• Nûçeyên Herî Dawî
Abdullah Ocalan: Avakirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne

Abdullah Ocalan: Avakirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne

14 HEZÎRAN 2025 - 13:39
Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

14 HEZÎRAN 2025 - 20:34
Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

14 HEZÎRAN 2025 - 19:58
‘Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin’

‘Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin’

14 HEZÎRAN 2025 - 19:48
Hevdîtina ji bo Nukleerê betal kirin

Hevdîtina ji bo Nukleerê betal kirin

14 HEZÎRAN 2025 - 19:21
PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

14 HEZÎRAN 2025 - 17:04
Şaxa ÎHDê ya Wanê kongreya xwe li dar xist: Bila sivîl jî tev li pêvajoyê bibin

Şaxa ÎHDê ya Wanê kongreya xwe li dar xist: Bila sivîl jî tev li pêvajoyê bibin

14 HEZÎRAN 2025 - 16:25
Weqfa Mezopotamyayê kongreya xwe li dar xist: Em ê zanîngehek Kurdî ava bikin

Weqfa Mezopotamyayê kongreya xwe li dar xist: Em ê zanîngehek Kurdî ava bikin

14 HEZÎRAN 2025 - 16:24
16 baro diçin Enqereyê: Em ê mafê heviyê bixwazin

16 baro diçin Enqereyê: Em ê mafê heviyê bixwazin

14 HEZÎRAN 2025 - 15:44
Têkoşîn dê bidome

Têkoşîn dê bidome

14 HEZÎRAN 2025 - 15:01
Tûncer Bakirhan: Çareseriya Îranê demokratîkbûn e

Tûncer Bakirhan: Çareseriya Îranê demokratîkbûn e

14 HEZÎRAN 2025 - 13:57
Piştî 5 caran taloq kirin serbes berdan

Piştî 5 caran taloq kirin serbes berdan

14 HEZÎRAN 2025 - 13:08
Aqûbeta Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk pirsin

Aqûbeta Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk pirsin

14 HEZÎRAN 2025 - 12:56
Du fermandarên din ên Îranê hatin kuştin

Du fermandarên din ên Îranê hatin kuştin

14 HEZÎRAN 2025 - 12:00
Gerry Adams: Azadiya Ocalan mijareke girîng e

Gerry Adams: Azadiya Ocalan mijareke girîng e

14 HEZÎRAN 2025 - 11:53
1emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

1emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

14 HEZÎRAN 2025 - 10:15
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

    Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

    Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

    Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

    ‘Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin’

    ‘Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin’

    PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

    PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

    Şaxa ÎHDê ya Wanê kongreya xwe li dar xist: Bila sivîl jî tev li pêvajoyê bibin

    Şaxa ÎHDê ya Wanê kongreya xwe li dar xist: Bila sivîl jî tev li pêvajoyê bibin

    Weqfa Mezopotamyayê kongreya xwe li dar xist: Em ê zanîngehek Kurdî ava bikin

    Weqfa Mezopotamyayê kongreya xwe li dar xist: Em ê zanîngehek Kurdî ava bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

    Rojên Ma Muzîkê di roja seyemîn de ye

    Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

    Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

    ‘Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin’

    ‘Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin’

    PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

    PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

    Şaxa ÎHDê ya Wanê kongreya xwe li dar xist: Bila sivîl jî tev li pêvajoyê bibin

    Şaxa ÎHDê ya Wanê kongreya xwe li dar xist: Bila sivîl jî tev li pêvajoyê bibin

    Weqfa Mezopotamyayê kongreya xwe li dar xist: Em ê zanîngehek Kurdî ava bikin

    Weqfa Mezopotamyayê kongreya xwe li dar xist: Em ê zanîngehek Kurdî ava bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Avakirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne

Navenda Nûçeyan / AW

14 HEZÎRAN 2025 - 13:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di beşa bi sernavê “Hûnandina dewletên neteweyên ereb û Îsraîlê” ya Paraznameya 5emîn de balê dikişîne ser avakirina dewleta Îsraîlê û encamên wê. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku modela Netew Dewletê ya 100 sal berê ku li Rojhilata Navîn belav bû, nikare bibe bersîv û li şûna qeyranê çareser bike, şer û kaosê zêdetir dike.
Abdullah Ocalan dibêje: “Avakirin û îlankirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne. Kengî li herêmê hêzên hegemonîk ên dawî Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê veguherandin dewletên netewe yên mînîmalîst û hewcedar, hingê ji valatiya desthilatdariyê ya derket holê weke hêza hegemon a kakil a hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst Îsraîl derket holê. Îsraîl weke hêza kakil a hegemon hatiye hûnandin û ev xusûseke gelekî girîng e.”
Şerê sêyemîn ê cîhanê ku bi şerê kendavê û Iraqê dest pê kir, îro her ku diçe li cîhanê belav dibe. Piştî şerê li Sûrî, Iraq Kurdistanê û şerê di navbera Îsraîl û Filistin, Rûsya û Ukrayna de pêş ket, niha şer di navbera Îsraîl û îranê de didome. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya “Çareseriya Neteweya Demokratîk û Pirsgirêka Kurd” beşa “Hûnandina Dewleta Netewe yên Ereb û Îsraîlê” de li ser avakirina Îsraîlê û encamên wê nirxandinê girîng kiribûn.

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên 15 sal berê li ser Îsraîlê wiha ye:

“Yek ji jêderên bingehîn yên pêxîrtengiya Rojhilata Navîn pêvajoya bi hev re avakirina dewletên netewe yên Ereb û Îsraîlê ye. Dema di serê sedsala 19emîn de Ingilîstanê li ser Împaratoriya Osmanî dest bi operasyonan kir, wê şêxên Ereban weke beştê pê deriyên kelhan dişkînin bi kar anîn. Wê li Balkanan zanyarên dînî yên Ortodoks ên bi eslê xwe Grek bi kar anîn û destek da avakirina dewleta netewe ya Yewnan û bi vî awayî jihevdeketina Împaratoriyê li Balkanan bi lez kir. Li Başûrê Împratoriyê li Nîvgirava Erebistanê ku li ser riya Hindistanê xwedî pozîsyoneke stratejîk bû, xebateke bi heman rengî meşand, ango dewletdariya netewe ya Ereb bi destê zanyarên dînî yên Misilman yanî bi destê şêxên temsîla hiyerarşiya jor dikirin destek kir. Di heman demê de bi riya Kurdistanê jî bi şêxên terîqetan ên ji Silêmaniyê (di serî de Neqşî û Qadirî) ket nava hewldanên bi heman rengî. Li ser Başûrê Şahtiya Îranê jî kontrola wê ya her diçû zêde dibû pêşde bir. Pêvajoya pêşî bi serîrakirinan dest pê kir, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rejîmên mandater, bi Şerê Cîhanê Yê Duyemîn re bi dewletên netewe yên tam bi gewedebûyî bi encam bû. Di vê navberê de Împaratoriya Osmanî tesfiye bû. Li herêmê valatiyeke mezin çêbû yan jî çêkirin. Ingilistan bi xwe çawa ku li Hindistanê jî qewimî nikarîbû yekser weke hêzeke mêtinger li herêmê bi cih bibe. Lê hêzeke hevrik jî nehişt. Hewl da, Komara Tirkiyê û rejîmên Ereb ên manda di heman çarçoveyê de (Mijara sereke ya guftûgoyên li Kongreya Sêwazê li ser mandatiya Ingilîz an DYE’yê bû) û di heman demê de (1920) bihûne, pêk bîne. Helwesta radîkal a Mistefa Kemal (Di Şoreşa Franseyê de li dijî tesewira Ingilîzan Qraltiya Destûrî ya Meşrûtiyê dişibe dijberiya Montagnaran, Robespier û hevalên wî yên xwedî helwesta radîkal a komargerî) berê meseleyê da komarê û wisa gihand encamê. Lê bi awayekî cewherî tiştekî diguherî tinebû. Rejîmên manda yên Ereban jî di demeke kin de mîna dewletên netewe yên din veguherîbûn. Navên komarê yan jî qraltiyê li xwe kirin, lê van navan cewherê wan ê dewleta netewe neguherand.

Bi awayekî bi lez derketina holê ya Îsraîlê jî tam li vê pêvajoyê rast tê. Li tiştên ku min di beşên beriya niha de li ser qebîleya Cihû gotin, ya zêde bikim ew e, koka Îsraîlê disipêrin van qebîleyan û îdeolojiyên wan (Îdeolojiya Cihû, dînên yekxwedayî û mîlliyetgirî). Îsraîl bi xwe encameke xwezayî ya şerên dewleta netewe ye ku di salên 1550’î de li ser xeta Amsterdam-Londonê weke dewleta modern derket holê û piştre bi qasî çarsed salan Ewrûpa kir gola xwînê. Di avakeriya dewletdariya netewe de entelektualîzma Cihû û sermayedariya wê (kapîtalîzm) timî bi rola pêşeng rabûye. Bawer dikirin ku bi parçebûna Împaratoriyên Katolîk, Ortodoks û Îslamî, Cihû wê bigihîjin azadiya xwe û her ku pêvajo pêşde biçe mîlliyetgiriya Cihû wê li ser bingehê îdeayên Siyonîst dewleteke Îsraîl-Cihû ava bike. Ev xebatên beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dawiya wî de û piştî wî van xebatên bi baweriyê, bi bîrewerî û bi rêxistiniyê encam dan. Bi dewletdariya netewe ya Komara Tirkiyê ya mînîmalîst a li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hat avakirin û di wê atmosferê de ku bi hejmareke zêde ya dewletên netewe yên Ereb ên mînîmalîst re derket holê, dewleta netewe ya Cihû-Îsraîlê ya armanca îdeolojiya Sion bû di sala 1948’an de bi awayekî fermî hat îlankirin. Komara Tirkiyê mîna ku cewherê xwe yê Pro-Îsraîlê îspat bike, bû yekemîn dewleta netewe ya ku dewleta Îsraîlê nas kir.

Avakirin û îlankirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne. Kengî li herêmê hêzên hegemonîk ên dawî Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê veguherandin dewletên netewe yên mînîmalîst û hewcedar, hingê ji valatiya desthilatdariyê ya derket holê weke hêza hegemon a kakil a hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst Îsraîl derket holê. Îsraîl weke hêza kakil a hegemon hatiye hûnandin û ev xusûseke gelekî girîng e. Ev tê wê maneyê, li herêmê hêzên din ên dewleta netewe hebûna hêza hegemon Îsraîlê çiqasî nas bikin, ewqasî wê rewa bêne qebûlkirin, eger nas nekin wê bi şeran wan bînin ser xetê û wan wisa bihilhilînin heta ku Îsraîlê nas bikin. Komara Tirkiyê, Misr, Urdun û hinek welatên Kendavê ji wan dewletan in ku Îsraîl pêşî nas kirin, lewma ew weke dewletên netewe yên rewa qebûl kirin û xistin nava sîstemê. Yên mayî Îsraîl û hevgirtiyên xwe bi welatên din re şer dewam dikin. Di çarçoveya pirsgirêka Filistînê de şerê bi Ereban re, di çarçoveya pirsgirêka Kendavê de pevçûn û şerên bi welatên din ên Îslamî re ji nêz ve bi hebûna hegemonîk a Îsraîlê ya li herêmê re têkildar e. Heta hegemonya Îsraîlê bê naskirin ev şer, pevçûn, komplo û reşkujî wê dewam bikin.

Eger mirov hûnandina hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast fêhm neke, mirov nikare rast fêhm bike ka çima bîstûdu dewletên netewe yên Ereb hatine avakirin. Mirov nikare bi şîroveyên dîrokê yên rastgir-çepgir, dîndar-mezhebî, etnîk û qewmî yên serxwebûnxwaziya bûrjûwaziya piçûk ên dewleta netewe modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn hatiye hûnandin rast fêhm bike. Di vê çarçoveyê de ji bo pirsgirêka Ereb bi awayê rastî yê heyî were fêhmkirin (çawa ku divê pirsgirêkên Komara Tirkiyê û kom û komarên din ên Tirkî rast bêne fêhmkirin), beriya her tiştî divê hûnandin û avakirina hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast were fêhmkirin. Naxwe bi serê xwe bi zêhniyetên civak û dîrokê yên mîna henekên xwe bi rastiyan bikin dibêjin ‘avakirina bi şan a dewleta netewe’ pirsgirêkên ti civak û dewletê nayên çareserkirin. Lewma pirsgirêka Ereb bi tenê pirsgirêka bi Îsraîlê re nîne û nabe ku bi tenê weke pirsgirêkeke Îsraîl-Filistînê bê ravekirin. Pirsgirêka sereke û herî kûr a civakên Ereb, beriya her tiştî parçebûna wan a li bîstûdu dewletên netewe ye. Ev bîstûdu dewlet ji rêxistinên ajan ên kolektîf ên modernîteya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Hebûna wan bi xwe ji bo gelên Ereb pirsgirêka bingehîn e. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Ereb pirsgirêkek e ku bi hûnandin û avakirina modernîteya kapîtalîst a li herêmê re têkildar e. Bi tenê di vê çarçoveyê de mesele bê dîtin, ango weke hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li herêmê bi Îsraîlê re dibe ku pirsgirêkên wan hebin.
Lê em ji bîr nekin ku hêzên Îsraîl ava kirin û hêzên bîstûdu dewletên netewe yên Ereb ava kirin heman hêz in. Ango têkilî û nakokiyên wan bi Îsraîlê re bi rengê kamûflajê ne. Ji ber ku ew jî bi awayekî cewherî heman sîstema hegemonîk parve dikin, ev nakokiyên wan bi hêz bin jî kengî biwêrin derkevin derveyî modernîteya kapîtalîst hingê maneyek van nakokiyan heye. Tu yê hem di nava heman hegemonya modernîteya kapîtalîst de bimînî, hem jî tu yê Îsraîlê nas nekî! Dîplomasiya bi maske û sexte ha ji înkarkirina vê rastiyê derdikeve holê. Çi Îslama radîkal, çi Îslama Nerm û çi jî Îslama Şîa dibe, bi tevahî nêzîkatiyên mîlliyetgir ên Îslamî ku dixwazin li şûna modernîteya kapîtalîst bi cih bikin, ji sextekariyeke mezin pêve tiştekî din nînin. Ji ber ku ev Îslamgerî ji serê sedsala 19. ve şaxekî mîlliyetgiriya hegemonya modernîteya kapîtalîst e, ti têkiliya wê bi şaristaniya Îslamî re nîne, amûrekî îdeolojîk ê kapîtalîzmê yê xweserî welatên. Îslamî yên Rojhilata Navîn e. Îslamgeriyên siyasî yên di dused salên dawî de ji ajanên bi maske yên hegemonya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Ji ber ku bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî hatine hûnandin û xistine nava tevgerê. Jixwe di dused salên dawiyê de ev tevgerên Îslamî ji kûrkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn wêdetir bi roleke din ranebûn û ev jî rastiya em behsa wê dikin piştrast dike. Lewma li pêşiya kominalîzmê û neteweparêziya demokratîk astengên îdeolojîk û polîtîk in. Îslama çandî mijareke cuda ye, û di çarçoveya rêûresmê de xwedîlêderketin û parastina wê, aliyekî xwe yê manedar û erênî heye.

Eger ji çarçoveya modernîteya kapîtalîst dernekeve, şerên Ereb-Îsraîl û Filistîn-Îsraîlê wê her weke şerê deve-fîl yan jî mişk-pisîkê be. Di encamê de tişta derdikeve holê ew e, bi qederê sedsalan e ku şerên ji destpêkê ve encama wan diyar bi tevahî enerjiya gelên Ereb têk dibe. Eger ev şerên em behsa wan dikin nehatibûna vedîtin, bi tenê bi hatina ji petrolê Erebistaneke hêjayî deh Japonyayan dikarîbû bihata avakirin. Ji vê tespîtê encama girîng a mirov dikare derxe ew e, sîstematîka dewleta netewe ya li Rojhilata Navîn weke ku tê îddîakirin, çavkaniya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakî û neteweyî nîne, berevajî pirsgirêkan mezin dike, giran dike, kûr dike û dike ku mirov nikaribe ji navê derkeve. Dewleta netewe pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan diafirîne. Ji vê jî wêdetir, heman sîstem ne bi tenê dewletên Rojhilata Navîn, civakên wê jî heta hêza wan nehêle berra hev dide. Rastiya Iraqê vê tespîtê gelekî baş piştrast dike. Li vir em nikarin berpirsiyariyê bi tenê bixin stûyê modernîteya kapîtalîst. Îdeolojiyên çepgir (sosyalîzma pêkhatî) û Îslamî û organîzasyonên polîtîk ên weke rizgarîxwaz û çareserkerên pirsgirêkan derdikevin holê bi kêmanî bi qasî hêmanên veguhezîner ên modernîteya kapîtalîst (Jon Tirk, Jon Kurd, Jon Ereb, Jon Fars) berpirsiyar in. Bi qasî sed salan e ku ti bername û rêbaza wan ji gelên xwe re pêşniyar kirî bi ser neketiye û herwisa ji bo modernîteya kapîtalîst li herêmê ava bibe bi tenê xizmeta wê kirine û li ser vî bingehî hatine bikaranîn, bi roleke din ranebûne. Di çarçoveya rêxistiniyên îdeolojîk û polîtîk ên dewletên netewe yên Ereb de jî em nikarin rola van rastiyan înkar bikin.

Pirsgirêkên Ereban jî mîna pirsgirêkên Tirk û Tirkiyê pirsgirêkên neyên çareserkirin nînin. Li vir pirsgirêk di nava du çarçoveyên sereke de têne analîzkirin û ji hev derxistin: Ya yekê, di nava heman sîstemê de para xwe ya dewlet û civakê zêde dikin û ji bo vê jî şerên koordînekirî diafirînin û hewl didin encamê bigirin. Rêxistina Rizgariya Filistînê jî di navê de rêbaza şer a ku dewletên netewe yên Ereb van pêncî salên dawiyê diceribînin û encama jê dixwazin ev e. Bi peymanên weke yên Camp Davidê zû dereng dixwazin vê çarçoveyê temam bikin. Lê ev rê bi tenê pirsgirêkên civaka Ereb girantir dike û ber bi çareseriyên radîkal ve dahf dide û ji vê jî wêdetir bi roleke din ranabe. Ev rê dikare dewletên netewe yên olîgarşîk ên Ereb tatmîn bike; lê nikare bersivê bide daxwazên gelan ên ekenomîk û demokratîk. Ev daxwazên civakê gelekî giran bûne. Jixwe tevahiya dîrokê pirsgirêkên ekonomîk û demokratîk ên bi qasî çiyan mezinbûyî yên gelên Ereb ên ketine ser hev, hene. Dewletên netewe yên Ereb ku li pey modernîteya kapîtalîst diçin, bihêlin ku van pirsgirêkan çareser bikin, naxwazin navê çareseriyê jî bînin ser zimanê xwe. Timî pirsgirêkan giran dikin, bi şerên sexte yên dînî û mezhebî ser wan digirin û ber bi qonaxeke welê diberidînin ku çawa di mînaka Iraqê de tê dîtin, yan heta dawiyê jihevdeketin, jihevbelavbûn û şer, yan jî çareseriyên bi kok ên ekonomîk, civakî, çandî û neteweya demokratîk ferz dikin.
Di çareserkirina pirsgirêkên Ereban de çarçoveya duyemîn ew e, divê mirov ji modernîteya kapîtalîst bibihure. Li vir rewşa em behsa wê dikin qutbûna ji sîstemê ye. Divê mirov baş zanibe ku radîkalîzma Îslamî yan jî Îslamî siyasî nikarin bibin modelên alternatîf. Îslam weke çand li dijî modernîteya kapîtalîst dikare di nava jiyaneke alternatîf a modernîteyê de rol bigire. Paradîgmaya modernîteyê ya ji bo rastiyên dîrokî û civakî ya gelên Rojhilata Navîn hemûyan di cih de ye, li gorî gelên Ereb jî alternatîfa herî rast û bi hêz e. Ji bo gelan modernîteya alternatîf modernîteya demokratîk e ku ji yekparebûna tevgerên neteweya demokratîk, sosyalîst, ekolojîst, femînîst û çandî yên timî li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşiyane pêk tê.

Di çarçoveya pirsgirêkên Ereban de baqê pirsgirêkan ên di dereceya duyemîn de bi hebûna Îsraîlê re têkildar in. Nêrtina mîlliyetgirî, Îslamgirî û dewletdariya netewe ya Ereb li Îsraîlê ji aliyê hegemonya îdeolojiya Îsraîl-Cihû bi xwe ve hatiye koordînekirin; ango di nava sînorên ku ji aliyê dewlet û îdeolojiya Îsraîl-Cihû ve xêzkirî de, dimînin. Heta di nava heman modernîteyê de bimînin, herçiqasî hegemonya Îsraîlê xwedî hejmareke piçûk be jî wê ji pêlîstokiya wê wêdetir bi roleke din ranebe. Îsraîl bi xwe jî wê ji vedîtina xwe ango ji modernîteya kapîtalîst nikaribe rizgar bibe û wê êsîrê wê be. Îsraîl heta ku xwe di nava derya Ereban de bibîne û his bike ku di vê deryayê de hêzên her kêlî dikarin wê bixeniqînin hene, atom jî di navê de bi serdestiya teknolojîk a sîlehê wê texsîr neke xwe biparêze. Îsraîl ê yan di hegemonya xwe de Rojhilata Navîn a bi xwe re li hev hatiye di çarçoveya tewazuna dewletên netewe de pêk bîne ku ji ber sedemên me hewl da em rave bikin eşkere bûye ka ev çiqasî zehmet e; yan jî heke dixwaze ji êsîrbûna sîstema bi destê xwe afirandiye rizgar bibe, divê lidawîhiştina modernîteya kapîtalîst li ber çavan bigire. Modernîteya demokratîk, di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de, ne bi tenê ji bo pirsgirêka Cihûyan, ji bo pirsgirêka dewleta Îsraîlê ya dora xwe bi cinawirên mîlliyetgir û dîndar girtiye jî alternatîfa bi tenê ya çareseriya mayînde ye.”

Etîket: Abdullah OcalandewletÎranÎsraîlneteweRojhilata Navîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hevdîtina ji bo Nukleerê betal kirin

Hevdîtina ji bo Nukleerê betal kirin

14 HEZÎRAN 2025
PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

14 HEZÎRAN 2025
Du fermandarên din ên Îranê hatin kuştin

Du fermandarên din ên Îranê hatin kuştin

14 HEZÎRAN 2025
Gerry Adams: Azadiya Ocalan mijareke girîng e

Gerry Adams: Azadiya Ocalan mijareke girîng e

14 HEZÎRAN 2025
Îranê vê şeveqê jî êrişî Îsraîlê kir: 2 kes mirin

Îranê vê şeveqê jî êrişî Îsraîlê kir: 2 kes mirin

14 HEZÎRAN 2025
Gulay Tekîn: Jin ji bo aştiyê dikarin bibin hêza pêşeng

Gulay Tekîn: Jin ji bo aştiyê dikarin bibin hêza pêşeng

14 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (207)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne