Riha – Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan li ser zimanê dayikê rawestiyaye û gotiye, “Êdî hebûna Kurdan mîsoger bûye û ji niha şûn ve li Kurdistanê hemû saziyên demokratîk divê her tişt û xebatên wan bi Kurdî be.”
Pergala netew newlet ku li ser esasê yek netew, yek bawerî û yek rengiyê avabûyê, hemû netew û baweriyên cuda tune dihesibînê. Ev pergala serdestî, metîngerî û dagirkeriyê pêşdixe bû ye sedema qîrkirina çandî û zimanî. Gelek ziman û netew ji aliyê serdest û metîngeran ve hatinê tune kirin. Li dijî metîngeriyê netewên bindest gelek serhildan pêkanînê. Gelên bindest ji bo azadiya ziman, çand û erdnîgariya xwe li dijî kolonyalîzmê serhildanên mezin pêkanînê û ew serhildan ji hemû gelên bindest re bûnê mînak. Yek jî ji van xwendekarên Bangladeşê ku li dijî metîngeriya Hîndistanê rabûn serhildanê. Gelek xwendekarên Bengladeşê ji bo mafê xwe yê zimanê dayikê dema çalakî li dar xistin, jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Çand, Perwerde û Zanîstê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17ê Mijdara 1999an de ji bo balê bikşînê ser bîranîna wan 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir.
Gelên bindest ku li dijî metîngerî û kolonyalîzme li ber xwe didin 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê weke rojeke têkoşînê dibînin. Gelê Kurd ku bi sed salanê li dijî metîngeriyê li ber xwe dide weke her sal îsal jî dê li qadan daxwaza statûya zimanê xwe bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li dijî metîngeriyê pêşengiya serhildana 29an a Azadiya Kurdistanê kir, di banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku hebûna gelê Kurd mîsoger bû ye û êdî dor dora azadiyeyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiyê jî wateyeke mezin dide ziman û çandê.
‘Civakek ku xwedî li ziman dernekeve dê ji jiyanek kirêt rizgar nebe’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cîlda 5an a Pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bi sernava “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” li ser parastina ziman û çanda Kurdî radewiste. Abdullah Ocalan ziman weke hêmana herî bingehîn a çandê penasê dike û vê nirxandinê dike: “Ziman ji bo civakeke destkêftiyeke hişmendî, estetîk, wate û hest e. Pêşketina ziman û pêşketina jiyanê bi hev re girê dide. Civakek zimanê xwe yê dayikê çiqas pêşbixînê dê jiyana xwe jî ew qas pêş bixîne. Bi heman awayî çiqas zimanê xwe winda bike û bikeve bin zimanê serdest û metîngeran dê ew qas rastî pişaftinê bê. Jiyana civakek rastî pişaftinê hatî ya ehlaqî, estetîk û bi wate nabe û weke civakeke nexweş dê bi awayekî trajik winda bibe. Mînak civakak di rewşa Kurdan de ger xwedî li zimanê xwe dernekeve dê ber bi xîzaniyê ve biçe û ji aliyê ehlaq û estetîkê ve şaş bijî û dê nekarê xwe ji jiyaneke kirêt û xayîn rizgar bibe.
‘Em tu car dev ji zimanê xwe bernadin’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18ê Adara 2013an de di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re pêk anî de li ser destûra bingehîn a Tirkiyeyê û mafên çand û zimanî pêşniyaran dike. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Li gelek welatan hîn herêm diçin referandume û pêşeroja xwe bixwe diyar dikin. Divê ew di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de hebin. Her wiha divê reforma xwe rêveberiyên herêmî jî pêk were. Bi vî awayî meclîsên herêmî ji aliyê aborî, ewlehî, perwerde, çand û tenduristiyê de xwedî gotin bin. Pirsgirêka perwerdehiya zimanê dayikê jî bi vî awayî bi rêya vê yekê tê çareserkirin. Bila baş bê fêmkirin ku Kurd tu car dev ji zimanê xwe bernadin.”

‘Divê her tiştî saziyan bi Kurdî be’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi malbatê re li ser girîngiya zimanê dayikê jî radiweste. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan qala hevdîtina dawî kir û anî ziman ku Abdullah Ocalan li ser girîngiya zimanê dayikê axaftineke dirêj kiriye û wiha qala hevdîtinê kir: “Serok di hevdîtinê de anî ziman ku têkoşîna 50 salî hebûna Kurdan daye qebûl kirin û got ku ‘niha êrê li Kurdistanê hemû saziyên demokratîk divê her tiştên wan, her xebatan wan bi Kurdî be’. Lê mixabin saziyên me hê ne di wê hişmendiyê de ne. Niha ez careke din biçim cem Serok ez ê çi bersivê bidim wî? Saziyên me, partiyên me yên siyasî Kurdî naaxivin. Di daxuyaniyan de bi çend gotinan silavê Kurdî didin û piştre Tirkî diaxivin. Mixabin bi vî awayî saziyên me yên demokratîk nikarin me azad bikin. Em vê qebûl nakin. Serok di hevdîtinê de li ser vê yekê hêrs bû û got ku vê yekê qebûl nekin.”
‘Jiyanê bi Kurdî bijîn’
Mehmet Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de jê re gotiye ku divê Kurd li her qada jiyanê bi Kurdî bijîn û ev nirxandin kirine: “Ev talîmata Serok e. Serok dibêje ‘li her derê, di hundirê malê de, di civînan de û li hemû qadên jiyanê divê jiyana we bi Kurdî be’. Em li dijî pişaftinê bi dewletê re têkoşînê dikin lê di warê ziman de me jî şûna dewletê girtiye. Heke Kurdî nizane divê li Kurdistanê parlamenteriyê neke. Çi heqê te heye tu Kurdan asîmîle bikî. Bi du peyvan Kurdî biaxivin û piştre Tirkî biaxivin, nabe. Em van ji bo hevalên xwe yên Kurd dibêjin. Hevalên me yên Tirk û Ereb bila di saziyên me de bi ziman û rengê xwe hebin. Lê bila hevalên me yên Kurd jî bi ziman û rengê xwe hebin. Serok jî ew yek got. Got ‘teqez em qebûl nakin, heke yek Kurd be û Kurdî nizanibe bi awayekî wîcdanî divê pêşengiyê neke.’ Ew gotin ji hemû sazî û partiyên me re got. Lê mixabin hê jî guhertin tune ye.”













