Di hefteya 31emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de Amedspor îro li mala xwe Manîsa FKyê pêşwazî dike. Maça dê bandorê hem li ser lûtkeya lîgê û hem jî li ser xeta Play-Offê bike seat di 20:00an de dest pê dike.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de lîstikên hefteya 31emîn tên lîstin. Amedspor ku têkoşîna lûtkeyê dike, îro li Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê, Manîsa FKyê pêşwazî dike. Lîstika seat di 20:00an de dest pê dike, li ser ekranên beIN Sports Max û TRT Sporê jî zindî tê weşandin.
Amedspor ku hefteya borî di pêşbaziya lûtkeyê de avantejek girîng bi dest xist, dê îro hewl bide ku vê avantajê biparêze. Amedspor niha bi 61 pûanan di rêza sêyemîn de ye, Manîsa FK jî bi 43 puanan di rêza 10emîn de cih digire.
Amedspor ji bo lûtkeyê dilîze
Amedspor dê îro di heman demê de ji bo lûtkeya lîgê jî bilîze. Di navbera wê û tîmên yekemîn û duyemîn de tenê du puan heye. Ji bo lûtkeyê divê teqez vê lîstikê bigire û li benda encama tîmên li pêşiya xwe bimîne. Manîsa FK jî ji bo Play-Offê hewl dide. Bi vê boneyê çav li rê ye ku maçek dijwar di navbera her du tîman de biqewime.

Avantaj di destê Amedsporê de ye
Di lîstika îro de Amedspor xwedî avantaj e. Hem dê li mala xwe û hem jî li pêşberî alîgirên xwe bilîze û ji piştgiriya wan hêz bigire. Her wiha Amedspor li ber Manîsa FKyê bi xwedî bandor e û serkeftîtir e. Di lîstikên berê yên di navbera her du tîman de hatiye lîstin jî Amedspor du caran serwer bûye û carek jî beramber maye.
Maça Eroksporê û Çûrumsporê jî diyarker e
Li aliyê din sibê maça di navbera Erokspor û Çûrûmsporê de ku bê lîstin jî Amedsporê ji nêz ve eleqedar dike. Ku Esenler Erokspor têk biçe an jî berambere bimîne Amedspor dibe duyemîn û hem şansê şampiyoniyê û hem jî derketine lîga jor xurt dibe.













