Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi munasebeta 8ê Adarê danezanek amade kiriye. Pervîn Buldan diyar kir ku danezan dê di mitîngên 8ê Adarê de were xwendin.
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, di bernameyeke taybet a JIN TVde destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamekê parve bike. Pervîn Buldanê, got ku Abdullah Ocalan bi wesîleya 8ê Adarê danezanek amade kiriye û ev danezana di asta nexşerêyê de dê di mitîngên 8ê Adarê de bê xwendin.
Danezanan Jinan
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, tev li bernameya JIN TVyê bû. Pervîn Buldan derbarê hevdîtina xwe ya dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, derbarê hevdîtinên dawî yên bi wezîrên dadê û karên hundir de hin agahî parve kirin. Pervîn Buldan derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bi pêvajoyê re girêdayî wek şande me serdana 2 wezîran kir. Her du jî têkildarî pêvajoyê xwedî erk û berpirsyarî ne. Yek Wezîrê Karên Hundirîn yê din Wezîrê Dadê ye. Me bi Wezîrê Dadê re têkildarî qanûna ku dê were amadekirin axivî û em pê haydar bûn ku amadehiyeke wan jî dê ser vê mijarê hebe, herwiha amadekariyên me jî hene. Me vê yekê di nava xwe de gotubêj kir û biryar da ku bêyî komîsyon bicive em ê bi hev re bicivin. Me destnîşan kir ku piştî cejne em werin ba hev, berî ku em bi komîsyonê re werin ba hev derbarê amadehiya ji bo komîsyonê bi hev re bişêwirin. Wan jî vê yekê erênî nirxandin. Dê piştî cejnê ev qanûn biçe ber destê komîsyonê, komîsyon jî dê raporekê amade kir û ev mijar bêhtir şênber bû. Pêşdîtina me ew e ku ev were Komîsyona Edaletê, dawiya Nîsanê an jî serê Gulanê ev mijar were Lijneya Giştî ya Meclisê.”
‘Me erk û berpirsyariya wan anî bîra wan’
Pervîn Buldan têkildarî hevdîtinên bi wezîran re kiribû ev tişt anî ziman: “Me bi Wezîrê Karên Hundirîn re mijara qeyim axivî. Me bendewariya xwe ya paş de kişandina qeyiman û ji bo îradeya gel bi wan re parve kir. Helbet ev biryar ne tenê ya ku wezîrek bide ye, ji ber biryara îradey siyasetê ye me berpirsyarî û erkên wan anî bîra wan. Me derbarê her du hevdîtinên bi wezîran re raya giştî agahdar kir, me nêrîn û bendewariyên xwe ji wan re ragihand.”













