Amedspor û Bandirmaspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Amedsporê 2-0 Bandiromasporê têk bir û 3 puan wergirt û lîderiyê bi dest xist.
Maçên Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbula Tirkiyeyê (TFF) di hefteya 17emîn de berdewam dikin. Amedsporê û Bandirmasporê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.
Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê li trîbunan cihê xwe girtin û piştgirî dan tîma xwe. Alîgiran bênavber dirûşmên dilsoziya bi Amedsporê re berz kirin.
Du gol li ser hev avêtin
Di beşa ewil a maçê de lîstikvanê Amedsporê Dia Saba di deqîqeya 42an de gola ewil avêt Bandirmasporê. Dîsa di beşa ewil de lîstikvanê Amedsporê Daniel Moreno jî di deqîqeya 45+3yan de gola duyemîn avêt Bandirmasporê.
Di avêtina her du golên Amedsporê de jî coş û peroşa alîgiran derket asta herî jor û li stadê kêfxweşiyê serweriya xwe nîşan da.
Beşa ewil a maçê bi 2-0 bi dawî bû. Di beşa duyemîn a maçê de her çiqas Amedspor bi performansek serkeftî leyîst jî lê gol neavêt. Lîstikvanê Bandirmasporê Rahmetullah Berîşbek di deqîqeya 68an de gola avêt.
Maç bi 2-0 bi dawî bû û Amedspor li stada xwe 3 puan wergirt û bi giştî puanê wê bû 35. Amedspor bi van 3 puanan di rêza lîgê de bû yekemîn ango bû lîder.














