• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

    OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

    Gelê Şengalê: Bêçekirin ferman e

    Gelê Şengalê: Bêçekirin ferman e

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

    OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

    Gelê Şengalê: Bêçekirin ferman e

    Gelê Şengalê: Bêçekirin ferman e

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amadekariyên vegera koçberên Efrîn, Heleb û Reqayê didomin

Navenda Nûçeyan / AW

24 SIBAT 2026 - 13:50
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şandeyek ji Ewlehiya Hundir a Kantona Cizîrê bi armanca plansaziya vegera koçberên Efrînê û nîqaşkirina koçberên Heleb û Reqayê serdana Efrîn, Helep û Reqayê kir. Di hevdîtinên bi rayedarên Hikûmeta Demkî yên Reqa û Helebê re hatin kirin de biryara lezkirina vegeran hate dayîn. 

Di çarçoveya Peymana 29ê Çile de ji bo vegera koçberên Efrîn, Heleb û Reqayê hevdîtinên di navbera rayedarên Hikûmeta Demkî yên Efrîn, Reqa û Helebê de berdewam dikin. Ji bo plansaziya vegera koçberan şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê serdana Efrîn, Heleb û Reqayê kir. Di hevdîtinan de planeke guncaw ji bo vegera koçberên Efrîn hate gotûbêjkirin.

Dê çeteyên Tirkiyê ji Efrînê derkevin

Li gorî plansaziyê pêşiyê kesên di dema dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de hatine Efrînê vegerin bajarên xwe, mal, erd û dikanan qasp kirîn li xwediyên wan ên resen bên vegerandin. Piştî van koman Efrîn terikand dê di destpêkê karwaneke koçberan vegere Efrînê. Lîsteya nav, hejmar û agahiyên malabatên dê vegerin Efrînê ji hêla Komeleya Civakî ya Efrînê û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ve hatiye amadekirin. Lîsteya 400 malbatên dê wekî karwanê yekemîn vegerin ji rêveberiya Hikûmeta Demkî ya Helebê û rayedarên girêdayî wê yên li Efrînê dimînin re hate şandin.

Lijneyê rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî nîqaş kir

Şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê piştî evrînê derbasî Helebê bû serdana taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê kir. Her wiha di çarçoveya serdanê de mijara vegera xelkê her du taxan bo malên xwe hate gotûbêjkirin. Biryar hate girtin ku hevdîtinên li ser mijarê bên berdewam kirin.

Li Reqayê rewşa Girê Spî hate nîqaşkirin

Di çarçoveya hewldanên berdewam ên vegerandina koçberan de şande derbasî Rewayê bû û bi Parêzgarê Reqayê re hevdîtin pêk anî. Di civînê de rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya Reqayê, her wiha rewşa Kurdan a li herêmê hat gotûbêjkirin. Li gorî nûçeya ANHAyê her du alî gihaştine biryarekê ku komîteyeke hevbeş bê avakirin û amadekarî bê kirin.

Hejmara Kurdan li Parêzgeha Reqayê zêde nîne lê ji ber ku Girê Spî li gorî pergala îdarî ya Sûriyeyê girêdayî Reqayê ye ev mijar ji bo Kurdan gelek girîng e. Ligel gundewarên wê beşek mezin a niştecihên Girê Spî Kurd in. Di dema dagirkeriya Tirkiyê de Kurd bi darê zorê hatin koçberkirin. Bi vê boneyê xebatên li vê parêzgehê jî girîng in.

 

Etîket: Helep û Reqayêhevdîtina şandeya kantona CizîrêVegera koçberên Efrînêvegera koçberên Girê Spî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Têkoşîna dijwar û muzakereyên bênavber – 1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PSKê tifaqa hêzên Kurdistanî yên li Rojhilat pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçeli: Divê statûya Îmraliyê bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (878)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne