Sîvasspor û Amedspor hatin hemberî hev. Maç 1-1 qediya û bi vê skorê Amedspor cihê xwe ya yekemîn parast.
Maçên Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbula Tirkiyeyê (TFF) di hefteya 22yemîn de berdewam dikin. Sîvasspor û Amedspor li Stada 4ê Eylulê ya Sîvasê hatin hemberî hev.
Beşa yekem a maçê 1-0 a Sîvassporê bi dawî bû. Amedspor di beşa duyemîn de li hemberî Sîvassporê lîstikekî baş pêş xist. Di deqîqeya 57emîn de Mbaye Diagne bi asîsta Dia Saba gol avêt û maç bû 1-1. Maç bi skora 1-1 xilas bû.
Amedspor bi vê encamê cihê xwe ya yekemîn parast.
Di heftaya 23yemîn de Amedspor û Adana Demirspor 1ê Sibatê werin hemberî hev. Maç dê li Stada Tahîr Elçî ya Amedsporê pêk bê.












