Amed – Desthilata AKPê di 22 salan de nêzî 1 milyon hektar qada daristan û çandiniyê ji kanên madenê û mîmariyê re vekir û qada daristanê kir beton û çolistan. AKPe di 15 salên ewil de 2 milyon û 652 hezar hektar qadên çandinî û daristanê tune kir.
Di serdema AKPê de nêzî milyonek hektar qadên çandinî û daristanê ji mîmarî û kanên madenê re hatin pêşkêşkirin. Desthilata AKPê bi taybetî rê li pêş sektorên taybet vekir. Bi guhertina zagonan deriyê rantê li şîrket û sektorên nêzî xwe vekir. Heta 2002an ji bo 250 hezar hektarê qadên daristanî destûr ji kanên maden û turîzmê re hatibû dayîn. Lê piştî AKP bû desthilat qadên daristan û çandiniyê pêşkêşî şirîkên xwe kirin. Ji 2002an heta niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê desthilata AKPe destûr da ku nêzî 1 milyon hektar qadên çandinî û daristanê ji kanên maden û mîmariyê re bê vekirin. Desthilatê ev qad pêşkêşî şîrketên taybet kirin û daristan tune kir.
Li Tirkiyeyê di 2002an de dema AKP hat desthilatdariyê qada çandinî û daristanê 40 mîlyon û 644 hezar hektar bû. Lê li gorî raporan di 15 salên ewil ên AKPê de qada çandinî û daristanê daket 37 mîlyon û 992 hezar hektaran. Di serdema AKPê de bi giştî 2 milyon û 652 hezar hektar qada çandinî û daristanê li mîmarî, kanên madenê û rêyên bejayî vekir. Li şûna çandinî û daristanê tev kir beton û kanên madenê.
Li Tirkiye û Kurdistanê qadên çandiniyê û bi bereket di sala 2003an de 26 Milyon û 27 hezar hektar bû. Lê di 15 salên ewil de ev qada çandiniyê daket 23 milyon û 375 hezar hektaran.
Dîsa di sala 2003an de qadên çandiniyê yên çandinî û cotkarî lê dihat kirin 17 milyon û 408 hezar hektar bû. Lê di 15 salên ewil de ev qad gihişt 532 hezar hektaran.
Daristanê dagir dikin û kirasan lê dikin
Di serdema AKPê ya 21 salan de, 560 hezar hektar qadên daristanê tune bûn. Di salên dawî de herî zêde li Gabar, Cûdî, Çiyayê Qazê dar hatin birîn. Herî zêde daristana çiyayên Dêrsim, Lîce, Gabar, Cûdî, Mûgla, Aydin, Antalya û Îzmirê hatin şewitandin. Li Çiqayê Kazê 350 hezar dar hatin birîn. Li Çanakkaleyê 155 hezar dar birîn. Li Navçeya Mîlasê ya Mûglayê 750 dolim qada daristanê ji madenê re vekirin. Li Çiyayê Cûdî bi sedan qamyon dar birîn û êzingên wan birin bajarê Tirkiyeyê firotin. Îhaleya birîna daran dan cerdevan û cendirmeyan.
Li Tirkiyeyê di 2004an de 211 hezar kilometre kare qada daristanê hebû. Lê 15 sal şûnde ev qada daristanê daket 210 hezar kilometre kareyan.
Li gorî hin lêkolînan jî di navberên salên 2004 û 2022an ên desthilata AKPê de 557 hezar û 356 hektar daristan ji xizmetên cuda re vekir û pêşkêşî kesên nêzî xwe kirin. Di navbera salên 2012-2022an de 63 hezar û 979 destûr dane ku qada daristanê ji rantê re vekin. Di van 11 salan de 406 hezar û 202 hektar qada daristanê ji sinorê daristanê derketiye. Di navbera salên 2004-2022an de 47 hezar û 563 caran destûr dane û 156 hezar û 678 hektar qada daristanê ji xizmeta kanên madenê re vekirine.
Di salên 2002-2022an bi giştî 17 hezar û 257 caran agir bi daristanê ket û bi tevahî 95 hezar û 905 hektar daristan şewitî. Lê daristan tenê bi şewatê tune nabe. Her sal bi hesaran qad ji bo kanên madên, qadên turîzmê, qadên petrolê, rê, tesîsen şîrketên cuda re ten vekirin.
Bi destûra AKPê 560 hezar hektar daristan tune bû
Serokê Komeleya Daristanparêzan a Tirkiyeyê Ahmet Husrev Ozkara, der barê polîtîkayên AKP’ê yên li dijî daristanê nirxandin kir û got: “AKPê ji bo 560 hezar hektar qada daristanê destûr da. Dema AKP bû desthilat li Tirkiyeyê qada daristanê 20.2 milyon hektar bû. Lê niha li Tirkiyeyê qada daristanê 20.3 milyon hektar e. Hûn dikarin bibêjin li Tirktiyeyê qada daristanê zêde bûye. Dibe ku zêde xuya bike. Lê ne wisa ye. Ev ne zêdebûn e. Berê li welatê me daristanên hebûn û nehatibûn qeydkirin. Ji ber sedemên cuda neketibûn qeydan. Ev qadên nehatine qeydkirin piştre li qeydan zêde kirine û wekî ku niha zêde bûbe nîşan didin. Xala din jî navê pênaseyê diguherin. Berê axa vala ya daristanê wekî qada daristanê nehatiye qeydkirin. Lê niha vê axa daristanê (OT) wekî qada daristanê nîşan didin. Vê axa vala jî wekî ku daristan lê hatiye çandin nîşan didin. Bi van agahiyan hişekî ava dikin û wekî ku qada daristanê zêde kiribin nîşan didin. Di rastiyê de di serdema AKP’ê de 750 hektar dar hatine çandin. Di serdema 22 salên AKPê de ji bo 560 hezar hektarî destûr hat dayîn.”
Daristan dagir kirine
Ahmet Husrev Ozkaya, bibîr xist ku mijara din daristana ku bi benda 2B winda kiriye heye ye û wiha got: “Qadên daristanê wesfa wan hatiye guhertin û hatine dagirkirin. Ev qada bi benda 2B hatine dagirkirin jî 656 heztar hektar e. Mijara din jî ji ber hilberîna zêde. Li Tirkiyeyê bi taybetî piştî 2017an bi awayekî pir zêde li qadên daristanê dar hatine birîn ji hejmara tê xwestin pir pir zêdetir dar ji qada daristanê hatine derxistin. Hundirê daristanê hat valakirin. Bê dar man. Bi van guhertinan li Tirkiyelê pir bi lez daristan parçe bû. Delîla herî şênber di navbera 2008 û 2019’an de yanî di 12 salan de hêjmara parçeyên daristanê yên ji 10 hektaran biçûktir ji 55 hezaran derxistin 118 hezar parçeyan.”
Ahmet Husrev Ozkara bal kişand ser şewata daristanan jî wiha got: “Bi taybetî organîzasyona li dijî şewata daristanan tune ye. Dîsa kadroyek ku di şertê baş de bixebite tune. Ya din jî bi guhertina avhewayê pirszgirêk zêde bûye. Di sala 2021’an de 140 hezar hektar daristan şewitî. Di rewşa asayî de di zik hevde her sal 20 hezar hektar daristan dişewitî. Lê Di 15 rojên 2021an de bi qasî 7 salan daristan şewitî. Em li dijî şewata daristanê amadekarî tune ye. Hem jî berî şewata daristanê xebatek tune ye. Raya giştî baş nehatiye zanekirin.”
Bi kirasê zagonî rêya rantê vekirin
Ahmet Husrev Ozkara anî ziman ku mijareke din a girîng, zagona hejmar 7139an e û wiha pêde çû: “Bi vê zagonê kirasek amade kirin. Bi vî krasî rê li pêşiya tunekirina daristanê vedikin. Bi taybetî xala pêvek a 16 heye. Bi biryara Serokkomar, 3500 hektar bi carekê ji qada daristanê derxistin. Lê tişta balkêş ev qada ku ji sînorê daristanê derxistin cihê ku ranta wê pir zêde ye. Bi taybetî rexên bahrê û peravê ji qadên daristanê derxistin. An jî ev qad berê hatine dagirkirin. Lê vê dagirkeriyê ji bo bikin zagonî guhertinan dikin. Em weki komele her tim vê rewşê dişopînin û rapor digirin. Em têkoşînek hiqûqî didin. Heta ji destê me tê em li ser radiwestin û dozê vedikin. Em ne dewlet in. Divê gel bi hevre li dijî vê yekê helwestek hevpar nîşan didin. Li hin herêman gel li daritanê xwedî derdikevin.
Destûr nadin ku kanan vekin. Lê li her derê ev tune ye.”
Ahmet Husrev Ozkara destnîşan kir ku di aliyê têkoşîna hiqûqî de pirsgirêk hene û wiha bi dawî kir: “Ji bo dozek bê vekirin maliyeta wê 250 hezar e. Ya din jî dema hûn dozê vedikin ew dadgeha ku objektîf tev bigere pir kêm e. Lê bi piranî serlêdan neyînî bi encam dibe. Ji bo her kesên ku qada daristanê dagir dikin û tune dikin krasek hatiye fesilandin. Ji ber vê yekê malîyeta dozê ku 200-250 hezar e, ew hêza ku vekirina dozan bidomîne tune ye. Hin caran hûn dozê hildibijêrin. Hûn dibêjin ev doz pir girîng e û hûn li gorî wê serlêdanên hiqûqî dikin.