Hevserokê berê yê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê parêzer Alî Aydin li herêma Evka-2yê Çîgli ya Îzmîrê kuştî hat dîtin. Biryara veşartina dosyaya lêpirsînê hate dayîn û pêvajoya otopsiyê hîn didome. Serokê Rûmetê yê ÎHDe yê Akin Bîrdal derbarê kuştina Alî Aydin de ji Ajansa Welat re axivî û got: “Emrê xwe bi têkoşîna mafê mirovan re bihorand. Tim ji bo dinyayeke şênber li ber xwe da. Em gelekî xemgîn in û peyv têra îfadekirina xemginiya me nakin. Hevalê me Ali Aydin welatparêzeke samîmî bû. Derbarê bûyêrê de tije pirs hene di serê me de, heta bi temamî me bersiva van pirsan peyda kir em ê dev ji pirsên xwe bernedin.”
Daxuyaniya ÎHDê
Derbarê kuştina Alî Aydin de ÎHD e yê daxuyanî da û got: “Em gelekî xemgîn in, hevalê me yê ku hevserokê berê yê şaxa ÎHD ê yê Îzmîrê û nûnerê herêma Egeyê yê ÎHDe yê Alî Aydin, îro bi erîşekê jiyana xwe ji dest da. Bûyer ji aliyê parêzerên ku endamê ÎHDê û Baroya Îzmîrê ve tê şopandin. Piştî ku hûrgilî hatine zelalkirin, agahiyên pêwîst li gorî rêgezên veşartina dosyaya lêpirsînê dê bi raya giştî re bêne parvekirin.”
Gumanbar hat binçavkirin
Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê derbarê kuştina Aydin de ev tişt parve kir: “14ê çileya 2026an saetên serê sibê de li navçeya Çîgiliyê, li herêma çiyayî ya Evka-2yê termê zilamekî hate dîtin. Hate tespîtkirin ku maktulê bûyerê A.A, (sala 1957an ji dayik bûye, mamosteyê teqawidbûyî ye û parêzer e.) Li gorî xebatên derbarê zelalkirina bûyerê de, gumanbarê bûyerê weke M.D.E (ji dayîkbûn 1996) hatiye tesbîtkirin û demeke kin de gumanbar hatiye binçavkirin. Gumanbar li xwe mikur hatiye û gotiye di bin tesîra tiryakê de min A.A kuşt.”













