Agirê Newrozê li Toronto ya Kanadayê jî hilbû. Kurd û dostên Kurdan li Torontoyê jî li hev kom bûn û Newroz bi meşaleyan pîroz kir. Di pîrozbahiyê de banga dîrokî ya Rêber Apo silav kirin.
Ciwanên Kurd li bajarê Toronto yê Kanadayê Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Ciwan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev civiyan û bi fîşekên hewayî û pêxistina agir Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku gelê Kurd li ku derê cîhanê dibe bila bibe her tim nirxên xwe diparêze. Di axaftinê de Rêber Apo hat silavkirin û wiha hat gotin, “Paradîgmaya Rêber Apo bi me da hînkirin ku Newroz rêya şiyarbûn, serhildan, berxwedan û serketinê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e.” Di axaftinê de hat destnîşankirin ku ew ê xwedî li banga Rêber Apo derkevin.
Pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya li Kanadayê wê di 23ê Adarê de bê lidarxistin.
Agahiyên der barê pîrozbahiya navendî de wiha ne;
Dîrok: 23ê Adara 2025
Saet: 15:00 (li gorî dema Torontoyê)
Navnîşan: 2638 Steeles Ave. E. Brampton-Toronto