Rêveberiya Amedsporê formayên Amedsporê ku ceza lê hatibû birîn diyarî heyeta DEM Partiyê û DBPê kirin.
Rêveberiya Amedsporê li otelek li navçeya Sûrê formayên Amedsporê yên bi Kurdî diyarî heyeta DEM Partiyê û DBPê kir. Piştî civîna Baroya Amedê ya li ser pêvajoyê ku li otêlê hate lidarxistin, rêveberiya Amedsporê formayên Amedsporê ku ceza lê hatibû birîn anîn û diyarî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş kir. Seroko Rêveberiya Amedsporê Burç Baysal û rêveberên klubê di vê diyariya formayan de amade bûn. Piştî takdîmkirina formayan siyasetmedaran û rêveberên Amedsporê dirûşma “Zimanê me rûmeta me ye” berz kirin.
Paşê rêveberên Amedsporê ji bo maça li gel Wansporê ber bi Wanê ve bi rê ketin.