• Nûçeyên Herî Dawî
Abdullah Ocalan: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

Abdullah Ocalan: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

15 HEZÎRAN 2025 - 10:10
Rojên Ma Muzîkê dawî bû

Rojên Ma Muzîkê dawî bû

15 HEZÎRAN 2025 - 21:56
Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

15 HEZÎRAN 2025 - 19:45
Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

15 HEZÎRAN 2025 - 18:58
Divê meclis komîsyona ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike

Divê meclis komîsyona ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike

15 HEZÎRAN 2025 - 17:06
‘Em vegerin gundê xwe’

‘Em vegerin gundê xwe’

15 HEZÎRAN 2025 - 15:50
Îsraîlê dîsa êrîş kir: 7 fermandarên din hatin kuştin

Îsraîlê dîsa êrîş kir: 7 fermandarên din hatin kuştin

15 HEZÎRAN 2025 - 14:45
‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

15 HEZÎRAN 2025 - 13:44
Meclîsa Ekolojiyê ava kirin

Meclîsa Ekolojiyê ava kirin

15 HEZÎRAN 2025 - 12:50
UTAMARA Mihrîcana Zarokan a Kevneşop li dar xist

UTAMARA Mihrîcana Zarokan a Kevneşop li dar xist

15 HEZÎRAN 2025 - 11:19
Di êrîşên Îranê de li Îsraîlê 13 kes mirin

Di êrîşên Îranê de li Îsraîlê 13 kes mirin

15 HEZÎRAN 2025 - 10:57
An faşîzm an jî demokrasî

An faşîzm an jî demokrasî

15 HEZÎRAN 2025 - 08:28
Qedexeyên zozanan çanda sewalkariyê kêm dike

Qedexeyên zozanan çanda sewalkariyê kêm dike

15 HEZÎRAN 2025 - 08:14
ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2025an

15 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

14 HEZÎRAN 2025 - 20:34
Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

14 HEZÎRAN 2025 - 19:58
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojên Ma Muzîkê dawî bû

    Rojên Ma Muzîkê dawî bû

    Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

    Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

    Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

    Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

    Divê meclis komîsyona ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike

    Divê meclis komîsyona ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike

    ‘Em vegerin gundê xwe’

    ‘Em vegerin gundê xwe’

    ‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

    ‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Rojên Ma Muzîkê dawî bû

    Rojên Ma Muzîkê dawî bû

    Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

    Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

    Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

    Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

    Divê meclis komîsyona ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike

    Divê meclis komîsyona ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike

    ‘Em vegerin gundê xwe’

    ‘Em vegerin gundê xwe’

    ‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

    ‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

Navenda Nûçeyan /AW

15 HEZÎRAN 2025 - 10:10
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
*Abdullah Ocalan dibêje; “DYE û hevgirtiyên xwe hemû eskerên xwe jî bixin herêmê nikarin krîzan çareser bikin û ji vê dûr in. Ev pirsgirêkên em behs dikin bi awayekî eskerî nayên çareserkirin. Kesên weke terorîstên Îslamî îlan dikin, ajanên wan in ku wan ew bi xwe afirandine. Li hemberî wan hêzek tineye ku bi awayekî eskerî pêre şer bikin. Belkî Îran heye. Lê eger li Îranê jî bidin wê hêzên qatbiqat zêdetir bi pirsgirêk derkevin holê.”
*Abdullah Ocalan destnîşan dike ku bi tevahî nîşaneyên der barê pêxîrtengiya Rojhilata Navîn de didin xuyakirin ku îhtîmaleke kêm e, dewletên netewe bi restorasyonê karibin gavê biavêjin.

Di 13ê Heziranê de Îsraîlê êrîşê Îranê kir. Alozî û rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de didome. Şerê 3yemîn ê Cîhanê pêl bi pêl belav dibe. Her ku şer kûr dibe, qeyran jî kûr dibe. Şer bêtir xizanî, koçberî û wêraniyê bi xwe re tîne. Şer herî zêde bandorê li ser welatiyan dike û her roj bi dehan mirov tên kuştin. Rêberê Gelê Kurd di 2013an de peyam ji Newroza Amedê re şandibû û diyar kiribû ku êdî bi şer û çekan pirsgirêk çareser nabe. Abdullah Ocalan di peyama Newroza 2013an de wiha gotibû: “Îro serdemek nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî ber bi pêvajoya siyaseta demokratîk deriyekî nû vedibe. Pêvajoya ku milê wê yê siyasî, civakî û aborî serdest e dest pê dike. Pêvajoya ku feraseta wekhevî, azadî û mafên demokratîk esas digire dest pê dike.” Abdulalh Ocalan bi dehan salan e li ser çavkanî û sedemên qeyrana li cîhanê radiweste û hewl dide li dijî vê qeyran û kaosa ku cîhanê dişewitîne çareseriyê pêş bixe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameya 5emîn de bi sernavê “Li Iraq, Afganîstan û Pakîstanê jihevderketina dewleta netewe û ji ber awayê avabûna asêmayîna modernîteya kapîtalîst” balê dikişîne ser qeyran û kaosa li Rojhilata Navîn û çareseriya li dijî vê qeyranê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser şerên cîhanê û encama wan radiweste û diyar dike ku bi pergala Modernîteyê Kapîtalîst qeyran kûrtir dibe û çareserî Modernîteya Demokratîk e.

Nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan a bi sernavê “Li Iraq, Afganîstan û Pakîstanê jihevderketina dewleta netewe û ji ber awayê avabûna asêmayîna modernîteya kapîtalîst” wiha ye:

“Li New Yorkê di 11ê Îlona 2001ê de êrîşeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êrîş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATOyê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî.

Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYEyê li dinyayê. Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYEyê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Armanca pêngava pêşî ya li dijî Afganistanê ew bû, ji bo ku Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn. Eger bixwazin dikarin di nava bîstûçar saetan de dawiyê li wan bînin. Lê ji bo rewakirina şer diviyabû hebûna wan timî di rojevê de bihata hiştin. Di çarçoveya amadekariyên kirî de pêngava pêşî ya şer bi awayekî serketî pêk hat. Pêngava Iraqê jî bi serdestiya teknolojîk bi heman lezê gihişt armanca xwe. Armanc têkbirina rejîma Saddam Huseyîn bû. Ev armanc bi cih hat, lê zehmetiya rastî di qada siyasî de derket holê. Piştî ku rejîmeke asî mîna Iraqê (mirov dikare bibêje waliyê sîstemê wezîfedarkirî yê serî rakir) hilweşiya, tevahiya dîroka şaristaniyê xirabiyên ketibûn ser hev hemû mîna ku Qutiya Pandorayê vebe yek bi yek li naverastê weşiyan, belav bûn.

Iraq welatekî ne ji rêzê bû. Sîstema şaristaniya navendî cara pêşî li vir hatibû avakirin û bi hezaran sal jêre bi rola dergûşê rabûbû. Tevahiya etnîsîte, dîn û mezheb li vê herêmê hatibûn cem hev. Ji aliyê siyasî ve yan rejîmeke hişk a despotîk yan jî sîstemeke demokratîk a ji yên herî radîkal ferz dikir. Di warê pêkanînê de şensê rejîmên siyasî lîberal ên Rojava tinebû. Herweha herêmeke wisa nebû ku bi sosyolojiya Rojava ji hev bihata derxistin. Bi kurtî, ne ew çand bû ku bi paradîgmayên îdeolojîk û siyasî yên Rojava mirov ji heqê wê bihata der. Rewşa derketibû holê dişibiya rewşa piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derketibû pêşiya Ingilistanê. Serketina di qada eskerî de nikarîbû bi heman rolê di qada siyasî de rabe. Berevajî bi hilweşîna rejîmên despotîk ên ji rêûresmê re pirsgirêkên rastî yên civakî li naverastê belav bûbûn û ev ew pirsgirêk nebûn ku modernîteya kapîtalîst karibe serî bi wan re derxe. Ji dema Sumeran ve heman çerx û xelekê xwe dugêsinî dikir. Her gava bi armanca çareseriyê dihat avêtin pirsgirêk mezintir dikirin. Herî zêde jî çandên li herêma Iraqê baş nîşan didan ku pêkanînên dewleta netewe çiqasî pirsgirêkan mezin dikin û çareser nakin. Ji bilî dewleta netewe jî amûrekî din di destê modernîteyê de tinebû. Piştî hilweşîna dewleta netewe jî rewşa derkeve holê ji kaos û anarşiyeke tîpîk wêdetir tiştekî din nîne.

Rewşa li Afganistanê ji ya li Iraqê ne cuda bû. Li wir jî piştî dewleta netewe amûreke amade ya li şûnê deynin tinebû. Ya rastî, piştî li tevahiya herêmê qalikê dewleta netewe şikiya rewşa derket holê dişibiya hevdu. Cîlaya dewleta netewe bi tenê kiribû ku mirov wê weke modern bibînin. Kengî ev cîla were jêbirin û kolan, rastiya derkeve holê pirsgirêkên çandî ne ku hezarên salan e, ketine ser hev û kom bûne. Rejîmên despotîk ên ji rêûresmê bi tenê bi zorê çand tepisandin. Bi vî awayî pêkan nîne ku ew van çandan tine bikin. Cîlaya modernîteyê gelekî seresere û tenik bû. Kengî hinekî biliviya wê bihata xwarê û tabloya rastî derketa holê. Hegemonya DYEyê bi vî awayî diçû birinca Rewanê ji savara malê dibû. Hema hema bi temamî hegemonên modernîteyê di vê de asê diman. Darvekirina Saddam Huseyîn li Iraqê ji aliyê dewletdariya netewe ve dişibe darvekirina Louisê 16. di dema Şoreşa Franseyê de ku bi vê bûyerê re dawî li rejîmên monarşîk dihat. Çawa ku bi darvekirina Louisê 16. re rejîmên monarşîk careke din bi ser xwe ve nehatin û ketin serdema serberjêrçûyînê, bi darvekirina Saddam Huseyîn re jî rejîmên faşîst ên dewletên netewe bi awayekî careke din bi ser xwe ve neyên ketin serdema serberjêrçûyînê.

Tevî ku sîstema hegemonîk hêza xwe hemû bi kar anî, restorasyona rejîmên monarşîk li Ewrûpayê di demên 1815-1830î de cih negirt, bi vî awayî xebatên jinûverestorekirina dewletên netewe yên li Iraq û Afganistanê jî bi ser nakevin: Ji ber ku bi tenê li Iraq û Afganistanê dewletên netewe ji hev de nakevin. Ji dewleta netewe Kirgizistanê ya li ser sînorê Çînê heta bi Fasa li peravên Okyanûsa Atlasê, ji dewletên netewe yên Yemen û Sûdanê heta bi dewletên netewe yên Bosna-Hersek heta bi dewletên netewe yên li Başûrê Qafqasyayê (yên li Bakur jî bi heman rengî ne) li cem tevahiya dewletên netewe heman krîz heye. Ji niha ve ti cudahiya Pakistanê ji Afganistanê nemaye. Libnan, Yemen û Sûdan timî dikelin. Misrê bi awayekî demokratîk hinekî xwe nerm kir bi hilweşînê re rûbirû bû. Cezayîr hê jî bi temamî ji şerê navxweyî rizgar nebûye. Tirkiyeya xwe weke girava aramiyê îlan kiriye, bi saya tevgerên taybet ên Gladîo’yê bi zorê li ser piyan tê girtin. Hema bêje welatekî Rojhilata Navîn tineye ku lê pirsgirêk tinebe. DYE û hevgirtiyên xwe hemû eskerên xwe jî bixin herêmê nikarin krîzan çareser bikin û ji vê dûr in. Jixwe pirsgirêkên em behsa wan dikin, ne ew pirsgirêk in ku bi awayekî eskerî bêne çareserkirin. Kesên weke terorîstên Îslamî îlan dikin, ajanên wan in ku wan ew bi xwe afirandine. Li hemberî wan hêzek tineye ku bi awayekî eskerî pêre şer bikin. Belkî Îran heye. Lê eger li Îranê jî bidin wê hêzên qatbiqat zêdetir bi pirsgirêk derkevin holê.

Bi tevahî nîşaneyên der barê pêxîrtengiya Rojhilata Navîn de didin xuyakirin ku îhtîmaleke kêm e, dewletên netewe bi restorasyonê karibin gavê biavêjin. Ya rastî, piştî salên 1990’î ya hegemonya DYE’yê xwest bike, restorasyoneke dewleta netewe ya mîna restorasyona rejîmên monarşîk di navbera salên 1815-1830’î de bû. Lê restorasyona rejîmên monarşîk çawa cihê xwe negirt, restorasyona dewletên netewe nexasim li Rojhilata Navîn cih nagire. Dewletên netewe li welatên Yekîtiya Ewrûpayê derketin holê û jixwe krîza dawî ya welatên Yekîtiya Ewrûpayê ku her diçe kûr dibe, bi xwe krîzeke dewleta netewe ye. Eger Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze ji krîzê bibihure, divê di dewleta netewe de veguherînên radîkal bike. Dewletên netewe heta serweriya xwe heyî biparêzin krîz jî wê kûrtir bibe. Lê Yekîtiya Ewrûpayê şêst sal in ku ji bo serweriya dewleta netewe bi sînor bike, hewl dida xwe bi pêş bixe. Em dibînin van hewldanan jî têrê nekiriye û ev jî globalbûna krîza dewleta netewe eşkere nîşan dide. Pirsgirêk êdî şêweyê avabûnê yên dewletên netewe ango modernîteya kapîtalîst nîne; pirsgirêk ew e, piştî krîzê wê çi çawa pêk bê. Pêxîrtengî û kaos ê bi çi û çawa çareser bibin? Eger em rewşê bişibînin rewşa piştî hilweşîna Împaratoriya Roma yan jî Împaratoriya Osmanî, em dikarin guftûgo bikin û li çareseriyan bipirsin, gelo li şûna dewletên netewe kîjan tîp rejîm, pêkhateyên siyasî û şêweyên jiyana civakî yên hevpar dikarin pêk bên.

Em ji bo karibin krîza dewleta netewe û piştî wê binirxînin, me xwest em guftûgoyên der barê modernîteya demokratîk de bikin. Li Rojhilata Navîn gelek bûyerên ji zû ve sînorên trajediyê derbas kirine û têne maneya felaketên mezin êdî bi gelan re (Ermenî, Suryanî, Helen, Cihû, Filistînî, Kurd, Tirk, Ereb, Afgan û hwd.) bi tenê bi sînor nînin, tevahiya jiyana civakî ya herêmê hejandine. Rejîmên dewleta netewe û modernîteya kapîtalîst ku bi xwe sedemên van felaket û trajediyên mezin in, êdî nikarin careke din xwe ji nû ve weke çareseriyê pêşkêş bikin. Ji lewra gelekî girîng e ku mirov guftûgoyên modernîteyê zêde bike, ji bo derketina ji pêxîrtengiyê mirov modernîteya demokratîk û derfetên wê yên çareseriyê binirxîne.”

Etîket: Abdullah OcalanafganistanDYAÎranIraqRojhilata Navînşer
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Îsraîlê dîsa êrîş kir: 7 fermandarên din hatin kuştin

Îsraîlê dîsa êrîş kir: 7 fermandarên din hatin kuştin

15 HEZÎRAN 2025
‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

15 HEZÎRAN 2025
Di êrîşên Îranê de li Îsraîlê 13 kes mirin

Di êrîşên Îranê de li Îsraîlê 13 kes mirin

15 HEZÎRAN 2025
An faşîzm an jî demokrasî

An faşîzm an jî demokrasî

15 HEZÎRAN 2025
Hevdîtina ji bo Nukleerê betal kirin

Hevdîtina ji bo Nukleerê betal kirin

14 HEZÎRAN 2025
PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

14 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (221)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne