Amedsporê di hefteya 27emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de li stada xwe bi Wansporê re lîst. Amedsporê di maçê de Wanspor 1 û 0 têk bir û pûanên xwe kir 55.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Wanspor di hefteya 27emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê û Wansporê li stadê cihê xwe girtin. Beriya maç dest pê bike li stadê stranên Kurdî û Tirkî hatin lêxistin.
Bi deh hezaran alîgiran li ber stranan li çepikan dan û dirûşm berz kirin. Lîstikvan bi pankarta “Em aşiqî futbolê ne, li dijî çêra ne” derketin sehê û hatina futbolîstên Amedspor û Wansporê ji aliyê alîgiran ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Dema di maçê de deqîqe bû 21 alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin. Di beşa ewil a maçê de her du tîman jî nekarî golê biavêjin û beşa ewil a maçê 0 û 0 bi dawî bû.
Di tevahiya maçê de alîgirên Amedspor û Wansporê bêrawestan dirûşm berz kirin û al û stûmal hejandin. Di maçê de alîgirên Amedsporê got “Kîne em” û alîgirên Wansporê jî bersiva “Kurd in em” dan. Dema deqîqe bû 65 hemû alîgirên Amedsporê û Wansporê ronahiya telefonên xwe pêxistin û ji bo Wansporê dirûşm berz kirin.
90 deqîqeyên maçê 0 û 0 bi dawî bû û hakemê maçê, şeş deqîqe li maçê zêde kir. Di deqîqeya 94an de fûtbolvanê Amedsporê Felîx Afena-Gyan bi asîsta Danîel Moreno gol avêt. Pişt re tu golên din nehatin avêtin û maç 1 û 0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû. Li gel vê encamê futbolvanên Amedsporê û bi deh hezaran alîgirên wê bi dirûşm û çepikan encam pîroz kirin. Alîgirên Amedsporê her wiha ji bo Wansporê jî dirûşm berz kirin. Bi vê encamê Amedsporê pûanên xwe kirin 55 û rêza xwe ya sêyemîn parast.
Amedspor dê di 28 Sibatê roja şemiyê de bi tîma Enqereyê Keçîorengucuyê re bilîze.













