Amedspor di hefteya 33yemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de, îro li mala xwe Bulosporê pêşwazî dike. Ji bo Amedsporê ku di riya şampiyoniyê de dimeşe, ev maç xwedî giringiyeke krîtîk e. Boluspor jî dê hewil bide serbikeve û nêzî xeta play-offê bibe.
Amedspor ku bi 67 pûanan di rêza duyemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de ye, îro li mala xwe Bolusporê pêşwazî dike. Pêşbirka di navbera her du tîman de îro saet di 19:00an de li Stadyuma Tahîr Elçî ya Amedê dest pê dike.
Lîstika deriyê Lîga Sûper û şampiyoniyê
Amedspor ji bo îdîaya xwe ya şampiyonî û derketina Lîga Sûper xurt bike divê vê lîstikê bigire û 3 pûanan bi dest bixe. Ji ber ku reqîbê wê yê herî mezin û xwediyê rêza yekemîn Erziromsporê duh 3 pûan girtin, ger Amedspor sernekeve dê şansê wê yê şampiyoniyê qelstir bibe. Her wiha di riya Lîga Sûper de jî dê bikeve tengasiyê.
Bariyerê derûnî yê lîstikê
Ji bo Amedsporê girtina 3 pûanan di riya Lîga Sûper de şert e. Lê di vê lîstikê de bariyerek derûnî jî li pêşiya Amed sporê heye. Ji ber ku heta niha di hevrûbûna her du tîman de Amedspor hîç serneketiye. Ev yek wekî faktorek bandorker tê nirxandin. Lê wekî favoriyê lîstikê bi her awayî ve Amedspor derdikeve pêş.
Çavek Amedsporê li Eroksporê ye
Di riya Lîpa Sûper de niha reqîbê herî girîng ê Amedsporê bêguman Esenler Erokspor e. Ji ber ku Amedspor ji bo rêza yekemîn bi Erziromsporê re û ji bo riza duyemîn jî bi Esenler Eroksporê re di nav pêşbaziyê de ye. Di navbera Amedspor û Eroksporê de niha 4 pûan ferq hene. Li gorî encamên îro ku ev ferq di lehê Amedsporê de vebe, dê di riya Sûper Lîgê de avantajek mezin bi dest bixe. Ger ev ferq teng bibe jî dê stresa li ser tîmenê zêdetir bibe.
Zindî tê weşandin
Dildarên Amedsporê dikarin vê maça girîng bi zindî li ser ekranên beIN Sports Max û TRT Sporê bişopînin. Bajêr û mîlyonan alîgirên Amedsporê yên li derveyî welat, li benda mizgîniya serkeftinê ne.













