Pîrozbahiyên Newrozê ku ji 12ê Adarê de dest pê kirine didome. Kurd û nûnerên saziyên kurdan her şev li tax û kolanan kom dibin û bi girseyî Newrozê pîroz dikin. Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê jî kurdan yekemîn agirê Newrozê geş kir.
Şêniyên navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Newroz bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” pîroz kir. Ji bo pîrozbahiyê bi sedan kes li tenişta Parka Aştiyê kom bûn û agirê yekemîn ê Newrozê pêxist. Girseyê piştî agirê Newrozê geş kir, bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Li qada Newrozê dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseyê li dora agir govend gerandin û heta derengê şevê Newroz pîroz kirin. Nûnerên saziyên gel piştî pîrozbahiyê bang li her kesî kirin ku di 22ê Adarê te beşdarî Newroza navendî ya Qada Mîtînga Tirmilê bibin.