Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak bi armanca şermezarkirina dorpêça li ser Kobaniyê û daxwaza rakirina dorpêçê dest bi greva birçîbûnê kir. Alinak banga hîstiyariyê kir.
Tevî Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, dorpêça li ser bajarê Kobanê didome. Li dijî dorpêçê bang û nerazîbûn didomin. Ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û bilindkirina asta hîstiyariyê siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak, dest bi greva birçîbûnê kir. Alinak ku li buroya xwe ya li Qersê dest bi çalakiyê kir, ev tişt got: “Îro 37 roj in Kobanê di bin dorpêçê de ye. Ji bo piştevaniya bi gelê Kobanê re min dest bi çalakiya birçîbûnê kir. Ji bo xwedîderketina li Kobanê ez bangî her kesê dikim.”













