Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzeran a 2ê gulana 2019an de ji bo çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê wiha dibêje: “Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.”
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8ê mijdara 2018an de ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva ku bi hezaran girtî ketine 200 rojan berdewam kir. Di 2ê gulana 2019an de ku grev didomiye, Abdullah Ocalan piştî 8 salan cara yekemîn di 2ê gulana 2019an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Di 22ê gulana 2019an de Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtina duyemîn pêk anî û bang kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Li ser vê bangê çalakiya grevê bi dawî bû.
Piştî bidawîbûna çalakiya grevê, parêzer di 12 û 18ê hezîranê û 7ê tebaxê de dîsa bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştre dîsa deriyên Îmraliyê li parêzeran hatin girtin. Di sala 2019an de ji bo hevdîtinê 104 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan tenê 5 jê hatin qebûlkirin û 67 serlêdan jî ne erênî ne jî neyînî nehatin bersivandin. Ji serlêdanan 32 jê jî hatin redkirin. Di 5 mehên destpêkê yên sala 2020an de jî 38 serlêdanan hatine kirin. Van serlêdanan jî ne erênî ne jî neyînî nehatin bersivandin.
Aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk esas e
Piştî parêzeran di 2ê gulanê de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, peyam şand derve. Parêzer Newroz Uysal ku hevdîtin kir, anî ziman ku Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê ev peyam dan: “Ev pêvajoya em têre derbas dibin pêvajoyek dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevhatinek kûr a civakî heye. Ji bo me aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk esas e.”
Parêzeran destnîşan kirin ku daxuyaniya ku îmzeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din li ser wiha ye: “Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.
Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.
Abdullah Ocalan, Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysi Aktaş.”