• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

Navenda Nûçeyan / AW

20 ÎLON 2025 - 08:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

33 sal berê rojnameger û rewşênbîrê Kurd Musa Anter di 20ê Îlona 1992an de li Seyrantepe ya Amedê hat kuştin. Di ser kuştina wî re 33 sal borîn. Lê hîna kujerên Musa Anter nehatine darizandin û cezakirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de qala Musa Anter dike û wiha dibêje; “Mûsa Anter yek ji welatparêzên herî kevin e. Ji salên 1950yî û pê ve, dest bi xebateke edebî kir. Xeteke siyasî ya saxlem an xebateke xurt neşopand, lê hişmendiya xwe ya Kurd parast.”

Rewşenbîr, rojnameger û nivîskarê Kurd Mûsa Anter, ku wekî “Apê Musa” jî tê nasîn, di sala 1920î de li gundê Zivingê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û dibistana navîn û lîse jî li Edeneyê qedand. Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Diya wî, Fesla Xanim, yek ji yekem muxtarên jin ên Tirkiyeyê bû. Di sala 1944an de, Apê Musa bi keça Abdurahîm Rehmî Zapsu Ayşe Haleyê re zewicî. Ji vê zewacê, kurê wî yê mezin Anter, di sala 1945an de, keça wî, Rahşan, di sala 1948an de kurê wî yê piçûk, Dîcle, di sala 1950î de ji dayik bûn.

Di salên ku rewşenbîrên Tirk û Kurd li ser meseleya Kurdan difikirîn û nîqaş dikirin de, Anter nivîskarekî rojnameya Îleri Yurt a li Amedê bû. Piştî weşandina helbesta xwe ya “Qımıl” ew di doza 49 rewşenbîrên Kurd de, ku wekî “Darizandina 49an” tê zanîn, bersûc bû.
“Kimil” helbesteke Mûsa Anter e ku di nivîsa xwe ya bi navê “Amma Ne İleri Yurt” de, di 31ê Tebaxa 1959an de hatiye nivîsandin. Çîrok pir sade ye; keçeke ji Siwêregê kîsikek genim, ku tijê nav qimil bûne dibe ba firoşkarekî. Dema ku dibîne ku genim nayê bikar anîn, firoşkar red dike ku wê bikire, û helbest bi van gotinan diqede: “Xweşikê, xem meke, birayên te niha radibin da ku te ji zirara kimilan û mijokdaran rizgar bikin.”
Apê Musa ji ber vê helbesta xwe bi cezayê îdamê hate darizandin, lê piştî darbeya 27ê Gulana 1960î hate efûkirin. Dema ku di girtîgehê de bû, Musa Anter şanoya Birîna Reş û ferhengeke Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî nivîsand. Piştî serbestberdana xwe, wî bi Medet Serhat û Ergun Koyuncu re kovara Deng weşand. Deng jî piştî demeke kurt hat girtin. Di Hezîrana 1963an de Apê Musa dîsa hat girtin û darizandina 23 kesan dest pê kir. Ew li girtîgehên Mamak, Sultan Ahmet û Balmumcuyê ma. Piştî serbestberdana xwe, ew di Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) de cih girt. Di hilbijartinên 1965an de li Mêrdînê bû namzetê parlementeriyê, lê ji ber guhertina namzetê di kêliya dawî de, ew wekî serbixwe bû namzet.

Di sala 1967an de, cezayê wî yê yekem hat bicîhanîn û ew ji bo salekê şandin Çanakkaleyê. Piştî Çanakkaleyê, ew li mala xwe ya li Suadiyeyê ma. Ew di nav damezrînerên Ocaxên Çandê yên Şoreşger yên Rojhilat de bû. Di 12ê Adara 1971an de ew ji nû ve hat girtin û sê salan li Girtîgeha Leşkerî ya Seyrantepeyê ma. Piştî serbestberdanê, ew li Akarsuyê bi cih bû. Di 12ê Îlona 1980an de, ew li Girtîgeha Nisêbînê hat girtin. Piştî demeke kurt ew hat berdan. Wî di sala 1985an de ji nû ve dest bi nivîskariyê kir û Vaka-i Name nivîsand. Di sala 1988an de, ew li mala xwe ya li Dragosê bi cih bû. Wî ji bo kovar û rojnameyên Tewlo, Azadiye Welat, Rewşen û Gundemê gotar bi Kurdî û Tirkî nivîsand. Ew endamê Partiya Kedê ya Gel (HEP) bû, ku di sala 1988an de hatibû damezrandin. Ew di nav damezrînerên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Enstîtuya Kurdî de bû, ku di destpêka salên 1990î de hatibûn damezrandin.

Musa Anter li ser heviyê wiha dibêje: “Qet bêhêvî nabe. Milet xwedî dîrokeke dirêj in. Ez niha 70 salî me. Ez 55 sal in vê têkoşînê dimeşînim. Min hîn jî hêviya xwe winda nekiriye. Karê ku hûn dikin pir biqîmet e. Dibe ku êdî tiştek ji wan neyê teqdîrkirin, lê rojekê, her tiştê ku hûn dinivîsin dê mîna alavekê bihejîne.”

Bersivên Anter ji bo pirsên di hevpeyvîna ku wî di sala 1990î de li Nisêbînê bi Firat Cewerî re daye, herî dawî di hejmara 14an a kovara Dilopê ya Gulan-Hezîrana 2020î de bi sernavê “Gozek min mîna Zaloglu tune, lê pênûsek min heye” hatine weşandin.

‘Ew welatparêzekî herî kevn e’

Rêberê Gelê Kurd ji bo Musa Anter di nirxandineke xwede wiha dibêje: “Nirxandinek wî heye. Ew dibêje ku berî PKKê têkoşîneke Kurd hebû. Pêşketin hebû. Lê berî PKKê ew tenê gihîştibû sifirê. Musa Anter dibêje, ‘Ew têkoşînek e ku ji sifirê bin sifirê hatiye anîn sifirê.’ Ji ber vê yekê, wî rastî fêm kiriye. Bi pênasekirina xwe, ew hewl dide ku bêje, “Min ew hemû gihandiye sifirê.” Ev rast e, û ew tiştê ku ez dibêjim îspat dike. Rewşa ku niha derdikeve holê ev e. Em neçar man ku hemî jêhatîyên ku hin neteweyan di çend sedsalan de, bi rêya gelek tevger û meylên, û ji serdemek bo serdemek din pêş xistine, bi carekê, bi awayekî tevlihev, ji nişka ve û teqîner, pêk bînin. Ev ji ber ku zextên heyî û dîroka neyînî ya berhevkirî ya sedsalan me neçar kir ku em wiya bikin. Kesayetiya min, heta radeyekê, îfadeyek berbiçav a vê yekê ye.
Mûsa Anter yek ji welatparêzên herî kevin e. Ji salên 1950iyî û pê ve, dest bi xebateke edebî kir. Bê guman, bi rêbazên dijwartir ên paşê ew bêdeng kirin û xistin cihê xwe. Xeteke siyasî ya saxlem an xebateke xurt neşopand, lê hişmendiya xwe ya Kurd parast. Ji ber ku nikarîbû bi tevahî xiyaneta ku gelek kesên din ketine nav wê fam bike, her gava ku derfet dît, ew ji nû ve zindî bû.
Min ew di salên 1970an de dît. Em çar-pênc heval bûn, ji DDKOyê derdiketin. Xwepêşandanên Dev-Genç hebûn. Wî û xortan bi hev re şer dikirin. Wî digot, ‘Divê em xwe ji vê tofanê biparêzin.’ Ev nirxandina wî hebû. Wî dixwest vejîne, lê DDKO û tevgerên Kurd ên paşê şansê wan ê pêşkeftinê zêde tune bû. Lê Kurdbûn her gav di dilê wî de bû. Her gava ku derfet didît, ew amade bû ku her tedbîrekê bigire.

Ew milîtanekî 77 salî ye

Wî qîmeteke mezin dida gerîla. Bê guman wî bi awayekî bêrûmet nêzîkî wê nebû. Nirxandinên rastîn ên li ser olê kirin û helwestên wêrek pêş xistin. Li ser Kemalîzm û siyasetmedaran helwestên pir wêrek pêş xistin. Bi kurtasî, ber bi dawiya jiyana xwe ve, ew gihîşt tonek bi rastî jî şervan. Bê tirs, bi awayekî şoreşgerî nêzîkî wê bû. Û ez bawer dikim ku serdana wî ya dawî ya bo Dîyarbekirê berdewamiya wê şêwaza şervan bû. Mîna ku ew bigota, “Her çend ez li welatê xwe bimrim jî, bê tirs…”
Apê Musa welatparêzekî Kurdistanê bû, dilsozê partiyê bû. Ew şehîdê Kurdistana Mezin e. Ji ber vê yekê, bersiva herî baş ku em dikarin bidin şehîdên xwe ev e ku em bi awayekî rastîn nêzîkî wan bibin, bi awayekî rastîn şoreşger bersiv bidin û bi awayekî bilind a pêşketina şoreşgerî bîranîna wan bi tevahî rêz bigirin. Li ser vê bingehê, em soz didin ku em ê hîn bêtir dilsozê bîranîna kesên ku di navê Özgür Gündemê de şehîd bûne bin û daxwazên wan bi hêza herî bilind bicîh bînin.”

 

Etîket: Apê MûsaMûsa Anter
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dest pê kir

12 HEZÎRAN 2025
Zanîngehê pankarta Apê Mûsa ya bi Kurdî asteng kir!

Zanîngehê pankarta Apê Mûsa ya bi Kurdî asteng kir!

29 GULAN 2025
Rojnamegeriya Kurdî li dijî zextan dîroka berxwedanê nivîsand

Rojnamegeriya Kurdî li dijî zextan dîroka berxwedanê nivîsand

23 NÎSAN 2025
Doza kujerên salên 90î bi hinceta demborînê hat betalkirin

Doza kujerên salên 90î bi hinceta demborînê hat betalkirin

27 ÇILE 2025
Eyleme Babayîgît 3 rojî yo destbendkerde ya

‘Divê pênûsa rojnamegeran li erdê nemîne’

27 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (324)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne