Hevsera Salih Muslim, Eyşe Efindî di li ser navê malbatê di merasîma cenaze de axivî û anî ziman ku Salih Muslim her tim di hizûra Şehîd Şervan Muslim de soza xwe ya mezinkirina têkoşînê nû kiriye û wiha got: “Niha jî ez di hizûra Salih Muslim de soza xwe ya mezinkirina têkoşînê didim û xatirê dawî dixwazim” Ayşe Efendî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi dilgermî pêşwazî kir û daxuyand ku bi vê yekê gelek serbilind bûne.
Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Li ser navê malbatê hevsera Salih Muslim, Eyşe Efendî axivî û spasiya xwe ji gelê Kurd kir. Ayşe Fenedî wiha got: “Me gelek caran me karwanên şehîdan oxir kirin. Îro em Bavê Welat oxir dikin. Lê em bi navê Kobaniyan û Rojava tevahî Serok Apo silav dikin. Hevaltiyek li ser felsefeyek kûr û rast di navbera Bavê Salih û Rêber Apo de hebû. Ey Serok Apo me ew nameya te ya bi nirx girt. Ew netenê ji bo Bavê Welat, ji bo şehîdan û vî gelî tevahî ye. Em gelê her çar perçeyê Kurdistanê li her derê yek in. Em dê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Salih Muslim di hizûra Şehîd Şervan de soza xwe nû dikir. Ez jî di hizûra Salih Muslim de soza xwe nû dikim ku ez dê ji nûve dest pê bikim. Li çar perçeyên Kurdistanê ezê têkoşînê bikim.” Eyşe Efendî axaftina xwe bi slogana, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî kir.
Malbatên Şehîdan: Em dê armancên wan pêk bînin
Di merasîmê de peyamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakurê Kurdistanê û Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê jî hatin xwendin. Peyam ji hêla Aras Hiso ve hate xwendin. Di peyamê Malbatên Şehîdan de sersaxî ji malbata Muslim re hate xwestin û wiha hate gotin: “Em wekî malbatên şehîdan bi şehadeta Bavê Welat ku rêhevalek Rêber Apo û pêşengê Şoreşa Rojava bû gelek xemîn û dil biêş in. Lê şehadeta girêdana me bi şehîdan re mezintir dike.” Her wiha di peyamê de hate ragihandin ku dê doza şehîdan bê meşandin û bi serkeftinê bê tacîdarkirin. Di peyama Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê de jî sersaxî ji malbatê hate xwestin û soza meşandina doza Salih Muslim û rêhevalên wî hate dayîn.
Di merasîmê de bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana HSDe”, “Bijî berxwedana YPGê”, “Bavê Welat nemir e”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Mazlum Ebdî: Bavê Welat mînaka welatparêziyê bû
Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî di merasîmê de axivî û balkişand ser jiyan û têkoşîna Salih Muslim.
‘Tu carî serî netewand’
Ebdî ji malbatê re sersaxî xwest û anî ziman ku Bavê Welat kesayetek mînak a gelê Kurd bûye. Ebdî wiha axivî: “Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de cih girt. Hemû dijwariyê têkoşînê jiyan. Ne tenê wekî siyasetmedarekê bû. Ji destpêkê heta niha di nav tevgera siyasî ya Kurd de cih girt. Ji salên 1980yan heta niha li dijî rejîmê dest bi têkoşînê kir. Dema pêwist kir, di nav xebatên civakî, siyasî û rêxistinî de cih girt. Girtin, bedel û zehmetî da ber çavan û xebat meşand.”
‘Em soza meşandina têkoşînê didin Bavê Welat’
Ebdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta pir alî ya Muslim û wiha domand: “Dema pêwist kir serî netewan û derket çiyan xebat meşand. Dema pêwist kir xebatên yekîtiyê, xebatên dîplomasiyê meşandin. Doza me ji herkesi baştir temsîl kir.Dema pêwist bû endamê PYDê bû, dema pêwist kir di asta siyaseta Sûriyê de xebat kir. Pêşengî siyaseta me bû, şehîdê doza gelê Kurd bû. Îro tişta ku em bikin û soza bidin Bavê Welat ew e ku em dê têkoşînê bidomînin.”
‘Me tişta pêwist kir niha dora Şamê ye’
Têkildarî geşedanên li Sûriyê û Rojvayê Kurdistanê jî Ebdî ev agahî dan: “Wekî hun dizanin ku em ji Sibatê heta niha ketin merhaleyek nû. Ji bo me demek nû ye. Wekî Rêveberiya Xweser û HSDê me tişta dikeve ser milê me pêk anî. Hemû pêwistiyên dikevin berê me, hatin bi cihanîn. Niha êdî divê Hikûmeta Şamê pêwistiyên peymanê bi cih bîne.”
‘Berî Newrozê girtî divê bên berdan’
Li ser gavên ku divê Şam niha bavêje jî Ebdî wiha got: “Hêj mijarên cenazeyên şehîdan û girtiyan hene. Divê berî Newrozê ev gav bên avêtin. Koçberên Efrîn û Serêkaniyê divê vegerin. A herî girîng di çarçoveya rêkeftinê de divê taybetiyên herêmên Kurdî bên dîtin. Di aliyê leşkeri, îdarî û ewlehiyê de taybetiyên bajarên Kurdan bên naskirin. Ev tiştên Hikûmeta Şamê pêk bînin e.”
‘Em dê herêma xwe bi rêve bibin’
Ebdî derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kirin û wiha pêde çû: “2012an, 19ê Tîrmehê li vir Şoreşa Rojava dest pê kir. 14 sal derbas bûn. Me têkoşînek mezin da û axa xwe parast. Ji niha pêve jî em dê xwe biparêzin. Merheleya nû li ser vê têkoşînê dest pê dike. Divê em xwe ji bo vê jî amade bikin. Dibe rojên pêşiya me de navên saziyên me yên heyîn di çarçoveya resmiyeta Dewleta Sûriyê de ji nûve bên sererast kirin. Dibe em navên din bikarbînin. Lê belê saziyên me dê wekî xwe bimînin. Li herêma Kurdan dê Kurd xwe bi rêve bibin.”
‘Divê Rojava bibe mînak’
Ebdî derbirî k udi merhaleya nû de divê xebat û têkoşîn mezintir bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em xwe amade bikin. Tişta niha em dixwazin, di hizûra şehîdan de, em bi hev re merheleya nû bimeşînin. Berî wê jî çewa fedakarî û lehengiyek mezin pêk hat, divê îro em xurtir bi hev re bimeşin. De dema hemleyek nû ye. Têkoşîn berdewam dike. Em dê armancên şehîdan pêk bînin. Ji bo parastina herêmên xwe me gelek şehîd dan, em hêvî dikin ku em carek din şehîdan nedin. Ji bo vê têkoşînek siyasî ya xurt lazim e. Lê êdî divê têkoşîna têkoşînek siyasi, îdarî û aborî be. Divê bi her awayî herêma me ji bo Sûriyê re bibe mînak.”
Girseyê ber bi pakrewangehê ve dest bi meşê kir
Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Bi deh hezaran kesî darbesta Bavê Welat ji morgê girtin û ber bi pakrewangehê ve test bi meşê kir. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend jî tev li merasîmê dibin. Şandeya ji bakurê Kurdistanê jî ji bo beşdariya merasîmê çûbû di meşê de cihê xwe girt.
Darbe bi kesk û sor û zer hate xemilandin
Girseya ber bi Pakrewangeha Şehîd Dîcle ve dest bi meşê kir, bênavber sloganên, “Şehîd namirin”, “Bavê Welat nemir e” û “Bavê Şervan nemir e” berz dikin. Meşa girseya darbesta kesk û sor û zer xemilandî hildigire ber bi Pakrewangehê ve didome.
Amadekariyên dawiyê hatin kirin
Cenazeyê pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarên navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Amadekariyên dawî yên merasîmê niha tên kirin. Tê payîn gelek siyasetmedar, nivîskar, hunermend û bi deh hezaran welatî tev li merasîmê bibin.













