Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di 7ê tebaxa 2019an de ev daxuyanî dabû. “Birêz Abdullah Ocalan bi hewldaneke pir bi heybet dema dewlet û aqilê dewletê analîz dike û dibêje: “Tu pêwîstiya kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa ‘Gelo ma pêwîstî bi hiqûqeke kurdan jî heye an na?’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe yên bi parêzer, malbat û şandeyan de balê dikişîne ser siyaseta demokratîk, aştiya civakî, tifaqa gelê kurd û tirk û aştiyek bi rûmet. Dema di 7ê tebaxa 2019an de parêzer çûbûn Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn, dîsa bal kişandibû ser têkiliya gelê kurd û tirk û mafê kurdan ên hiqûqî û zagonî.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina parêzerên wan ku li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 7ê tebaxê de hevdîtin pêk anî daxuyanî da raya giştî û gotin: “Me 7ê Tebaxa 2019an bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan de rojeva sereke yên pêşketinên dîrokî, têkiliyên Kurd-Tirk, gotubêjên li ser rewşa şer û rageşiyê axivî. Têkiliyên Kurd-Tirk ên ji Ahlat û Malazgirtê destpê kir heta Destûra Bingehîn a 1921ê hate nirxandin, diyar dike ku têkildarî vê mijarê bi hestyar hemû derdor divê li gorî wê tevger bike. Dixwaze xwe bi Kemalîst, dixwaze jî bi Osmaniyên Nû îfade bike, her du hişmendî jî, divê li gorî dîrok û têkiliyên Kurd-Tirk rast û helwestekî erênî nîşan bide. Birêz Ocalan ji israra polîtîkayên şer û rageşiya heyî bi fikar e. Bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, îsrara di vê polîtîkaya li herêmê de wê encamên hê girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne. Hewldanên demokratîk ên wî di demê Ozal de heta niha ji aliyê kontra gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê. Gotina Ozal a sala 1993’an a ‘Bi şer çareserî nabe’ bibîr xist, tevî parastina rastiya vê rewşê jî îro biryardariya Ozal nîşan dide, vîna wê ku lêpirsîn dike heye.
Hiqûqek kurdan heye an na?
Birêz Ocalan bi hewldaneke pir bi heybet dema dewlet û aqilê dewletê analîz dike; li dijî dîroka derew, mijûlkirin û sext ya ku aqilê şovenîstiyê ye, li gorî têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî û dîroka rast ji bo Kurdan cih dixwazim vekim. Di vê çarçoveyê de ti pêwîstiya Kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa ‘Geloa ma pêwîstî bi hiqûqek ya Kurdan jî heye an na?’ kir. Her timî lêgerîn li ser jiyana azad, mirovê azad û civaka azad a çil salî dom dike kir, diyar kir ku aqilê Kurdan ava dike.