• Nûçeyên Herî Dawî
Aldar Xelîl: Em ji bo yekitiya neteweyî amade ne

Aldar Xelîl: Em ji bo yekitiya neteweyî amade ne

28 KANÛN 2024 - 08:14
Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

18 GULAN 2025 - 12:39
Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

18 GULAN 2025 - 11:57
Şengaliyan Haydar Kaytan û Riza Altun bi bîr anîn

Şengaliyan Haydar Kaytan û Riza Altun bi bîr anîn

18 GULAN 2025 - 11:45
Li parzûngeha petrolê ya Bêcî teqînek bihêz rû da

Li parzûngeha petrolê ya Bêcî teqînek bihêz rû da

18 GULAN 2025 - 10:36
Şoreşgerê Enternasyonalîst Heqî Karer

Şoreşgerê Enternasyonalîst Heqî Karer

18 GULAN 2025 - 08:51
‘Bi dîtina windayan pêkanîna aştiyek mayînde mumkin e’

‘Bi dîtina windayan pêkanîna aştiyek mayînde mumkin e’

18 GULAN 2025 - 08:04
‘Bi van xebatan ciwanên me bi zimanê xwe mezin dibin’

‘Bi van xebatan ciwanên me bi zimanê xwe mezin dibin’

18 GULAN 2025 - 08:01
ROJEVA 18ê GULANA 2025an

ROJEVA 18ê GULANA 2025an

18 GULAN 2025 - 08:00
Li Luzernê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Luzernê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

17 GULAN 2025 - 23:14
Hevseroka DBPê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

Hevseroka DBPê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

17 GULAN 2025 - 21:09
Şêniyên navçeya Mexmûrê çûn serdana konê berxwedanê

Şêniyên navçeya Mexmûrê çûn serdana konê berxwedanê

17 GULAN 2025 - 19:40
Encamnameya Kongreya NADAyê hate aşkerekirin

Encamnameya Kongreya NADAyê hate aşkerekirin

17 GULAN 2025 - 19:15
HSDê li Dêrazorê şaneyeke DAIŞê hilweşand

HSDê li Dêrazorê şaneyeke DAIŞê hilweşand

17 GULAN 2025 - 19:07
Kaytan û Altûn li bajarê xwe Dêrsimê hatin bibîranîn

Kaytan û Altûn li bajarê xwe Dêrsimê hatin bibîranîn

17 GULAN 2025 - 18:45
Amed ji bo bîranîna Kaytan û Altûn amade ye

Amed ji bo bîranîna Kaytan û Altûn amade ye

17 GULAN 2025 - 17:12
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

    Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

    Şengaliyan Haydar Kaytan û Riza Altun bi bîr anîn

    Şengaliyan Haydar Kaytan û Riza Altun bi bîr anîn

    Şoreşgerê Enternasyonalîst Heqî Karer

    Şoreşgerê Enternasyonalîst Heqî Karer

    ‘Bi dîtina windayan pêkanîna aştiyek mayînde mumkin e’

    ‘Bi dîtina windayan pêkanîna aştiyek mayînde mumkin e’

    ROJEVA 18ê GULANA 2025an

    ROJEVA 18ê GULANA 2025an

    Li Luzernê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Luzernê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

    Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

    Şengaliyan Haydar Kaytan û Riza Altun bi bîr anîn

    Şengaliyan Haydar Kaytan û Riza Altun bi bîr anîn

    Şoreşgerê Enternasyonalîst Heqî Karer

    Şoreşgerê Enternasyonalîst Heqî Karer

    ‘Bi dîtina windayan pêkanîna aştiyek mayînde mumkin e’

    ‘Bi dîtina windayan pêkanîna aştiyek mayînde mumkin e’

    ROJEVA 18ê GULANA 2025an

    ROJEVA 18ê GULANA 2025an

    Li Luzernê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Luzernê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aldar Xelîl: Em ji bo yekitiya neteweyî amade ne

Mahmût Altintaş / AW

28 KANÛN 2024 - 08:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl bi lêv kir ku ew ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd amade ne û got: “Divê hemû partî di vê qonaxê de nerînên xwe bikin yek. Em bixwe amade ne bila gelê me jî wisa bizane.”

Êrişên komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li dijî êrişên komên paramîlîter li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê parastinê dikin û piraniya komên paramîlîter di encama parastinê de paş ve kişiyan. Êrişên komên paramîlîter ên li ser herêmê heta niha berdewam dikin û gelên li herêmê jî li dijî êrişan gund û bajarên xwe diparêzin. Li herêmê ji aliyê din ve jî xebatên yekitiya netewî ya Kurd berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de bi beşdariya endam û rêveberên partiyên Kurd ên herêmê ve komxebat û civîn tên li darxistin. Mebesta civîn û komxebatan di qonaxa nû ya Sûriyeyê de Kurd yekitiya xwe ava bikin û bi yek şande biçin Şamê da ku mafê xwe bi dest bixînin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî geşedanên li herêmê û xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd ji Ajansa Welat re axivî. Aldar Xelîl derbarê êrişên komên paramîlîter de anî ziman ku tu berjewendiya wan ji gelê Sûriyeyê re nîne û ew li gor daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin. Aldar Xelîl bi lêv kir ku Tirkiye bi destê komên çekdar dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rake û ev tişt gotin: “Dixwazin Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rakin û siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd bidin meşandin. Ew komên çekdar bi salan e ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin amadekirin. Tirkiye hem di dagirkirina Efrînê de hem jî di dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de bi van komên çekdar re di têkiliyê de bûn. Bi destê van çeteyan dagir kirin.”

‘Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê demokrasî ava bibe’

Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi hilweşandina rejîma Baasê pêvajoyeke nû li Sûriyeyê dest pê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk jî dixwaze di vê qonaxa nû de sûdê werbigire. Yek ji armanca Tirkiyeyê ew e ku rê li ber avakirina Sûriyeya demokratîk bigire. Ew naxwazin li kêleka wan dewleteke demokrat ava bibe. Dixwazin pergaleke radîkal îslam a selefî ava bike. Berê jî hewldanên Tirkiyeyê li Misir û Lîbyayê pêkhat lê bi saya şoreşgerên li wan welatan daxwaza Tirkiyeyê pêk nehat. Sûriyeyê ji ber ku li ser sînore dikare mudaxileyî artêşa wan bike. Jixwe yên ku van êrişan koordine dike Tirkiye ye. Ew dixwazin Kurdan tune bikin. Kurdên bê îrade dixwazin. Heke Sûriye demokrat be hemû gelen herêmê wê azad bibin. Tirkiye jî vê yekê naxwaze. Ji ber wê jî ji destpêka Şoreşê heta niha Tirkiye bi destê van çeteyan êrişên xwe didomîne. Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya firsendeke ji bo hemû gelê herêmê derket holê ku li hev kom bibin û bikevin dîyalogê. Lê Tirkiye rê neda vê yekê. Jixwe beriya rejîma Baasê hilweşe wan dest bi êrişan kir. Bi aşkera jî gotin ji bo Kurd ji vê yekê firsende nebînin û destkeftiyên wan çênebin.”

‘Armanca Tirkiyeyê dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye’

Aldar Xelîl destnîşan kir ku Tirkiye bi êrişên li ser herêmê nekarî bigihêjê armancê û wiha pê de çû: “Ji 8ê mehê ve êriş dikin lê nikarin berxwedana me bişikînin. Lê me mijûl dikin. Projeya me ya ji nû ve avakirina Sûriyeyê taloq dikin. Hewldanên me yên diyalogê her tim hebûn. Em her tim dibêjin ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê Tirkiye naxwaze diyalog çêbibe û dixwaze li herêmê her tim alozî hebe. Ji ber wê jî her tim bi hincetan êriş dike. Armanca wan ew e ku bi mîsak-i miliyê tevahiya Sûriyeyê dagir bike. Ji ber wê jî dixwazin ji vê aloziya Sûriyeyê sûd bigrin. Ji ber wê jî ew pirsgirêk ne tenê ya me ye ya tevahiya Sûriyeyê. Li dijî vê yekê me jî bang li hemû aliyan kir ku bi tevlîbûna hemû pêkhate, gel û hezên Sûriyeyê civînek bê li darxistin û em rewşa welatê xwe nîqaş bikin. Em di hundirê Sûriyeyê de ne. Me negotiye em ê Sûriyeyê parçe bikin û dewleteke nû ava bikin. Lê Tirkiye tevî vê hincetan digere û êrişî herêma me dike. Çi karê dewleta Tirkiyeyê li vir heye. Geşedanên li vir çima Tirkiyeyê eleqadar dike. Heta niha me êrişî Tirkiyeyê nekiriye ew her tim êriş dikin. Welatiyên sivîl şehîd dikin, rojnamevanan şehîd dikin, êrişî binesaziya herêmê dikin yanî êrişî her derê dikin. Em jî li dijî vê yekê dixwazin di nava Sûriyeyê de bi rêveberiya xwe ya xweser bijîn. Jixwe vê yekê ne gelên Sûriyeyê û ne jî yên Tirkiyeyê qebûl nake. Projeya Netewa Demokratîk, Sûriyeyê parçe nake bi pêş ve dibe.”

‘Em ji bo yekitiyê amade ne’

Aldar Xelîl bal kişand ser xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd û wiha axivî: “Niha li Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kir. Di vê qonaxa nû de hewldanên hemû pêkhate û hêzan çêbibin ku mafên xwe bi dest bixin. Em jî li ser vê yekê Sûriye wê çawa be û di vê Sûriyeya nû de rewşa Kurdan wê çi bibe, me dest bi xebatên yekitiyê kir. Yekitiya neteweyî ya Kurd di vê qonaxê de pir girîng e. Weke Rêveberiya Xweser hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo tevahiya Sûriyeyê em nêrînên xwe tînin ziman. Em dixwazin dema em çûn, li ser mafên Kurdan diyalog pêk anîn bila hêzeke din a Kurd li cem me bin. Bila nêrîna me yek be. Ne tenê ENKSê bi hemû partiyên Kurd re em dixwazin yekitiyekê ava bikin. Birêz Mazlûm Ebdî jî di vê mijarê de însiyatîfek pêş xist. Me jî got em ji bo yekitiyê amade ne. Lê ya ku em dibînin partiyên din ji bo yekitiyê ne amade ne. Xuyaye îradeya ENKSê ne di destê wan de ye. Yanî hinek dibêjin qey ENKSe nebe yekitiya Kurdan ava nabe. Ew şaş e. Yekitiya Kurdan cuda ye lê tifaqa partiyên Kurd ji bo projeyeke cuda ye. Yekitiya Kurdan jixwe heye. Kurdan îradeya xwe nîşan daye. Em tev li vê herêmê bi hev re dijîn û niha jî li Sûriyeyê rewşeke aloz derketiyê holê. Em jî dixwazin di vê rewşa aloz de nêrînên me yek bin. Lê ne tenê lihevkirina me ya ENKSê tenê partiyên din jî hene divê hemû partî di vê qonaxê de nêrînên xwe bikin yek. Em bi xwe amade ne bila gelê me jî wisa bizanibe. Lê bila baş bê zanîn ku em dev ji felsefeya Neteweya Demokratîk bernadin. Lê di mijara mafê Kurdan de em fikra xwe bikin yek.”

‘Ji bo yekitiyê dê konferansek bê lidarxistin’

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di demên pêş de ew ê konferansekê li dar bixin û got: “Partiyên ku tev li vê konferansê nebin û nîqaş nekin wê li derve bimînin. Yanî dema em kom bûn partiyek nehat ew partî dê li derve bimîne. Yanî partiyên ku hatin civatê ew partî wê li ser herêmê bi nêrîn û nîqaşan biryaran bigirin û nêrînên xwe bikin yek.”

Etîket: Aldar XelîldemokratîkPYDSûriyeTirkiyeYekîtî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Ji bo aştiyê rûpeleke dîrokî hatiye vekirin

Tulay Hatîmogullari: Ji bo aştiyê rûpeleke dîrokî hatiye vekirin

16 GULAN 2025
Trump bi El Şara re hevdîtin pêk anî

Trump bi El Şara re hevdîtin pêk anî

14 GULAN 2025
Kamaç: Divê em li gorî vê firsendê yekitiya xwe ava bikin

Kamaç: Divê em li gorî vê firsendê yekitiya xwe ava bikin

12 GULAN 2025
Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 10 peyman hatin îmzekirin

Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 10 peyman hatin îmzekirin

8 GULAN 2025
PEyê rapora têkildarî Tirkiyeyê qebûl kir

PEyê rapora têkildarî Tirkiyeyê qebûl kir

8 GULAN 2025
21 ode û borsayên Bakurê Kurdistanê bang li Erdogan kirin

21 ode û borsayên Bakurê Kurdistanê bang li Erdogan kirin

7 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (342)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne