Nivîskarê Rojnameya Welat Rifat Ronî di quncikê vê hefteyê de bal kişand ser girîngî û wateya Newroza îsal û got: “Dema ku navê meha Adarê tê gotin, di dilê Kurdan de hestên cûda zindî dibin. Ji ber ku Adar meha Newrozê ye, meha serhildanê, meha berxwedanê, meha jinan, meha destpêka biharê ye.”
Nivîskarê Rojnameya Welat Rifat Ronî di quncikê Rojnameya Welat de bi sernavê “Adar Meha vejînê ye” cih da li ser girîngî û wateya Newrozê ya Îsal. Rifat Ronî anî ziman ku di meha Adarê de zivistana sar bi dawî dibe û bi hatina buharê re berfa spî mîna kefenekî sipî ji ser ruyê erdê radibe û got: “Xweza xwe nû dike, tengî û tarî li paş dimînin û Adar dibe meha vejînê.”
Rifat Ronî bal kişand ser serhildanên li Kurdistanê û got: “Serhildanên Dêrsim û Qoçgîriyê di Adarê de dest pê kirine û lehengiya pêşengên van raperînan ji gelê Kurd re bûye minaka têkoşîna biryardar. Lê Adar ne tenê meha vejîn û serhildanê ye, Adar meha mirin û rû bi rû mayîna qirkirinan e jî. Çawa ku Kurd di her meha Adarê de bi ser xwe ve hatine, dijminên Kurdan jî wisa di Adaran de êrîş birine ser Kurdan û nehiştine gula bihara Kurdan bipişkive. Loma Adar meha şînê ye jî. Qazî mihemed di 31ê Adara 1947an de hatiye darvekirin, Pênc hazar gulên helebçeyî di 16ê Adara 1988an de bı gazên kimyewî hatine çilmisandin.”
Rifat Ronî da zanîn ku her çiqas zilm û zorên herî dijwar di meha Adarê de li ser Kurdan pêk hatine jî, gelê Kurd di Adar û Newrozan de ji nû ve vejîn pêk aniye û li ber zilm û zora serdest û dagirkeran serî netewandiye û wiha lê zêde kir: “Kawayê Hesinkar di Adarê de serê Dehaq pelçiqandiye. Amed di Adarê de diherike qadên Newrozan. Welatê Rojê di Aderê de dixemile û Newrozan vediguherîne raperîn û serhildanan. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, di Adarê de çirûska Newrozê vêxistiye. Egîd, Adarê bûye sembola lehengiyê û di dilê gelê xwe de cih girtiye. Zekiye, Reşan ,Ronahî û Bêrîvanan di Adar û Newrozan de bi bedena xwe Newrozan pîroz kirine û bûne cangoriyên welatê xwe. Di nava gelên Rojhilata Navîn de wateyên cûda li Newrozê tên barkirin. Di hin çandan de destpêka buharê, li gorî hin gelan nûbûna xwezayê û li gorî hinan jî, weke roja evîndarî û hezkirinê tê pîrozkirin.”
Rifat Ronî li ser çîroka Newrozê û wateya wê ya ji bo gelê Kurd jî rawestiya û got: “Cejna Neteweyî û roja vejîn, serhildan û berxwedanê ye. Di nava gelê Kurd de jî gelek guhertoyên serpêhatiya Newrozê hene. Lê ya herî zêde ji aliyê civakê ve tê zanîn, serhildan û lehengiya Kawayê Hesinkar a li hemberî Dehaqê zilimkar e. Ev destana lehengiyê di nava gelê Kurd de wiha tê vegotin. Berî zayînê di salên 612 an de, li welatê bav û bapîrên Kurdan Mirovekî pir zordar û zilimkar hebûye. Navê wî Deheq bûye, wî welatê Kurdan wêran kiriye, di gund û bajaran de mirov nehiştine. Zindanên wî ji girtiyan tim dagirtî bûne û celadên wî ji birîna sere mirovan newestiyane. Dehaq bi hespê xwe yê rewan û bi esil serbilind bû. Tu kes di ser xwe re û jixwe mezintir nedidît, ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû. Dixwest hemû deveran dagir û talan bike. Şevekê Dehaq xewneke xirab dît. Nîvê şevê bi êşeke dijwar hişyar bû, gazî zana û bijişkên xwe kir û ji wan re got: Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min, zû ji min re dermanekî peyda bikin an na ezê serê we hemûyan jêkim. Hekîm û bijîşkên qesrê li laşê Dehaq nihêrîn, çavên wan bi du birînên wekî marên devqelişî ku li ser milên Dehaq bûn ketin. Tev bi hev re li hemberî wan birînan matmayî bûn. Ji ber ku heta wê rojê kul û birîneke bi wî rengî nedîtibûn û êşeke bi wî rengî nebihîstibûn. Lê Dehaq ji ber êşa laşê xwe bi ser wan de dikir qêrîn û digot: “Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! zû dermanekî ji min re peyda bikin! Ez peritîm, ez şewitîm! Hûn bijişk û hekîmên herî baş û zana ne. Ma hûn derman peyda nekin wê kî peyda bike?” Hekîmekî ji wan got: “Min heta niha birîneke wiha ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lewma diyare ku ejiyê teze yê ciwanan dikare bibe dermanê van birînan.”
Rifat Ronî li ser nêzîkatiya Dehaqê zilmkar jî rawestiya û got: “Ev gotina hekîm ji Deheq re bû hincet ku mêjiyê zarokan û xortên nûhatî bike mehlem û bide ser birîna xwe. Dehaq ferman kir ku her roj mêjiyên du ciwanan bînin û bikin melhema ser birînên wî. Bi vî awayî rojê bi Mêjiyê du xortên nûhatî kulên ser milên Deheq dihatin dermankirin. Lê gelek kesan ji bo ku zarokên xwe rizgar bikin ew dişandin çiya. Her ku diçû çiya bi mirovên ku ji ber zilma Dehaq dest bi têkoşînê dikirin tije dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû Demeke dirêj derbas bû, lê birînên ser milên Dehaq bi hev ve nekeliyan, her ku diçû xerabtir dibû. Agir ji devê Deheq dibariya. Tirs ketibû dilê hemû dê û baban. Ji tirsa ku wê dor bê zarokên wan, xew nediket çavên wan. Tu hêza ku pêşî li vê zilm û zordariya Dehaq bigirta tunebû. Kawa Kurdekî hesinkar bû, zarokên wî jî ji birînên Deheq re bubûn qurban. Kawa ji ber fikara qurbankirina zarokê xwe yê dawî heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re zilma Dehaq vegot, plana xwe ya kuştina Dehaq ji wan re aşkere kir.”
Rifat Ronî, li ser têkoşîna Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaq jî rawestiya û got: “Hemûyan fikr û planên Kawa maqûl dîtin û li benda wî man. Kawa gotibû dema ku ez Dehaq bikujim, ez ê derkevim ser banê qesra wî û agir pêxim, ku we agir dît, bizanibin ku min Dehaq kuştiye. Kawa ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi awayekî veşarî li wan belav kirin. Gava ku leşkerên Dehaq hatin ku kurê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got: “Hûn biçin. Ez ê bi destê xwe kurê xwe bînim. Gava ku leşkeran ev xeber gihandin Dehaq, kêfa wî hat şa bû û çavên wî man li riya Kawa. Kawa çakûçê xwe girt destê xwe, bi destê lawê xwe girt û berê xwe da qesra Deheq. Gava gihîşt ber deryê qesrê, leşkeran ji wî re derî vekirin. Kawa rasterast berê xwe da cihê ku Deheq lê rûniştî bû.
Dehaq ji Kawa re got: “Tu Qehremanekî bêhempa yî, tu nîşana fedakariyê yî.” Kawa piştî gotinên Dehaq bêtir nêzî wî bû, Bi çengê kurê xwe girt û li ber lingên Deheq dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir, lê li şûna ku li serê kurê xwe bixe, bi hemû hêza xwe li serê Dehaq xist. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî dema ku dîtin Kawa Deheq kuşt, kêfa wan hat û yên mayî jî ji desthilanînê ketin û teslîm bûn. Kawa bi destê kurê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê, agirekî gur li wir vêxist. Gava gelê li çiyê agirê azadiyê dîtin, fêm kiin ku plana Kawa biser ketiye. Deheq hatiye kuştin û dawiya zilm û zordariyê hatiye. Wan jî li ser çiyê agirê azadiyê pêxistin. Belê wê êvarê ne tenê li çiyayan, li her aliyê welêt agir hate pêxistin, gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welat jiyaneke nû û azad dest pê kir. Roja din gel bı girseyî xemla xwe girêda û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan, kêf û şahî li dar xistin.”
Rifat Ronî herî dawî li ser girîngiya Newroza îsal jî rawestiya “Ew roj, roja 21’ê Adarê bû. Ji wê rojê û vir ve, 2637 sal in ku roja 21’ê Adarê weke NEWROZ ango weke cejna yekîtî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin. Gelê Kurd, dê bi rihê Cejna Neteweyî, bi hestyariya Banga; “Aştiyê û Civaka Demokratîk” bi milyonan biherike qadên azadiyê û bi awayekî bi hişmet. Newroza 2025 an pîroz bike.”