Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ku şandibû kongreya ANKA-DERê de gotibû ku divê êdî mirin neqewimin. Endamên MEBYA-DERê derbarê peyama Ocalan de diyar kirin ku Abdullah Ocalan dixwaze mirinan rawestîne, ew jî piştgirî didin vê peyamê û gotin: “Hewceye ku her kes piştgirî bide pêyama birêz Abdullah Ocalan.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21ê Kanûnê de peyamek ji kongeraya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER) re şandibû û gotibû ku “Dilsoziya me ya bi bîranîna şehîdên me yên têkoşînê re, avakirina civakekî demokratîk di nava aştiyê de ye. Ez hemû şehîdên têkoşînê ku li ser vê axê ji bo azadî, rûmet û jiyana wekhev a gelan jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.”
Endama MEBYA-DERê Emînê Al û rêveberê MEBYA-DERê Şehmuz Karadag têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin ew piştgirê didin peyamê û naxwazin êdî mirin pêk werin.
‘Em li pey peyama serokê xwe ne’
Endama MEBYA-DERê Emîne Al diyar kir ku kurê wî di şer de jiyana xwe ji dest daye, keça wê jî di girtîgehê de ye û wiha got: “Kurê min Mehmet Şiyar Al (Çiya Amed) di sala 2015an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, keça min Gulistan Al jî di girtîgehê de ye. Abdullah Ocalan serokê gelê Kurd e. Abdullah Ocalan her dem aştiyê xwestiye. Gelê Kurd jî her dem aştiyê xwestiye lê gelê Tirk wekî me aştiyê nexwestine. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze mirinan rawestîne. Di peyama xwe de jî vê eşkere dike. Em jî piştirî didin serokê xwe, em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide. Divê her kes piştgirî bide peyama birêz Abdullah Ocalan. Divê Erdogan jî derkeve û bibêje ‘em jî şer naxwazin’. Divê dewlet ji dest cihêkariyê berde. Çi mafên gelê Tirk hebe divê mafê me jî hebe.”

‘Divê êdî aştî şûna êşê tije bike’
Rêveberê MEBYA-DERê Şehmuz Karadag jî anî ziman ku hewceye her kes piştgirî bide pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan dibêje ‘bi saya şehîdan ev têkoşîn bilind bû û divê em şûna kuştinê jiyanê biafirinîn’. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo gelê Tirk û Rojhilata Navîn e. Birêz Abdullah Ocalan naxwaze êdî ciwan bikevin bin axê. Divê em jî ji bo civaka demokratîk bixebitin. Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da, çiqas êş hatibê kişandin jî divê li gorî wê aştî pêk bê. Serokatî ji bo aştiyê gav avêt û bang kir. Divê dewlet jî li gorî wê gav biavêje. Gava yekemîn jî azadiya Serokatiya me ye. Heta ku Serokatî azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Heke dewlet jî dixwaze aştî pek were, divê demildest gav biavêje.”














