beşên din jî ava bikin. Perwerde weke kaniyekê ye. Hertim diherikê ji ber wê jî em jî her sal nû dikin û li gor pêdivî û kemasiyan plansaziya xwe dikin û hewl didin kêmasiyên heyî derbas bikin.”