Amed – Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dest pê dike. Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Ardîn Dîren xwest ku bi vê festîvalê bajarê Amedê di qada çand û hunerê de bikin pêşeng û got: “Werin em hem çîrokên xwe bibêjin û hem jî li çîrokên xelkê guhdarî bikin.”
Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn, dê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê ve bê lidarxistin. Festîval dê di navbera 7-14ê Kanûnê de bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê bahev” were lidarxistin û 84 fîlm dê bên pêşandan. Hin fîlm kurtefîlm in û hin fîlm jî yên metrajdirêj in û her wiha belgefîlm jî hene.
Pêşbaziya fîlman
Li gel pêşandanên fîlman, her wiha dê masterclass, xebatên atolyeyê, gotûbêjên bi beşdariya derhêner û komên fîlman bên lidarxistin. Her wiha ji bo piştevaniya bi pêşxistina sînemaya Kurdî re, ji bo teşwîqkirina nivîsandina senaryoyê dê 5 fîlmên dirêj, 5 belgefîlm û 5 kurtefîlmên ji bo Fona Projeya Sînebîrê hatine hilbijartin bikevin pêşbaziyê. Di dawiya festîvalê de ji her kategoriyê dê projeyek were xelatkirin. Li aliyê din fîlmên serkeftî yên di sînemaya Tirkiyeyê û cîhanê de jî dê bên pêşandan. Di vê beşê de her wiha dê bernameya masterclassê ya derhêner Kazim Oz a “Di sînemayê de derhênerî” û ya derhêner Touraj Aslanî ya “Ferqa di navbera nihêrtin û dîtinê de” bên lidarxistin.
Festîval bi pêşengeha ‘Ji Rê’ dest pê dike
Festîval dê pêşangeha “Ji Rê” dest pê bike. Di pêşangeha têkel a li ser serpêhatiya fîlmê “Rê (Yol)” ê Yilmaz Guney hatiye avakirin de dê cih bidin xebatên gelek hunermendên girîng. Festîval dê bi nîşandana belgefîlma “Kardeş Turkulerê” ya Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş derhêneriya wê dikin dest pê bike. Li gel eywanên Navenda Kongreyê ya Çand Amedê, her wiha dê li Şanoya Bajar a Amedê û li eywanên sînemayê ya Ceylan AVMê bên nîşandan.
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê derhêner Ardîn Dîren têkildarî festîvalê ji ajansa me re axivî.
Ardîn Dîren da zanîn ku piştî 8 salan festîvalê li dar dixin û sedemê vê yekê wiha bersivand: “Zêdetirî 8 salan e ne tenê li Amedê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên çand û hunerî hatibûn sekinandin. Ji ber vê yekê lidarxistina Festîvala Amedê ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Ji ber demeke dirêj navber ketibûyê. Ev navber ne di destê me de bû. Ji ber şaredarî hatibûn desteserkirin her wiha sazî û komeleyên çandî hatibûn girtin û desteserkirin ji ber vê yekê pêşiya van xebatan hatibû girtin. Lê çawa me derfêt dît me biryar da ku vê festîvalê bi ruhekî berxwedêr jinûve li dar bixin. Bi vê armancê em hatin cemhev. Li paşxaneya festîvalê kedeke mezin heye, gelek heval bi rêk û pêk dixebitin û hewl didin festîvalê bigihînin gelê Amedê. Ji ber vê yekê saleke em amadekariyên vê yekê dikin. Xebata me êdî ber bi dawiyê ve hat û wê di navbera 7 û 14ê Kanûnê de dest pê bike. Em dixwazin ji bo sînamegerên Kurd û her wiha sinemaya cîhanê qadekê vekin da ku em jî bikarin hem cihê xwe di sînemayê de bibînin hem jî nîşanî xelkê din bidin. Me dirûşmeya xwe jî weke ‘Dinya bi çîrokan tê bahev’ diyar kir. Ji ber ku em dizanin li dinyayê li Kurdistanê çîrokên cûr bi cûr hene û ev çîrok di sînemayê de bi awayekî dîtbarî xwe nîşan didin.”
‘Me hewl da fîlmên Kurdî yên nehatine dîtin di festîvalê de bi cih bikin’
Ardîn Dîren diyar kir ku dema festîvaleke domdar nebe pişt re nayê dîtin û axaftina xwe wiha domand: “Ev festîval piştî heşt salan cara sêyemîn tê lidarxistin. Ev navber di qada navneteweyî de û di sinemaya Kurd de jî dike ku haya gel ji vê festîvalê tune be. Li ser vê esasê serlêdanên festîvalê dest pê kir û gelek fîlmên neteweyî û navneteweyî serî li festîvalê dan. Komîteya juriyan ev fîlm temaşe kirin bi nirxandin û şiroveyên wan fîlm hatin diyarkirin. Ji bilî vê yekê fîlmên ku me bi taybetî ji bo festîvalê xwestin jî hene. Me ji bo sinemaya Kurdî hewl da di van heşt salên dawî de belgefîlm, kurtefîlm, metraj dirêj ên hatine çêkirin di festîvalê de bi cih bikin. Di nava 84 fîlman de fîlmên nû jî yên kevin jî hene. Me hewl da fîlmên ku nehatine dîtin em nîşan bidin.”
‘Me beşa navnetewî bi hevkariya kurator û hin festîvalên din ava kir’
Ardîn Dîren anî ziman ku di sînemayê de du beşên sereke hene û ev tişt gotin: “Yek di bin navê ‘Rêwîtiya Sînemaya Kurdî’ da em ê fîlmên Kurdî nişan bidin. Weke metrajdirêj, belge û kurtefîlm. Me xwest sinemaya Kurdî di çi astê de ye bidin nîşandan. Beşa duyem jî beşa navnetewî ye ku di wir de jî fîlmên metrajdirêj, belge û kurtefîlm hene. Me bi kûratoriya hin festîvalan fîlm ji wan xwestin, sê festîvalên ku em bi wan re hevkar in hene. Yek ji wan dokûfest e, yek clermon-ferant e li Fransayê û kinofest jî li Almanyayê ye. Me ev beş bi hevkariya kurator û hin festîvalên din ava kir. Ji bo fîlmên metrajdirêj hevkariya me bi Navenda Çanda Fransiyan re heye. Me çend fîlm ji wan jî girtin.
Fîlmê Fanon wê cara yekem bê nîşandan
Fîlmê Fanon wê cara yekem li Amedê bê nîşandan. Ev fîlm li cîhanê jî zêde nehatiye nîşandan. Di sala 2025an de hatiye çêkirin. Fîlmekî taybet e ku dê di festîvalê de cih bigire. Her wiha fîlmê Cafer Panahî ku di Festîvala Fîlm a Cannesê de xelata fîlmê herî baş girt jî dê di festîvala me de cihê xwe bigire. Fîlmên bi vî awayî hem belge hem kurt li cîhanê geriyan e û xelat girtine dê di beşa navnetewî de cih bigirin.”

‘Armanca fonê ew e ku derhêner bingeha xwe li ser Kurdî ava bikin’
Ardîn Dîren qala projeya Fonan a Sînebîrê ku di çarçoveya festîvalê de tê dayîn jî kir û wiha pê de çû: “Ji bo îsal nêzî 56 heb senaryoyên Kurdî serî li vê fonê dan. Ev fona projeyên senaryoyên Kurdî ye. Dixwaze di qada sînemayê de senaryoyên Kurdî bi pêş bikevin û sînemavan bi Kurdî senaryoyên xwe binivîsin û bi Kurdî fîlmên xwe çêbikin. Teşwîqkirina senaryoyên bi zimanê Kurdî ye. Sînebîr weke yekîneyeke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Di nav fîlmên ku serî li me dan me 5 heb metraj dirêj 5 heb kurtefîlm û 5 heb jî belgefîlm weke fînalîst diyar kiriye. Ev dê di dema festîvalê de derkevin pêş juriyan ji van wê 3 heb proje werin hilbijartin. Yek metraj dirêj, yek belge û yek kurtefîlm. Piştî ku hatin hilbijartin bi piştgiriya ku dê bigirin hewl bidin van fîlman çêbikin. Li arşîva sînemaya Kurdî dê fîlmên nû zêde bibin. Ev ji bo teşwîqkirina sînamaya Kurdî ye. Ev fon hewl dide di qada sinemaya Kurdî de sînemavan êdî berê xwe bidin Kurdî bi Kurdî çîrokên xwe, senaryoyên xwe binivîsin her wiha qod û motîfên ku di fîlmên xwe de bi cih dikin bi hêman û aqilekî Kurdî be. Armanca vê fonê ew e ku derhêner bingeha xwe li ser vê yekê ava bikin.”
‘Em dixwazin bajarê Amed di qada hunerê de bikin pêşeng’
Ardîn Dîren di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Çawa ku Amed di siyaseta Kurdan de bajarekî girîng e û gelek caran pêşengtî kiriye. Em dixwazin di qada hunerê de di warê sînameyê de jî bibe pêşeng ji ber ku çavên her çar parçeyên Kurdistan û dîasporayê gelek caran li Amedê ye. Hunera çêdibe xweşiktir dibe. Em dixwazin bi rêya van festîvalan pêşengtiyê bikin. Ji ber vê yekê Amed ji bo huner û sinemaya Kurdî girîng e weke pîvanê ye. Ji ber vê yekê ev festîval tenê bi nîşandana fîlman nabe. Di festîvalan de kargeh, panel, masterclas çêdibin û girîng in. Sînemavan dê di van de ceribandinên xwe parve bikin û dê hevparî çêbibe.
Festîval di navbera sînemager û sînemahezan de pirekê ava dike
Di vê festîvalê de armanca me tenê nîşandan fîlman nîne. Lê bi panel, kargeh û masterclasan sînamavan tecrubeyên xwe yên li ser sînameyê bi ciwanan re bi sînemahezan re parve dikin. Bi hezaran çîrok hene ev çîrok di bin fîlm lê serpêhatiya wan çîrokan çi ye çi qewimî ye gelek kes haydar nînin. Festîval di vir de di navbera sînemavan û sînamehezan de pirekê ava dike. Gelek mêvanên me yên neteweyî û navneteweyî jî dê amade bin.”
‘Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin’
Ardîn Dîren banga beşdariya festîvalê li sînemahez û gelê Amedê kir û got: “Hemû sînemahez, ciwan, kal û pîr kesên dixwazin werin vir çîrokekê temaşe bikin mevanên me ne. Dagirkirina van saziyan valahiyek çêkiribû. Gelê Amedê jî li benda tiştên bi vî rengî ye. Em jî bi vê festîvalê armanc dikin ku vê valahiyê dagirin. Di warê çand, huner û sînameyê de hefteyeke geş û xweş bi xelkê xwe re derbas bikin. Ji ber vê yekê hûn hemû mevanên me ne. Kerem bikin em hefteyekê bi fîlman û sînemanan re derbas bikin. Bi hev re ji van çîrokên dinyayê haydar bibin. Çîrokan bişopînin û bi çîrokan werin bahev hem çîroka xwe bibêjin hem jî çîrokên xelkê guhdar bikin.”













