Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan got: “Ji bo cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re neaxivîm, di dilê min de ma. Ew xefik û mayînên ku vê têkiliyên xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin.”
Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol ji bo dîtinê çûbûn Îmralî. Heyetê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji bo cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re neaxivîm, di dilê min de ma. Bîranîneke wî ya bi nirx heye. Divê bê jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê keseke zana bû. Em ê valatiya wî nedin hîskirin.
Li ser hiqûqa wekheviyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.Tişta em dikin guherîneke mezin a pradîgmayê ye.
Cewherê têkiliyên Kurd-Tirk cuda ye, ya tê xirakirin têkiliyên wekheviyê ye.
Xwişk-bira şer dikin, lê yek bê ya di nabe. Ew xefik û mayînên ku vê têkiliyên xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin.
Bi rêya şandeya xwe, peyam û hêviyên piştevaniyê yên ji bo min û girêdayî pêvajoya aştî û biratiyê dîsa nameyên rewşenbîran şandî di kesayeta Alain Badoou û Slavoj Zîzek de spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê bi xebatên hevpar ên enternasyonalîst û sosyalîst hev bibînin.
18ê Gulana 2025”