Hatibû diyarkirin ku bi navbeynkariya Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê wê di navbera HSD û Tirkyeyê de agirbestek pêk bê. Lê ji ber Tirkiyeyê xwest çekên giran li herêmê bi cih bikin agirbest pêk nehat.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî di bernameya taybet a Ronahî Tv de diyar kiribû ku bi navbeynkariya koalîsyona navnetewî, wê di navbera HSD û Tirkiyeyê de agirbestek pêk bê. Mazlûm Ebdî gotibû ku ew amade ne ji bo veguhestina tirba Silêman Şah tişta pêwîst bikin. Li gorî agahiyan ji bo ku tirba Sultan Silêman Şah ji gundê Aşmê yê li rojavayê Kobanê veguhêzin cihê wê yê berê, ango kêleka Pira Qereqozaq hevdîtin hatin kirin. Lê Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku li vê herêmê kîlometreyek ernd bidin wan û ew ê çekên giran jî bicîh bikin, baregehekê ava bikin. Lewma lihevhatin çênebûye.
Bi vî rengî agirbest jî neketiye meriyetê.