Navenda nûçeyan – Darbeya 12ê Îlona 1980î 45 sal li pey xwe hişt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê darbeya 12ê îlone de gelek nirxandin kiriye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan darbeya 12ê Îlonê wekî çalakiya herî berfireh a Gladîoya NATOyê pênase dike.
Dîroka Komara Tirkiyeyê bi aweyekî dîroka darbeyên eskerî ye. Darbeya 27ê Gulana 1960î, Darbeya 12ê Adara 1971ê, Darbeya 12 Îlona 1980î, Darbeya Postmedern a 28ê Sibata 1997an û herî dawiyê hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an. Me bi minasebeta salvegera Darbeya 12ê Îlonê ya 1980î nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derheqê darbeya 12ê Îlonê de berhevkirin.
Rêberê gelê Kurd di derheqê nêzikatiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û sekna xwe ya li dijî darbeyê wiha dibêje. “Darbeya 12ê Îlona 1980î ji bo heqîqetê ezmûneke girîng bû. Berxwedan û pêşketin, hêmanên welê bûn, rastiya ku Kurd pêve dihatin girêdan weke heqîqetê îspat dikirin. Eger berxwedan nebûya û ez li revê rast hatibûma, rastiya Kurd a me dixwest em pêve bêne girêdan wê derbeke mezin bixwara”.
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derheqê darbeya 12ê Îlonê de wiha ne:
Darbeya 12ê Îlonê çalakiya Gladyo ya NATO ye
“Darbeyên eskerî yên 12ê Adara 1971ê û 12ê Îlona 1980î nîşan didin ku tevgerên şoreşger ên ku hêmanên faşîst ên sivîl nikaribûn wan bitepisînin bi tenê bi darbeyan dikarin werin rawestandin. Ev kelha muhkem a sîstemê timûtim bi tevgerên faşîst ên sivîl ên antî-şoreşê û bi palpiştiya darbeyên eskerî diparêzin. Sîstema komploker a Tirkê Spî ku ji 1925an ve di serî de nasnameya Kurd li dijî tevahiya liv û lebatên demokratîk û hebûnên çandî di nava şer de ye û her ku dihat teşhîrkirin û rûyê wê yê rastî derdiket holê, dîn û har dibû. Hêzên herî operasyonel ên Gladîoya NATOyê hêzên wê bûn. Bi tevahî avahiyên siyasî xistibûn nava lepê xwe. Eger beşek hinekî ji kontrolê derketa bi komên faşîst ên sivîl ditepisandin yan jî wan hêzan têrê nekirana bi tevahî hêzên artêşê dixistin nava tevgerê. Ji ber ku weke sîstemeke Proto Siyonîst rola xwe pêk dianî, ji aliyê hêzên hegemonîk ên global ve dihat destekkirin. Mînakeke din wisa nîne ku gelê xwe evqasî xistibe kontrolê. Anku pêxîrtengbûna modernîteya Tirkê Spî ji nêz ve sîstema global eleqedar dikir. Bi darbeya eskerî ya faşîst a 12ê Îlonê hewl dan ji pêxîrtengiyê rizgar bibin. Ji bo derketina ji vê pêxîrtengiyê polîtîkayên wan ên bingehîn di qada ekonomiyê de vekirina deriyên xwe li derve û pevkelîna bi sîstema global a fînansê re bû, di qada îdeolojîk de jî tevî milletperestiyê laîk berê xwe dan milletperestiya Tirk-Îslamê û bi dewleta netewe ya laîk palpiştiya dewleta netewe ya Tirk-Îslamê kirin. Darbeya 12ê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîoya NATOyê bû. Erk û wezîfeya wê ew bû ku tevahiya çalakiyên şoreşger demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde bitepisîne. Heta roja me ya îro hewl dide ku vê rola xwe bi tevahiya komên faşîst ên sivîl û hêmanên nîv-mîlîter ên sîstemê bimeşîne. Bi tevahî partiyên siyasî çi desthilatdarî dibe çi jî muxalefet dibe, hemû mîna diranê heman çerxê bi rola herî girîng radibin.
‘Gavên serketî yên taktîkî’
Ji bereya dij-şoreşê, me dengê lingên darbeya eskerî ya 12ê Îlonê dibihîstin. Komkujiyên li Mereş, Çorum, Bahçelîevler û kuştina gelek ciwanên şoreşger û rewşenbîran nîşan didan ku ji bilî derketina derveyî welêt rizgarî ne pêkan e. Ji ezmûna 12ê Adara 1971ê têra xwe ders hatibûn girtin. Me dîtibû, kengî kadroyên pêşeng têne tinekirin, rêxistin bi hêsanî careke din nikarin pişta xwe rast bikin. Me di 2ê Tîrmeha 1979an de, gav avêt nava Rojhilata Navîn û ev jî li gorî ruhê têkoşîna demdirêj di cih de bû. Li gorî şerê gel ê demdirêj û ji bo desteka dîplomatîk, me gaveke di cih de û di dema wê de avêtibû. Dema darbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980î pêk hat, bi tevahî komên çepgir derbên stratejîk xwarin, lê PKKê dest bi pêvajoyeke nû û bi hêvî dikir. Eşkere ye ku ev gavên serketî yên taktîkî bûn.
‘Faşîzma mîlîtarîst a NATOyê’
Darbeya eskerî ya 12ê Îlonê pêk hatibû û rûyê mîlîtarîst ê dewletê bi rastiya xwe hemûyî berbiçav bibû. Civak mîna gihiştibe mêrê xwe yê rastî û hiyerarşîk xwe rehet his dikir. Di rabihuriya nêz de kirinên li Kurdistanê diyar bûn. Kirinên di çarçoveya înkar û tinekirinê de bi tevahiya şîddeta xwe li ser kar bûn. Faşîzma mîlîtarîst a ji aliyê NATOyê ve hatibû erêkirin, wê ti cureyê zordestî, şîddet, êşkence û komkujiyê nemana ku nekiribana. Kengî mijar dibû rastiya Kurd û Kurdistanê, qirkirinên bi temamî ji dîrokê û cografyayê rakirin diketin rojevê. Felaketên mezin ên bi serê Ermenî, Rûm, Suryaniyan de û di dema nêz de bi serê berxwedanên Kurdan de hatibûn hînê birînên wan teze bûn û nehatibûn jibîrkirin. Ev sedema fikarên mezin bûn. Kêmasiyên bingehîn jî ew bûn ku li hundir û derve hêzên ewle û têkûz ên xwesipartinê tinebûn.
Kirinên darbeya eskerî ya 12ê Îlonê, di serî de zindana Amedê li zindanên bi mirovan hatibûn tijîkirin êşkenceyên xeternak dihatin kirin û şertên jiyanê bi xwe bi temamî kiribûn mîna kampên komkirinê, van hêmanan hemûyan tavilê destpêkirina pêngava nû ya stratejîk ferz dikir.
Komên şoven ên civakî di dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê de hema bêje tevahiya xebatên xwe rawestandin û nabe ku mirov vê bi tenê bi polîtîkayên zordestî û tepisandinê yên faşîzmê rave bike. Hêzên em qala wan dikin, ji bo gotin û gavên wan hevdu bigirin, ji bo bi pêş bikevin, divê li cem şerê azadî û nasnameya Kurd cih bigirin ango divê biwêrin ku bi PKKê re hevkariyê bikin.
‘Amerîka di tasfiyekirina PKKê de bi roleke çalak rabû’
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahiya hêzên demokratîk û sosyalîst de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKKê de bi roleke çalak rabû. Destek da tevahiya operasyonên eskerî yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina Serokê PKKê Abdullah Ocalan anku çalakiya herî berfireh a Gladîo tevahiya NATOyê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî. Tirkiyê bera ser Sûriyê da. Jixwe Îsraîl jî bi xwe hêza amadekar a vê polîtîkayê bû û bi hostetî ew pêk dianî. Di vê çarçoveyê de Sûriyeyê demeke dirêj li hemberî tevgerên tesfiyekirinê li ber xwe da. Lê di dawiya dawî de ew jî Rûsya jî li gorî berjewendiyên dewleta netewe bi sîstema serdest re li ser hin peymanên bi dizî li hev kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pirr zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tesfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê(DYA) ye.
‘Evangelîstên Îslamgir ji xwe re weke zemînê îdeolojîk hilbijart’
Darbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980î bi sedema ku li hundir muxalefeta gelan zêde bû, li derve jî bi sedema guhertina konjonktura li Rojhilata Navîn (Şoreşa Îslamî ya Îranê, dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve), li şûna ‘milletperestiya Tirkê Spî yê laîk’ ê Komara Pêşî xwe li avakirina Komara Duyemîn a xwe bisipêre ‘milletperestiya Tirkê Kesk ê Îslam Tirk’ rakişand. Di hedefa vê hewldanê de bi awayekî bingehîn muxalifên Tirk ên demokratîk û sosyalîst û muxalifên Kurd ên neteweparêz hebûn. Ummetgir, ya rastî Evangelîstên Îslamgir (Îslama Mûsewî terîqeta nûxwaziyê) ji xwe re weke zemînê îdeolojîk hilbijart. Ya rastî, ji tevgera Nûrciyan heta bi tevahiya Neqşî û Qadiriyan terîqetan xwe bi lez di ber çavan re derbas kirin û veguherîn ekola Îslamî-Cihû ya modern ku versiyona Tirkiyê ya Evangelîstên Xiristiyan-Cihû yên li DYAyê ne. Zemînê rastî yê îdeolojîk ê faşîzma 12ê Îlonê jî ev ekol e.
‘Darbeya 12ê Îlonê ji bo heqîqetê ezmûneke girîng bû’
Darbeya 12ê Îlona 1980î ji bo heqîqetê ezmûneke girîng bû. Berxwedan û pêşketin, hêmanên welê bûn, rastiya ku Kurd pêve dihatin girêdan weke heqîqetê îspat dikirin. Eger berxwedan nebûya û ez li revê rast hatibûma, rastiya Kurd a me dixwest em pêve bêne girêdan wê derbeke mezin bixwara.
Faşîzma 12ê Îlonê bi awayekî mînaka wê tine, zimanê Kurdî qedexe kir. Ya rastî, ev polîtîka jixwe bi awayekî bi dizî û sergirtî dihat meşandin. Bi vê biryarê dixwestin nasnameya Kurdan bi awayekî aşkere tine bikin. Lewma ji bo Kurdan rêbaza bi tenê ya heyînê şer bû. Jixwe riyên din ên xweîfadekirinê hemû bi temamî hatibûn girtin. Ez dema behsa rêgirtinê dikim, mebesta min komên din in. Ji Kurdan re bi ti awayî derfet û îmkan nehatibûn hiştin hebûna xwe îspat bikin û bi awayekî azad bijîn. Di berdêla çi de dibû bila bibûya, encama wê çawa bibûya bila bibûya, şer ne bi tenê riya heyîn û jiyana azad bû, bi awayekî ji bo li ser piyan mayînê derman bû. Jixwe hêzên din bi sedema ku nikarîbûn bi awayekî hêja serî li vî amûrî bidin ji rojevê, ji jiyana civakî derketin. Rastiya ku temsîla wê dikirin nikarîbû wan li ser piyan bigire, wan nikarîbû pê bijîn.